Ronahî Sadûn/Qamişlo
Teyînkirina endamên Parlementoya Sûriyê ne bi îradeya gelên Sûriyê ku rasterast bi dengdanê were kirin, lê ji aliyê dezgehên hilbijartinê yên herêmî û serokkomar ve hatin hilbijartin, lewma gelên Sûriyê endamên parlementoyê wekî nûnerên xwe nabînin û daxwaza wan avakirina destûrekî demokraîtk û yekbûna gelên Sûriyê ye.
Piştî hilweşîna rêjîma berê di Kanûna 2024’an de, Sûriyê şahidiya rêzeguhertinên siyasî yên kûr kir, ya herî girîng ji nû ve avakirina saziyên destûrî yên dewletê, di nav wan de Meclisa Gel a Sûriyê wekî desthilata yasadanînê ya welêt.
Destpêka dema veguhêz
Piştî hilweşîna rêjîma berê û avakirina hikumeta demkî bi serokatiya Serokkomar Ehmed El-Şaraa ve, Meclisa Gel a ku di bin rêjîma berê de hebû hate hilweşandin, ji ber ku ew wekî beşek ji avahiya siyasî ya bi serdema borî ve girêdayî dihat hesibandin. Bi nebûna desteyek yasadanînê ya hilbijartî, hewcedariya avakirina meclisek nû derket holê ku li gorî şert û mercên niha ên ku welat pê re rû bi rû dima.
Di Adara 2025’an de Danezana Destûrî ya Demkî hate weşandin ku taybetmendiyên serdema veguhêz destnîşan kir. Ew avakirina Mecliseke Gel a nû ku ji 210 endaman pêk tê destnîşan kir ku du ji sêyan ji wan dê bi rêya dezgehên hilbijartinê yên herêmî werin hilbijartin, sêyeka mayî dê ji hêla serokKomar ve were tayînkirin.
Mekanîzma hilbijartina endaman
Li gorî Danezana Destûrî ya ji bo serdema Veguhêz tu hilbijartinên giştî yên rasterast nehatine lidarxistin ku hemû welatî çibebûn herin ser sindoqan, da ku endamên Meclisa Gel hilbijartibana, lê ew bi awayekî ne raste rast pêk hat. Di bin hinceta ji ber şert û mercên ewlehî û mirovî yên ji ber salên şer û koçberiyê, rayedarên hikumeta demkî pergala hilbijartinên rasterast ên gel qebûl nekirin. Di şûna wê de, wan serî li pergala dezgehên hilbijartinê yên herêmî dan. Komîte û dezgehên hilbijartinê li parêzgehan hatin avakirin da ku nûnerên xwe ji bo Encûmenê hilbijêrin.
Di navbera salên 2025 û 2026’an de, pêvajoya hilbijartinê di çend qonaxan de pêk hat, di encamê de bi qasî du ji sêyan endamên encûmenê ji parêzgehên cûda yên Sûriyê hatin hilbijartin. Hejmara kursiyên ku ji her parêzgehekê re hatine veqetandin li gorî mezinahiya nifûsa wê û şert û mercên heyî yên li ser erdê diguherin.
Mekanîzma wiha bû:
Komîte û dezgehên hilbijartinê li parêzgehên Sûriyê hatin avakirin.
Van dezgehan nûnerên xwe bi awayekî nerasterast hilbijartin.
Nêzîkî du ji sêyan endamên Meclisa Gel (nêzîkî 140 endam) bi rêya van dezgehên herêmî hatin hilbijartin.
Serokkomarê Sûriyê Ehmed El-Şeraa sêyeka mayî (70 endam) tayîn kir. Piştre Meclis bi tevahî 210 endaman temam bû.
Li gorî dabeşkirina kursiyan a ragihandî, divê parêzgeh wiha werin temsîlkirin:
Hejmara Kursiyên Parêzgehan jî wiha bû:
Heleb 32
Şam 10
Gundewarê Şamê 12
Humis 12
Hema 12
Idlib 12
Dêrazorê 10
Hesekê 10
Laziqiyê 7
Deraa 6
Reqa 6
Tertûs 5
Siwêda 3
Quneytera 3
Bi tevahî 140 kursiyên hilbijartî, ji bilî 70 kursiyên ku ji hêla serok ve hatine tayînkirin ku bi tevahî digihîje 210 endaman.
Lê belê di pratîkê de hilbijartin li hemû parêzgehan neqediyan. Hilbijartinên li Parêzgeha Siwêdayê ji ber rewşa ewlehî û siyasî hatin paşxistin û ji ber vê yekê sê kursiyên wê dema ku encamên destpêkê hatin ragihandin vala man. Herwiha deverên li bakur-rojhilatê Sûriyê beriya ku temsîliyet bi dawî bibe rastî derengmayîn û zehmetiyan hatin. Hejmara kesên ku beşdarî dengdanê bûn ne ji nifûsa giştî bûn, lê dezgehên hilbijartinê yên herêmî (komên dengdêrên bijartî) bûn. Van kesan bi awayekî nerasterast du ji sêyan endamên encumenê hilbijartin. Ji ber vê yekê, xala sereke ya nakokiyê ne tenê hejmara kursiyan e, lê ew rastî ye ku hilbijartin nerasterast bûn û bi dezgehên hilbijartinê yên taybetî ve sînordar bûn, ne ku dengdanek giştî ku hemû welatiyan tê de beşdar bûn.
Temamkirina damezrandinê bi tayînkirinên serokkomar ve
70 kursiyên vala mabûn û li benda tayînkirinên serokkomar yên ku di Daxuyaniya Destûrî de hatine destnîşankirin, mabû. Di 1’ê Tîrmeha 2026’an de ew 70 endam hatin tayînkirin. Bi ragihandina lîsteya navên endamên parlamentoyê, hejmara endamên parlamentoyê temam bû, ji bilî nûnerên Parêzgeha Siwêdayê ku endamên wan hîn nehatine hilbijartin.
Navên 70 endamên ku ji hêla serokê hikumeta demkî ya Sûriyê Ehmed El Şeraa ve ji bo endametiya parlamentoya Sûriyeyê hatine destnîşankirin, wiha bûn: “Ferhan El Sebaî, Enes Mihemed El Ebda, Eymen Mihemed El Şuqeyrî, Ehmed Omer Zêdan, Ehmed Qedûr El Efdal, Ehmed Newaf El Cerba, Îsraa Zuhêr El Meşhûr, Bedir Muhyedîn Muhemed El Cemûsûrî, Husame El Dîn Mihemed Zekeriya Terterî, Husamedîn Mihemed Mecîd Rezma, Hesen Îbrahîm Dixêm, Hesen Mihemed Selîm Sûfan, Husên Ebdulrehman El Elî, Huseyîn Mihemed Esaf, Hemze Casim Qeblan, Hemûd Îbrahîm El Hamûd, Henan Îbrahîm El Belxî, Xeldûn Cemal El Ehmed El Ehmed, Xaldûn Cemal El Ehmed, Xelîl Derde El Ebdela, Dawa Ebdilhemîd El Ehmed, Ramî Şaher El Saleh, Rozîna Amer El Ledqanî, Siûd Feysel El Necras, Sumeya Murad Murad, Semîra Eymen El Watar, Suhêl Hebîb El Fadel, Subh Eqla El Bedah, Eyşe Mihemed Fehd El Dibs, Ebdul Hekîm Hewas Beşar, Ebdulhemîd Ekil El Awak, Ebdulrehman Mecham Mistefa, Ebdulkerîm Ehmed Berekat, Ebdullah Zuhêr El Zayid, Ebdul Munîm Mihemed El Nesîf, Ala Huseyn El Mûsa, Emad Yaqûb Berq, Omer Fewaz El Mihemed, Îsa Mihemed Îbrahîm, Fatima Ebdulletîf El Yûsif, Fatima Mihemed Heyder, Cebraîl Mûşî Kûriye, Lara Fethî Qadîd, Leys Wehîd El Balûs, Mueyad Hayîl Medîher, Mueyad Hayîl El Qeblawî Madona Suhêl Bişara. Mahir Ebdilwehab Elûş, Mihemed Îbrahîm El Zûbî, Mihemed Îbrahîm Hac Osman, Mihemed Ziyad El Rebat, Mihemed Seîd Ebdulqader El Heso, Mihemed Elî Mihemed Yasîn, Mihemed Nayîf Baelas, Mihemed Yasir Delwan, Mihemed Yasir Ebdulkerîm El Hamidî El Hemad, Mihemed Mûsa El Terîha, Merwa Mihemed Sobhî Toto, Mistefa Ebdulrehman Ebdî, Mistefa Yihya Akoş, Museb Xelîl Şêx Jad’an El Hafil, Muder Wefîq Hemdan, Munzir Ehmed Seras, Muharib Mihemed El Hemûd, Nasir Mihemed El Hemûd, Nasir Muhammed El Xerîs Herîrî, Necwa Behcet Qesas, Nûra Îlyas Necme, Huda Ebdulbasît Atasî, Heysem Yûsif El Maasas, Wadî Mihemed Hac Hemûd, Yasir Silêman Mensûr û Yihya Mihemed Îmad Îbrahîm.”
Paşguhkirin û sînordarkirina jin di nava tayîkirinên Parlementoya Sûriyê de
Tiştê herî balkêş ji bilî paşguhkirina tevahî gelên Sûriyê ya mafên dengdanê, paşgukirina “Jina Sûrî” ye ji ber ku piştî ragihandina temamkirina ferîmî ya lîsetaya parlemetoyê hate dîtin ku li gorî lîsteya dawî ya endaman, hjmara jinan di parlamentoyê de ji 210 endaman tenê 22 jin in, ango rêjeya jinan tenê ji Sedî 10.48 e. Ji wan, 7 ji hêla dezgehên hilbijartinê ve hatin hilbijartin, 15 jî hêla El Şaraa ve hatin destnîşankirin. Ev yek di vir de û derveyî vir de sîstema zihniyeta zayendperest a ku jin qebûl nake, dide eşkerekirin. Jina Sûrî berdêla herî giranbuha a Şoreşa Sûriyê daye, lê şeremeke herî mezin e ku li hemberî keda xwe rastî vê yekê tê. Lewra têkoşîna jinên Sûriyê dewam dike û sînordarkirina rêjeya jin bi van hejmaran nayê pijrandin, guhertina Sûriyê ji vê pirsgirêka bingehîn a zihniyetê dest pê dike.
Xala giştî ya van teyînkirina jî ew e ku parlamento bê îradeya gel hatiye avakirin
Di raya giştî de gotin endamên parlamentoyê hatine hilbijartin. Lê ya rast divê were gotin ku hilbijartin çênebû, lê endam jî ji aliyê hikumeta demkî ve hatine teyînkirin. Endamên parlamentoyê ji sêyan yek ji aliyê serokkomarê hikumeta niha ve hatin hilbijartin û yên dîtir ji aliyê desteyên ku serok tayîn kirine, hatin diyarkirin. Li ser vê bingehê her çiqasî ev kesên ku hatine teyînkirin bi rûyekê ji rûyên pişt perdeyê veşartî xwe bidin diyarkirin ku ew ê xebatê ji bo avakirina Sûriyê û gelê wê bidin meşandin, lê di teyînkirina wan de diyar e ku xebatên wan çawa wê werin birêvebirin, ger xema gel a esas ba, wê demê divyabû gel nûnerên xwe ji xwe re diyar bikin û dengê xwe bidin wan, ne ku deriyê dengdanê li pêşiya wan girtî ba.
Di vir de em hevrûkirinê li ser dema rêjîma Baasê û hikumeta niha bikin çi cudahiyên xwe hene
Dema ku dîroka parlementoyê di bin rêjîma Baasê de û prosedurên heyî yên ji bo avakirina parlementoyek nû tê lêkolînkirin, cudahiya di navbera parlementoya niha ya di qonaxa veguhêz de û Meclisa Gel a berê ya di bin rêjîma Baasê de dikare ji du perspektîfên sereke were zelalkirin: mekanîzmaya avakirina wê û cewhera rola wê ya siyasî.
Di bin rêjîma berê de, bi serokatiya Partiya Baasê Meclisa Gel bi rêya hilbijartinên giştî yên rasterast dihat hilbijartin. Lê belê pêşbaziya siyasî bi pratîkî bi çarçoveya Partiya Baas a Sosyalîst a Ereb û hevalbendên wê di Eniya Pêşverû ya Neteweyî de sînordar bû. Vê yekê bi piranî encamên hilbijartinê pêşwext diyar kir, di heman demê de şaxa yasadanînê li gorî şaxa rêveberiyê rêjeyek sînorkirî ya serxwebûnê parast.
Lê di parlementoya niha de, ew xwe naspêre hilbijartinên rasterast ên gel. Di şûna wê de ew bi rêya dezgehên hilbijartinê yên herêmî yên ku ji hêla rayedarên parêzgehan ve têne hilbijartin, ji bilî destnîşankirina hin endaman bi biryara hikumeta demkî ya Sûriyê, tê avakirin. Ev cûdahiyek di mekanîzmaya gihîştina parlementoyê de temsîl dike, lê di heman demê de ew di derbarê asta nûnertiya rasterast a gel û pileya beşdariya gel di hilbijartina wê de jî mijara nîqaşê dimîne.
Siberoja Sûriyê bi destûrekî demokratîk ve girêdayî ye
Di dawiyê de ev yek divê were gotin, “Sazkirina Sûriya nû, bingeha xwe ji dengê gel digre, bi taybet cihên ku herî zêde eleqedarî gel dike, divê temsîla gel tê de hebe. Bi rengê niha û zihniyeta heyî wê avabûna Sûriyê dereng bikeve, bi taybet qonaxa niha a ku giştî herêm tê re derbas dibe, wê bandoriyeke xwe ya mezin li ser siberoja Sûriyê hebe, Sûriyê jî ji wêraniyeke din re ne amade ye, hîna xwe bi ser hev de ne aniye. Lewam divê berjewendî û tevahî saziyên hikumeta demkî ya Sûriyê bikevin xizmeta gel de û siyasetên derve bandora xwe li ser Sûriyê nemînin. Ya girîng yekbûna gelên Sûriyê di destûrekî demokratîk de were avakirin. Ev jî hewcedarî guhertinên mezin e ku divê demildest pêk bên.”





