Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Şêniyên Qamişlo: Navê Kobanê wê her wekî xwe bimîne

12/07/2026
in CIVAK Û JIYAN
A A
Şêniyên Qamişlo: Navê Kobanê wê her wekî xwe bimîne
Share on FacebookShare on Twitter

Stêrk Mihemed/Qamişlo

Şêniyên Qamişlo diyar kirin ku Kobanê bi xwîna Şehîdan hatiye avdan û naskirin û wiha gotin: “Kobanê wê hertim bi navê Kobanê bimîne, em qebûl nakin ku navê herêmên Kurdî werin guherandin.”

Rêjîma Baas bi çêkirina kembera Erebî re di sala 1962’an de ne tenê armanc dikir ku guhertina demokrafîk li herêmên Kurdî çêbike, lê belê xwast ku hebûna Kurdan ji hole rabike û navên herêmên Kurdî bugherîne, bi her awayî û rêbazî hewil dan ku navê herêmên Kurdî bugherînin û li şûna wan navên erebî lê bikin. Rêjîma Baasê xwest ku navê Kobanê bike Eyn ELereb tevî ku tevahî gelê Kobanê Kurd in. Lê bi wê yekê xwastin ku îrade û nasnameya gelê Kurd li herêmên tune bikin, lê gelê Kurd bi taybet gelê Kobanê bi berxwedanî û sekna xwe ya xort ev zemîn neda wan û her nava Kobanê ya Kurdî weke xwe ma.

Careke din di 2014 û 2015’an de çeteyên DAIŞ’ê bi hemû hêza xwe û bi destekdayî dewleta Tirk êrişî Kobanê kirin û di wê demê de hewaldan ku hebûna gelê Kurd li Kobanê tune bikin û navê wê buhgerînin û bikin Eyn Elislam, lê nikarîbûn. Gelê Kobanê û tevahî gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê ew yek qebûl nekirin, bi têkoşîn û berxwedaniya xwe Kobanê ji DAIŞ’ê rizgar kirin û navê Kobanê li tevahî cîhanê belav kirin.

Niha jî piştî ku gelê Kurd li Kobanê li hember hemû hêzên teror û dagirker sekinîn û li ber xwe dan, di haman demê de Kobanê û axa wê bi xwîna xwe parastin hikumeta demkî a Sûriyê dixwaza cereke din zemîna DAIŞ û rêjîma Baas vegerîne û navê Kobanê bugherîne û bike Eyn Elereb. Tevî ku di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk û hikumata demkî a Sûriyê de lihevkirin û peyman hatine îmzekirin ku wê herêm û sûtatoya gelê Kurd li Sûriyê werin parastin jî, lê hikumeta demkî a Sûriyê jî tevî vê yekê bi her awayî dixwaza navê Kobanê ya Kurdî bugherîne û bike navekî Erebî.

Her kes Kobanê nasdike, Kobanê Kelaha berxwedanê ye ku bi xwîna şervan û gelê Kobanê hatiye avdan. Navê Kobanê li cîhanê bi berxwedanî û têkoşînê tê naskirin. Gelê Kurd li Rojavayê Kurdistaanê guhertina navên herêmên Kurdî ji aliyê hikumete demkî a Sûriyê ve şermezar dikin û tu carî qebûl nakin ku nasnameya Kurdî were tunekirin.

Di vê çarçoveyê de şêniyên Qamişlo ji Rojnameya me re axivîn.

‘Navê bajarê Kobanê wê her weke xwe bimîne’

Jina bi navê Cîhan Gulo destnîşan kir ku ew qebûl nakin navê Kobanê were guhertin û wiha got: “Hikumeta Sûriyê a nû dixwaza navê herêmên Kurdî bugherînin, em tu carî vê yekê qebûlnakin. Navê bajarê Kobanê wê her weke xwe bimîne, em wê yekê şermezar dikin Kobanê keleha berxwedanê ye, me bi hezar Şehîd li Kobanê danîn da ku em Kobanê rizgar bikin. Keç û xortên Kurd li Rojavayê Kurdistanê li ser axa Kobanê gihaştin asta şihadetê û bi xwîna xwe Kobanê bi serxistin. Tevahî gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê li pişta Kobanê ye, em nahêlin ku navê Kobanê bibe EYN EL EREB. Bajarê Kobanê hertim ya Kurda bû wê hertin bimîne ji Kurdan re.”

‘Xweşikbûna Kobanê bi navê wê ya Kurdî ye’

Jina bi navê Ayde Mihemed jî da xuyakirin ku ewê bi tekoşîn û israra xwe planên li ser herêmên Kurdî têkbibin û wiha pê de çû: “Berî niha jî gelek hêzan bi planekî mezin xwestin ku navê Kobanê bugherînin û îradeya gelê Kurd li Kobanê bişkînin, lê nikarîn. Em dengê xwe bi dengê gelê Kobanê re bilind dikin û em piştgiriya wan dikin, em tu carî qebûlnakin ku navê Kobanê were guhertin. Xwaşikbûna Kobanê bi navê wê ya Kurdî ye, em ê berxwedanî û israra xwe berdewam bikin û em nahêlin ku navên herêmên Kurdî werin guhertin û li şûna wê navê Erebî lê were kirin. Çiqas hewalbidin planan li ser gelê Kurd bimeşînin û hebûna wan tune bikin, emê bi tekoşîn û israra xwe ya ji bo misogerkirina hebûna gelê Kurd di Sûriyê de van planan têk bibin.”

‘Hikumeta demkî a Sûriyê lihevkirinê binpê dike’

Welatiyê bi navê Kawa Gulo da zanîn ku bi guhertina navên herêmên Kurdî re dixwazain dîroka gelê Kurd li Sûriyê winda bikin û wiha anî ziman: “Gelê Kurd li Sûriyê xwedî herêm û zimane, bi salane ji bo misogerkirin û parastina vê yekê têkoşîneke mezin didin meşandin. Guhertina navê Kobanê bamafiyeke mezine li bermaberî gelê Kurd, em jî vê yekê qet qebûlnakin. Ev guhertin binpêkirin û êriş li ser doza gelê Kurd e. Di 29’ê Çileyê de navbara Hêzên Sûriya demokratîk û hikumerya demkî a Sûriyê de lihevkirinek hate çêkirin ku wê xwasertiya herêmên Kurdî werin parastin, lê ev yek li ser erdê nehat pêkanîn, hikumeta demkî a Sûriyê berovajî vê lihevkiirnê tevdigere û wê binpê dike.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.