Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Kurd gihiştin sînorê azadiyê

12/07/2026
in QUNCIK NIVÎS
A A
Bi îdeolojiya zayendîperestiyê dijminatiya li hember jinê
Share on FacebookShare on Twitter

Berîtan Xalid

Şoreşa 19’ê Tîrmehê (Şoreşa Rojava) ku di sala 2012’an de li Kobanê dest pê kir, di dîroka Rojhilata Navîn de wekî “Şoreşa Jinê” tê naskirin. Jinan pêşengiya vê şoreşê kir û di avakirina pergala xweser de cih girt û bi têkoşîna xwe li dijî zihniyeta baviksalarî û çeteyan bûn sembola azadiyê.19’ê Tîrmehê di dîroka gelê Kurd û cîhanê de rojek taybet û dîrokî ye. 19ê Tîrmehê ji bo gelê kurd destpêka şoreşeke xwe avakirin û afirandinê ye. Şoreşa xwe parastin û rêxistinkirinê ye. Gelê kurd bi vê zanîn û kelecanê her sal Şoreşa 19ê Tîrmehê bi coş û kelecan pîroz dikin. Bi pêvajoya ku di 2011’an de dest pê kir û pê re, Tevgera Azadiyê gav bi gav ji bo Rojava, Bakurê Sûriyeyê û tevahiya Sûriyê û Rojhilata Navîn, proje pêş xist. Hemû rêyên din ku li Kurdan hatin ferzkirin qebûl nekir. Rêya sêyemîn esas girt û hilbijart. Her wiha li gorî wê xwe bi rêxistin kir. Vê tevgerê welatên wekî Îran, Tirkiye, Siûdî Erebîstan û Katar xistin nava tirsê. Di êrîşên li dijî gelên serî hildan de bi sedan kes hatin kuştin.Di rûpelên dîroka cîhanê de gelek mînakên serhildan û şoreşan hene. Gelek şoreş û serhildanên kurdan di dîrokê de cih girtine. Yek ji vanan Komara Mihabadê ye. Lê îro şoreşa 19ê Tîrmehê ku di nav rûyê dinyayê de nimûneya herî berbiçav û xurt e. Şoreşa ku karibû hemû pêkhateyan tev ol û mezhebên wan di hembêza xwe de di bin sîwaneke hevgirtî de bihewîne.19’ê Tîrmeha 2012an destpêka Şoreşa Rojava ye. Ji ber vê yekê wekî Şoreja 19ê Tîrmehê tê zanîn. Ev şoreşa ku di pêşengiya têkoşîna jinê de li Kobanê hat îlankirin, dibe hêviya tevahî karker, kedkar, ciwan, jin û gelên bindest. Şoreşa Rojava ku 13 sal li pey xwe hişt her sal li hemû cîhanê bi coşeke mezin tê pîrozkirin. Şoreşa Rojava ya ku li dijî çeteyên DAÎŞê ya ku dewleta Tirk xwedî kir bi berxwedana Kobanê navê xwe di dîrokê de da nivîsandin û di heman demê de bû şahîdê tevahî bindestên tevahî cîhanê. Ji welatên cuda bi sedan ciwanan ji bo parastina şoreşê di mewziyan de cihê xwe girtin û tevlî xebatên avakirina şoreşê bûn. Bi dehan şervanên enternasyonalîst ji bo parastina şoreşê canê xwe fidakirin.Şoreşa Rojava ku bingeha xwe ji Şoreşa 19ê Tîrmehê digre û ji bo hemû gelên cîhanê bûye çavkaniya hêviyê, ji bo hemû hêzên serdest jî bûye tirseke mezin. Hêzên şoreşa Rojava li dijî tevahî êrîşan xwedî hêz û vîna mezinkirina berxwedanê ne. Şervanên Bakur û Rojhilatê Sûrî yên wekî Xebat Dêrîk, Arîn Mîrkan, Sosin Bîrhat, Ferhad Erebo, Baran Serhed û Ehmed Şoreş ji bo parastina şoreşê heta dawiya dilopa xwîna xwe têkoşiyan û li ber xwe dan.

Şervanên Kurd ji bo şoreşa Rojava û destkeftiyên wê biparêzin, bi dil, can û hemû hêza xwe ya maddî û manevî amadene ku heta wawî van nirxan biparêzin. Şoreşa 19ê Tîrmehê bi têkoşîn û berxwedana jin û ciwanên Kurd, Ereb, Suryan, Asûrî, Ermen û tevahî gelên herêmê pêş ket û gihişt lûtkeyê. Şoreşa Rojava îro ji bo hamû gelên cîhanê yên têkoşîna aştî, demokrasî û azadiyê didin ji bo wan dibe mîna fanosa ronahiyê.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.