Ronahî Sadûn/Qamişlo
Salek li ser êrişên Siwêdayê derbas dibe, lê hîn jî rewşa ewlehiyê li Sûriyê ne aram e. Nebûna dadmendî, lêpirsîn û hesabpirsînê, bi berdewamî metirsiya dubarebûna komkujiyan li dijî komên etnîkî û olî zêde dike. Aştiya domdar tenê bi parastina mafên mirovan û darizandina sûcdaran pêktê.
Piştî hilweşîna rêjîma Eseed di Kanûna 2024’an de valahiya ewlehiyê li Sûriyê pêk hat, bi vekê ji aliyê komên bi ser hikumeta demkî ve zextên li ser netewan zêde bûn. Êrişên li ser civaka Durziyan li Sûriyê piştî guhertinên siyasî û leşkerî yên dawî bi taybetî piştî ketina rêjîma Eseed zêde bûne. Pêkhateya Durzî li herêma Siwêyda û derdora wê rastî êrişên komên çekdar û hêzên cuda tên. Bi taybet di Tîrmeha 2025’an de, li parêzgeha Siwêdayê komkujiyên li dijî civakên Durzî û Bedewî li Siwêdayê pêk hatin ku li gorî komîteya lêpirsînê ya hikumetê jî di encamê de herî kêm hezar û 760 kes hatin kuştin.
Bûyer ne tesadufî bûn bi paln bû
Bûyerên bi êş ên ku di sala 2025’an de li Sûriyê pêk hatin, ne kesan e yên serbixwe an jî tesadufî bûn. Ev bûyer piştî guherîna mezin a siyasî ya li welêt dest pê kir. Di 7’ê Kanûna 2025’an de rêjîma Baasê ku bi dehê salan li ser desthilatdariyê mabû hilweşiya û li şûna wê hikumeta demkî hat ser desthilatdariyê. Gelê Sûriyê hêvî dikir ku vê guherînê dê qonaxeke nû ya aramî, dadperwerî û hevjiyanê dest pê bike. Lê di demeke kurt de eşkere bû ku gelek herêm hîn jî di nav alozî, şer û tunebûna ewlehiyê de ne.
Di çend mehan de gotinên rojên destpêkê bi hilweşandina maskan hate eşkerekirin
Çend meh piştî hatina hikumeta demkî, gef û êriş li ser gelek komên civakî yên Sûriyê dest pê kir. Di serî de, li Berava Sûriyê hêzên çekdar û komên ku bi navê hêzên ewlehiya giştî dixebitîn, bi hinceta “paqijkirina bermahiyên rêjîma Baasê” operasyonên tund li dijî gelê Elewî kirin. Di encama van operasyonan de bi hezaran sivîl hatin kuştin, gelek kes birîndar bûn û hezaran malbat neçar man ku ji mal û warên xwe koç bikin. Ev trajedî di 6’ê Adara 2025’an de li Berava Sûriyê pêk hat û ji aliyê gelek aliyên mafên mirovan ve wekî yek ji bûyerên herî xwînmij ên wê demê hate binavkirin. Çend meh piştî van bûyeran, di 12 û 13’ê Tîrmeha 2025’an de Siwêdayê jî bû şahidê heman siyaseta tundûtûjiyê. Gelê Durzî rastî êrişên çekdar, kuştin, tirsandin û hewldanên têkbirina ewlehiya civakî hat. Piştî gelê Durzî li ser herêmên Kurdan û Rêveberiya Xweser a ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê êriş pêk hatin ku ev êriş di 6’ê Çileyê de li bajarê Helebê bi taybet li ser taxên Kurdan Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dest pê kirin û ber bi bajarên dîtir ve hatin, herî dawî ev êriş bi îmzekirina Peymana 29’ê Çileyê bidawî bûn. Lê van bûyeran careke din nîşan da ku gelek komên etnîkî û olî yên li Sûriyê hîn jî di metirsiyeke mezin de dijîn û nikarin xwe ewle hîs bikin.
Çend qonaxên êrişên li ser Siwêdayê
Destpêkirin êirşnan 11 û 13 Tîrmeha 2025’an: Kirîz piştî dizî û êrişeke mezhebî ji aliyê endamên eşirên bedewî ve li dijî bazirganekî sebzeyan ê Durzî li ser rêya Şam û Siwêdayê dest pê kir.
12’ê Tîrmehê: Komên Druz bi revandina endamên eşiran bersiv dan, da ku zextê bikin da ku kelûpelên dizîne vegerînin, di encamê de rewş zû veguherî revandinên beramberî hev.
13’ê Tîrmehê li bajarê Siwêdayê û gundên derdorê, di navbera herdu aliyan de şerên çekdarî yên tund û vekirî dest pê kirin.
Destwerdana leşkerî û lûtkeya xwînî nîvê Tîrmeha 2025’an Pêla yekem 14 û 16’ê Tîrmehê: Hêzên ji Wezaretên Parastin û Karên Hundir ên hikumeta demkî ji bo bidawîkirina pevçûnan destwerdan kirin. Lê belê destwerdana wan bi binpêkirinên berfireh û înfazan yên ku sivîlên Durzî hedef digirtin re, pêk hat.
Pêla duyem: Di 16’ê Tîrmehê de agirbestek hat îmzekirin û hêzên hikumetê vekişiyan. Lê dîsa rewş ne aram bû êriş dîsa pêk hatin.
Destwerdana Îsraîlê ya bi rengekî veşartî: Îsraîlê bi hinceta parastina Durziyan êrîşên hewayî û dagirkirinê pêk anîn, piştî vê êrişê rewşa siyasî û leşkerî ya li başûr hîn aloztir bû.
Agirbest û peyman di dawiya sala 2025’an di encama hewldanan hate kirin. Lê belê, parêzgeh rastî felcbûna aborî, wêraniyeke berfireh û rewşeke şînê ya giştî hat ku pîrozbahiyên cejnan betal kir.
Salek li ser êrişên xwînmij ên Siwêdayê: Komkujî, bêewlehî û metirsiya ku hîn jî didome
Salek di ser êrişên xwînmij ên li ser Siwêdayê ya Sûriyê re derbas dibe. Bi boneya salvgera van êrişan, îro em wê rojê bi bîr tînin ku di wê demê de gelê Durzî rastî yek ji xeternaktirîn êrişên salên dawî hat. Lê her çend salek derbas bûye, hê jî komkujî, êriş û bêewlehî li herêmê bi dawî nebûne. Berevajî wê, nîşaneyên heyî destnîşan dikin ku Siwêdayê hîn jî di nav plan û hesabên siyasî û leşkerî yên mezin de ye û her dem di hedefa êrişên nû de dimîne.
Bi hovitiyeke mezin li Siwêdayê kiryar hatin kirin
Li ser gelê Durzî êrişên giran hatin kirin ku di nav wan de înfazkirina sivîlan, bi zorê koçberkirina niştecihan, desteserkirina milk û malbatan, talankirina mal û milk û texrîbkirina cihên pîroz pêk hatin. Ev kiryar li gorî prensîbên mafê navneteweyî, dikarin wek sûcên giran û di şertên taybet de wek sûcên li dijî mirovahiyê bêne nirxandin. Herwiha ji êrişên li Beravê dest pê kirî heya bûyerên Siwêdayê û deverên Kurdan, hêj jî lêpirsînên serbixwe û dadperwer li dijî kesên ku berpirsiyar in nehatiye kirin û gelek ji wan nehatiye cezakirin. Nebûna lêpirsîn û hesabdankirinê bûye sedem ku êş û birînên civakên ku rastî van êrişan hatine zêde bibin. Dema ku kesên sûcdar bê ceza dimînin û jiyana xwe bi awayekî asayî didomînin, hesta bêdadmendiyê di nav qurbaniyan û malbatên wan de hîn zêdetir dibe. Ev rewş di heman demê de peyamekî neyînî ji bo pêşerojê jî dişîne ku sûc bê hesab maye. Ya ku li vir tê xuyakirin ev e ku pergala dadmendiyê li Sûriyê hêj nekariye erkê xwe bi awayekî serbixwe û adil bicih bîne. Dema ku sûcdar nayên lêpirsîn û cezakirin, şert û mercên ku sûcên nû dubare bibin hêsantir dibin. Ji ber vê yekê gelek kes vê rewşê wek nîşanekê dibînin ku di qonaxa nû ya Sûriyê de hîna jî maf, dadmendî û hesabdankirin bi awayekî rastîn nehatiye misogerkirin. Ev asta ku Sûriyê di qonaxa nû re pê re gihiştî.
Bi hezaran bû qurbanê êrişên li ser Siwêdayê
Bîlançoyên tekezkirî ku hejmara giştî ya kuştin û birîndarkiirina sivîlên bêguneh ên di êrişa ser Siwêdayê de bide diyarkirin tune ye, lê wekî ku di raporên Mafên Mirovan û yên NY de hatiye eşkerekirin ku bi hezaran kuştin û birîndarkirin pêk hatine. Li gorî wê jî ev yek hate eşkerekirin:
Lêpirsîn û darizandinên navneteweyî yên di Adar û Tîrmeha 2026’an:
Adara 2026’an: Komîteya Lêpirsînê ya Navneteweyî ya NY rapora xwe weşand ku kuştina zêdetirî hezar û 700 kesan belge dike û nîşan dide ku “sûcên şer ên muhtemel” hatine kirin. Komîteya Lêpirsînê ya Neteweyî ya Sûriyê jî rapora xwe ya dawî pêşkêşî Wezareta Dadê kir. Di heman demê de Komîteya Lêpirsînê ya Navneteweyî ya Serbixwe jî di meha Adara 2026’an de piştrast kir ku hejmara giştî ya kesên ku hatine kuştin ji bo hemû aliyên şer ji hezar 700 zêdetir e ku piraniya qurbanî û binpêkirinan di nav civak û gundên Durzî de kom bûne.
Rewşa Siwêdayê hîn di nava xeterî û gefan de ye
Salek piştî van êrişan, rewşa Siwêdayê hê jî bi tamî aram nebûye. Li gorî gelek çavkaniyan, planên siyasî û leşkerî yên li ser vê herêmê hîn jî didomin û metirsiyên êrişên nû her roj zêdetir dibin. Ev yek ne tenê ji bo gelê Durzî, lê ji bo hemû pêkhateyên Sûriyê peyamek e ku bêewlehî û nearmiya welêt hîn jî çareser nebûye.
Heya sucdar neyên darizandin wê metirsiya dubarebûna êriş û komkujiyan berdewam be
Bi vê yekê, bîranîna salvgera êrişên Siwêdayê ne tenê bîranîna trajediyeke xwînmij e, lê di heman demê de bangek e ji bo parastina mafên mirovan, rawestandina tundûtûjiyê û domandina hewildanên ku hemû gelên Sûriyê di nav aştiyekê de bijîn. Heya ku sûcdar neyên darizandin û mafên hemû pêkhateyên civakî neyên parastin, metirsiya dubarebûna van trajediyan dê herdem hebe.





