Idrîs HENAN
Sekna berxwedêr a gelên Efrîn û Şehbayê bala kişandiye ser xwe. Têgihaştina “Revê” ya ku bi aloziya Sûriyê avabûye re, hiştiye kesek bawer neke ku qismek gelên Sûriyê bi taybet ên birêxistinkirî xwedî vê sekna bi rûmet bin. Komplogeran her texmîn dikirin ku wê helwesta Efrîniyan jî nola ya tevahî deverên dîtir ên Sûriyê be. Wê ji vir birevin wir, wê pergende û şerpeze bibin û dê Efrîn jî wisa bi hêsanî ji wan re bimîne!. Xuyaye kesên ev komplo pêş xistine baş tênegihaştine naveroka şoreşa gelan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar ketiye. Yan jî li gorî xisletên xwe yên otorîter hewce nedîtine jî bifikirin. Qey mirov dibêje xeta cot e û dê wisa bi hêsanî “Qantir û Kerên” xwe têre bibezînin!. Ji xwe fikirînek wisa seranser tê maneya ku, aliyên komploger tu qîma xwe bi nirxên mirovan nakin. Ne jî rêzê ji sekna bi rûmet a gelan re digirin. Her li ser keda mirovahiyê û çewisandina mirov û civakan mezin bûne. Ji lew re jî nav çi dibe, ne girîng e, ya herî girîng nabe havjarê wan asteng bibe!.
Zeviya ku texmîn dikirin wê wisa bi hêsanî bajon û tov û denidikên xwe lê biçînin, wer li gorî endeziyariya wan çênebû. Ne amûran û ne jî mudexeleya rasterast sûd li projeyên wan kirine. Çiqas teknîka xwe ya pêşketî li vê qadê ceribandin, bi vîna gelan ters lê vegerî. Berevajî plangeriyan, hovîtiya êrişan bi xwe re cewherê gelê berxwedêr ê ku bi nirxên razber û şênber yapiya xwe saxlem kiriye derket holê.
Li hemberî mirin, kuştin û qirkirinê zayîna îradeya jiyanê ji bo komplogeran mirina mutleq e. Ji ber vê rêgeza nemir a jiyîna bi rûmet, planên wan jî li hewa dimînin. Aliyê dîtir ve; asta faşîzmê jî bilinditir dike ku nikare têkçûna xwe li hember vîneke wisa xav bê teknîk hezim bike.
Ezmûna dîrokî ya faşîzmê diyar dike ku her bi rêbazên klasîk tişta ku xwestine bi ser xistine. Dibe ku teknînka ku zanistê afirandiye çewisandibin, lê rêbaza fikirînê her ew e. Ango li şûna gopal û şûran çek û cebilxane li pişta azweriyên xwe yên dijatiyê bar kirine. Dibe ku aliyê fîzîkî de operasyona kuştin û talaniyê leztir kiribin, lê encam her ew e. Li ser hesabê gelan berfirehkirina dagirkeriyan û ji temena rejîmên xwe re peydakirina jêderên hêzê ye.
Xwestin li Efrînê dest pê bikin û stasyona xwe ya dagirkeriyeke mayînde ava bikin. Li kêleka teknîk û hovîtiya ku bi kar anîne, hinek “Lozancî” jî li pişta “Qantir û Kerên” xwe siwar kirin û li nav mayînan xistin. Lê zemîna ku hêvî dikirin hevjarê xwe lê girêdin ne li gorî payînê bû. Xwedî gotin û helwesteke ne li gorî texmînên wan bû. Çendîn xwe serkeftî nîşan bidin, sekn û mayîna Efrîniyan li Şehbayê vê idiaya wan derew derdixîne. Ne li hevkirina wan bi hêzên nola Rûsya, Îran û rejîma têkçûyî re, ne jî “Lozancî” feydê lê dikin. Çandina tov û dendikan ne karê her kesî ye. Karek çandî û resen ê gelên xwedî kok e. Faşîzma bê kok dikare her tiştî kavil û asîmîle bike, lê tu carî dîrok rê nade ku çandên resen bixe milkê xwe. Ji ber vê jî çawa ku “Lozanciyên” Efrînê tu feyde nedan faşîzmê, bê guman “Lozanciyên” Cenevre jî wê tu feydê nedin. Sekna ku li Efrînê dest pê kiriye li Şehba û tevahî xeta Bakur û Rojhilatê Sûriyê mezintir bûye.






