Medenî FERHO
Şerê li Kurdistanê, rê li dramek dehşetengîz ya mirovahiyê vekiriye û di qonaxek drametîk de dewam dike. Lîberalên Ewropa jî, bi dirutiyek xerab bêdeng in.
Di çend rojên dawî de, li Tirkiyê CHPe, bi îroniyek balkêş haraket dike; tiştê ku xanedaniya Erdogan li Suriye winda kirine, dixwaze rast bike û Kurdan bê statu bihêle.
Projeya kolonîkirina modern di pratîkê de ye, Tirkiye jî, bi gotina “teror ê”, dagirkirina Kurdistanê didomîne. Di şerê 3mîn yê cîhanê de, 2 enî hene: Emerîka, Erebîstana Siudî, Misir, Îsraîl, Ewropa…. Eniya duyemîn Iran, Rusya, Suriye, qismî Qatar û Çîn…
Tirkiye, wek şerê 2. yê cîhanê li her du aliyan dilîze. Kurdan qonaxek dîrokî zemt kiriye û daxwaza Kurdan ya demokrasî jî, dewleta Tirk kiriye nava tirseke mezin.
Balkêş e, Rojhilata Navîn, li dijî rêveberiyên totaliter li ser piyan e; li Yemenê, Libya, Misir, Hong Kong, Tunus, Iraq, Çîn û Efrîka û gelek cihên din, komên xelkê li ser piyan e. Hinek derdor, vê têkoşînê wek têkoşîna çînayetî binavdikin. Hinekî rast e, ji ber ku teva karker, xizan û xwendekar in.
Li Tirkiyê, ji bilî Kurdan, her kes di “Takrîr-î Sikûn” de ye. Karker, xizan, esnaf û gundî dibin xizanî û lewaziyek dehşetengîz de ne û di tixubê birçîbûnê de ne, dîse jî bi destiniyê ve zincîr û lelekirî ne.
Gelo, ev rewşa li Tirkiyê tenê bi tirsê, zilma polis, cendirme, girtinê ve girêdayî ye?
Bawer nakim, Kurd, destîniya cografya xwe bijîn jî, bi pêşengiya Haraketa Azadiya Kurd û berdêlên girnabiha, dolaba dîrokê ber bi rastiyê zivîrandine. Cîhan diheje!… Lê sîstema dewşirme, “kapi-kulu-kole-gilman” di statuqoparêziyê de israr dike. Sîstema dewşirme, bextewariya mirov û edaleta abad qebûl nake; di vê sîstemê de, aktorê dîrokî ne mirov e, zor e, dîroka mirovahiyê, berhemê aqil e, piştre berhemê zorê ye.
Rastiyek din; di vê sîstemê de, navê zarokan nine, PENCÎK’in, piştî tên komkirin,“suru-pez-kerî” ye, ji bo kuştin û mirinê (vexwarina şerbeta şehadetê) têne perwerdekirin.
Di dema Osmaniyan de xanedani her tişt bû, piştî komar hate avakirin dewlet bû her tişt û sîstema dewşirmetiyê, bi saya paşayên dewşirme di komarê de jî dewam kir. Di dîroka Tirkiyê de, desthilatdarî û dewlet her dem bûne yek.
Îro jî, xanedaniya Erdogan, bi lîstikên paranoyak, (osmanîzade) sîstema dewşirmetiyê, bi komkirina çeteyan didomîne. Xanedaniya Erdogan, niha projeyek nû daye dest pê kirin; dixwaze li Idlibê, li Ezazê û Efrînê dibistan, akademî û zanîngehan ava bike. Ev proje, biqasî “mîsakî millî”, ku di şerê yekemîn yê cîhanê de hate ragihandin, metirsînî ye.
Balkêş e, dîroka komara Tirk totalîterîst e, lê berxwedanek giştî li dijî vê totalîtarîzmê çênebûye. Tenê bi planê dewletê, li dijî Rum, Elewî û Kurdan komên faşîst û paranoyak daketine kolanan, kuştin, talan û wêranî kirine.
Kultura dewşirmeyan ne santralîze ye û toreya ZORê ye!… Îro jî, di girêdana “sekuler” de, yan çete xuya dikin, yan jî Îxwanî. Lewma gelên li Tirkiyê, heta îro azadiyek gerdunî û demokrasî ne xwestine.
Li çar aliyên Tirkiyê, xizanî, bêkarî, birçîbûn heye, her kes dibêje kêr gihaye hestî, lê komên xelkê wek potansiyalek bi îrade dernakevin kolanan. Gelo tecrîdkirina gelan ev e?
Dema ku, saziyên civakî, aktivist, mafên mirovan, aştîxwaz û demokrat banga derketina kolanan, dikin, waliyên wek karmendên xanedaniya Erdogan kar dikin, qedexeyan radigihînin. Her kes, kevirên di destên xwe de, di berxwe re berdide.
Lê cîhanê, destînî wek çemekî bi coş e û komên xelkê, li dijî desthilatdariyên totalîter, sînorên ant-î demokratîk parçe dikin. Li Tirkiyê, gel nîne dewlet heye, divê ev bawerî ji holê werê rakirin û bê gotin, dewlet ji bo gel, pêşî gel, pêşî demokrasî!..






