Tuesday, July 14, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘PKK’ sîwana yekitiya netewî ye

03/10/2019
in QUNCIK NIVÎS
A A
113 Roj
Share on FacebookShare on Twitter

Farûk SAKIK

Bi navê Kurdistan welatekî me hebû; Hatibû parçekirin. Parçekirin qîm nekir xwestin tune bikin, îmha bikin û asîmîle bikin. Kurdistan tu carî nehat 4 parçekirin. Hatibû parçe parçekirin. Kurd jî li dijî vê yekê têdikoşiyan. Şerê man û nemanê didan.

Dema ku ji bo azadiya Kurdistan têkoşînek bihata kirin, diviya li 4 beşan cûda cûda û bi tenê ji bo rizgariya wî parçeyî nehata dayin.

Di dîrokê de dema ku li hemû serhildanan em binêrin, hemû serhildan li herêmek an jî li parçeyek dest pê kirine. Herêmek li hewara herêmek, an jî parçeyek li hewara parçeyê din nediçû. Dijmin berî erîş bike, têkiliyên di navbera parçeyan de qût dikir. Ji ber van sedeman serhildan di demek kurt de têk diçûn. Û ev dibû sedem ku êdî kurd bi salan bikevin xewnek bêdengiyê. Ev yek jî wek qanikek, wek benîştek ketibû devê me û me digot; “ax yekitî…”

Heger hêzek derketa, heger rêberek derketa û hemû parçeyan, hemû herêman baniya cem hev, wê yekitî ava bibûya. Lê ev yek nedibû. Ta ku rojek gotin bi navê PKK tevgerek û bi navê Apo, rêberek derket qada rizgarkirina Kurdistanê. Piştî wê êdî roj bi roj yekitî dihat avakirin.

Çawabû: Em bûn şahid. Piştî ku PKK hat avakirin û li Kurdistan dest bi rêxistinbûnê kir, gelê kurd bi rastiya xwe, bi kurdayetiya xwe hesiya. Ew betona dijmin parçekir. Ji gelek tevger û rêxistinên kurdan şoreşger, ji tevgera xwe gût bûn û berê xwe dan vê tevgera nû.

Darbeya 12ê Îlona 1980yan bû sedem ku hemû tevger dest ji têkoşînê berdin. PKK  berovajiyê vê yekê li kêleka rêxistinbuna xwe ya îdeolojîk-siyasî, di warê leşkerî de jî derbasî merhelayek nû bû. Bi berxwedana zîndanan û bi pêngeva 15’ê Tebaxê bawerî da kurdan.

Û ew dem hat. Êdî yekitiya kurdan avadibû. Navenda “Yekitiya Neteweyî”  PKK bû. Ji her parçeyî, ji her herêmî,  kurd berê xwe didan nav vê tevgerê. Ji her deverî cîwan navnîşanek yekitiyê ji xwe re dîtin û hatin li çiyayê Kurdistan bûne yek, bûne gerîlla û şer kirin. Li deştê, li bajêr û li gundan gelê kurd bi kurdayetiya xwe hesiyan, dest bi sehildanan kirin.

PKK ev yek dît û xwest vê yekitiyê mîsoger bike. Sazî û navendên ku ji vê yekitiyê re xizmet bikin avakir. Yek ji wan saziyan jî Kongreya Netewî ya Kurdistanê KNK ye. KNK bi salaye, ji bo ku wan kes û tevgerên li derveyî vê pêla yekitiyê mane, birêxistin bike têdikoşe. Gelek pêş de çû û bi serket jî.

Li aliyê din, rastiya ku PKK sîwana yekitiya neteweyîye; ji aliyê dijmin û dagirkerên Kurdistan ve jî hatiye îtirafkirin. Dagirker jî bawerin ku PKK ji yekitiya Kurdistanê re pêşengî dike. Ji bo vê yekê jî di hedefa wan de bitenê PKK heye.

Heger ev yek wiha be, divê kurdên her tim behsa yekitiyê dikin, dibin sîwana PKK’ê de werin cem hev û li PKKê xwedî derkevin.

PKK partiyek an jî tevgerek nîne. Ka, derkevin qadan û ji nifşên nuh, an jî ji kesên ne kurdin bipirsin, wateya PKK’ê çiye? Tu kes wê bersiva “Partiya Karkerên Kurdistan” nede we. “PKK” peyvek e, ku di nav kurdan de pîroz û aliyek wê jî ruhanî ye. Herkesî pê bawerî aniye. Îroj PKK bixwaze xwe tasfîye bike jî, wê nikaribe.

Hin pêşengên PKKê jî di axaftinên xwe de mutevazî tevdigerin û naxwazin vê rastiyê raste rast binav bikin. Ev yek zirarê dide yekitiyê. Ji rewşenbîran jî dixwazin, di warê yekitiya netewî de realîst bin. Realîte eve.

Me di destpêkê de got; ji bo yekitiya netewî pêdivî bi hêzek û rêberek heye. Heta roja me ev yek tunebû lê di vê serdemê de navê vê hêza ku sîwana yekitiyê dike, PKK ye û rêber jî Abdûllah Ocalan e.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû
NÛÇE

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû

14/07/2026
Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn
NÛÇE

Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn

14/07/2026
Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
JIN

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin
ROJEV

Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin

14/07/2026
Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.