Solîn Mihemed/ Qamişlo
Firoşgeha besteniyê ya bi nave Gula Qamişlo ku bi şêwazekî cuda hatiye vekirin bala welatiyan dikşîne. Xwedî û firoşkara firoşgehê diyar kirin ku armanca wan ji vekirina firoşgehê kêfxweşiya jin û zarokan e.
Li dilê bajarê Qamişlo, projeyeke nû deriyên xwe li pêşberî welatiyan, bi taybet jin û zarokan vekir. Firoştgeha besteniyê ya bi navê “Gula Qamişlo” bi teşeya xwe ya taybet ku bi gulên reng pembe hatiye xemilandin, di demeke kurt de bala her kesî kişand. Ev der wekî yekemîn firoştgeha besteniyê ya bi vî şêwazî li bajêr tê naskirin, ku hunera xwarinê û bedewiya xwezayê û rengan tîne cem hev. Firotgeha “Gula Qamişlo” ne tenê ji bo xwarina besteniyê ye, lê bûye wekî tabloyekî hunerî li kolanên bajêr. Sêwirana firotgehangê bi gulan hatiye hûnandin, ku ev yek dîtbareke bêhempa dide mêvanan. Ev proje nîşan dide ku rûyê geş û nûjen ê Qamişlo her tim ber bi pêşveçûnê ve diçe.
Di derbarê mijarê de xwedî û firoşkera firoşgeha besteniyê Ayaz Esad û Esma Salih ji Rojnameya me re axivîn.

Ayaz Esad diyar kir ku wî di meha 6’an de firoşgeha bestenî li bajarê Qamişlo da vekirin û wiha got: “Me beriya mehekê ev firoşgeha besteniyê vekir û nave Gula Qamişlo lê kir. Armanca min ji vekirina firoşgehê ew e ku ez kêfa jin û zarokan bînim, armanca min ne qezenckirina pereyan bû. Ev firoşgeh jî bi tayîbet ji bo jin û zarokan e, ji ber me hemû firoşgeh bi gulên pembe xemilandiye. Ji ber ku ya jinan e min du jin di firoşgehê de danîn da ku pêşwaziya xelkê bikin. Firoşgeh jî bi strana gulê herem pêşwaziya mêvanan dike. Firoşgeh ji seat 10 ê sibehê tê vekirin û heya seat 12 êvarî dimîne. Ji dema ku me firoşgeh daye vekirin, çûn û hatina xelkê jê re zêde ye ji ber ku pir kêfa wan jê re hatiye. Di destpêka ku me firoşgeh vekir me pir zehmetî tê de kişandin, herî zêde ji aliyê elektirîkê ve. Weke ku tê zanîn di firoşgehê de bestenî, cûreyên avên fêkiyan û silaş heye, buhayên wan jî ji 10 hezarî heya 35 hezarî tê firotin. Lê em niha tiştin din hazir dikin ji bo dema pêş em dabixin ew jî mîna koktêlên fêkî û hwd.”
‘Ez bi karê xwe pir kêfxweş im’

Esma Salih da xuyakirin ku ew pir kêfxweş e ku di firoşgehê de kar dike û wiha anî ziman: “Ez pir kêfxweş im di vê firoşgehê de da ku ez kêfa zarokan bîn im. Ji ber dema zarok tên em stirana gulê û her wiha bi reşandina gulan li ser wan û dayîna taca gulan li ser serê wan, ji bo me û wan kêfxweşiyek e. Îro kêfxweşiya zarokan ji bo me pir girînge da ku em bi riya firoşgehê kêfa wan bînin. Em bi hêvî ne ku em hîna pêşveçûnê di firoşgehê de çêbikin da ku her kes serdana me bike. Ji dema ku firoşgeh hatiye vekirin û heya niha bûye wek tirênd ku li her derî hatiye belavkirin, ev jî ji bo me kêfxweşiyeke ji firoşgehê re.”





