Remezan Olçen
Dema ku tiliyên me li ser camên sar ên telefonan diçin û tên, em ne tenê wextê xwe, şiyana xwe ya dîtin û fêmkirina hev jî ji dest didin. Çare çi ye? Pirs eve û gelek bersiv hene lê bersiva min ji nû ve sazkiirna têkiliyên civakê, têkiliya bi edebiyat û hunerê re ye.
Îro li ku derê cîhanê bibe bila bibe, mirov di nav qelebalixiyeke bêdeng de dijîn. Li derve bibe, li ser rê bibe an jî di nava malê de bibe; serê her kesî xwar e û çav li ser ekranên şîn ên telefonan e. Ev dîmena ku em jê re dibêjin “serdema dîjîtal”, di eslê xwe de êrişeke pir mezin e li ser xezîneya me ya herî pîroz: li ser baldariya me. Platformên dîjîtal, torên înternetê û pergalên modern, weke nêçîrvanên sedsala nû, li pey her saniyeya hişê me ne. Ew her klîkekê û her rûpelekê vediguherînin drav û sermayeyê. Lê belê, di vê bazirganiya mezin de, tiştê ku herî zêde tê parçekirin û herifandin, rûh û cewhera mirovbûnê ye.
Em her ku diçin ji rastiya jiyanê dûr dikevin. Berê, gava mirov li çîrokekê guhdarî dikir an jî pirtûkek dixwend, xwe dixiste nav wê cîhanê; pê re dinaliya û pê re şa dibû. Jê re dem, sebir û kûrbûn lazim bû. Lê îro algorîtma rê nadin ku em li ser tiştekî kûr bibin. Serkeftina vîdyoyekê bi 15 saniyeyan tê pênasekirin. Gava lez dibe qanûna jiyanê, fikrîna li ser û pirsîn dihele, namîne. Mirovê ku nikaribe bala xwe bide ser êş an jî kêfxweşiya kesekî/ê, di hîsa xwe de jî ko dibe. Trajediyek li aliyê din ê cîhanê, li ser ekrana me, tenê bi livandina tiliyekê ji bîr dibe û cihê xwe dide reklameke bazirganiyê. Ev rewş wijdanê mirovî bêhest dike.
Ev qeyran ji bo me, ango ji bo xwendevan û rewşenbîrên Kurmancî, xwedî rûyekî hîn kûrtir û polîtîktir e. Zimanê me û çanda me, ku bi salan e di bin zextan de xwe bi sînorê sebrê diparêze, îro bi asîmîlasyoneke nerm a dîjîtal re rû bi rû ye. Cîhana dîjîtal, raman û bala ciwanên me ji rastiya wan a civakî û xwecihî qut dike û dikişîne nav deryayeke global a bêbexş. Dema ku temasa fîzîkî kêm dibe, zimanê pirtûkan û zindîbûna peyvan di nava rûpelên dîmenî de wateya xwe ya rastîn ji dest didin. Çimkî parastina nasnameyekê, berî her tiştî hewceyî bi baldariyeke kûr û hişmendiyeke birêxistinkirî ye.
Li hemberî dîktatoriya algorîtmayan a ku mirov dikişîne nav tenêtiyê, dermanê me yê herî xurt temasa mirovî ya zindî ye ku di nava hewşên edebiyat û hunerê de şîn dibe. Edebiyat, hîmê herî xurt ê vê berxwedanê ye. Gava em li dora pirtûkekê tên ba hev, dema em di gotûbêjeke edebî de rûbirû rûdinên an jî di şeveke helbestan de li dengê hev guhdarî dikin, em tenê peyvan parve nakin; em bêhna hev, germahiya çavan û rûhê hev parve dikin. Ev rûbirûbûn, wan dîwarên dîjîtal ên ku pergalê di navbera me de daniye, hildiweşîne.
Çalakiyên hunerî yên kolektîf –çi pêşangehek be, çi şanoyek an jî konser bin– qadên pîroz ên parastina vegera li xwe ne. Mînak, li saloneke şanoyê, dema ku lîstikvan li ser dikê bi zimanê dayikê lîstika xwe dilîzin û em bi sedan kes bi yek bîhnê, bêyî ku çavê me li ser telefonê be, wan temaşe dikin, em tora dîjîtal ji ser hişê xwe davêjin. Li wir enerjiyeke civakî ya rastîn ava dibe. Huner, sebir û kûrbûnê hînî me dike; wekî mertaleke parastinê ye li dijî leza pûç a sedsala nû.
Ji bo ku em desthilata tiliyên xwe ji destê ekranan derxin, bersiva herî şoreşgerî “hêdîbûn” e. Vegerîna ser pirtûkên kaxezî ku mirov kela wan hîs dike, guhdarîkirina bêdengiya hev di nava hewşên çandê de û xwedîderketina li baldariyê, sînorê dawî yê parastina mirovbûna me ye. Di vê sedsala dîjîtal de, her gava ku em tiliya xwe ji ser ekranê radikin û bi destê mirovekî/ê din digirin, em asasa paşerojeke nû jî datînin.





