Medenî FERHO
Îro, mijara me diyalektîka cografya ye, em ê bi gotina “cografya destînî ye”, dest pê bikin, balê bikişînin ser korkirina bi çek ya vê destîniya Kurdan û bi gotina Ocalan, “rêxistinkirina gelê bi çek” û “gihiştina gelê têkoşer” bi dawî bikin.
Cografya, senteza mirov e, di nava xwe de soyolojî, kultur û bedenê diragire. Lewma, cografya wek emanetê pîroz hatiye dîtin; bavukalan, dayik û dapîran ev emanate pîroz, bi serpêhatî, ked û xwînê radestî nifşên pey xwe re kirine.
Cografya hebûna mirov e, ev rastî sosyolojîk e, di aliyê zanistî dîrokî de, têkiliya mirov û mekân e… Civakek bê cografya nîne, hebe eger, yan dewşîrmê ye, yan jî qereçî!…
Kurd û cografya Kurdistanê, reng dane hev û hev temam kirine; di destan û çîrokan de ev rastî xuya dike. Homerosên Kurdên nû, hêdî hêdî derdikevine holê, çîrok û destanan dikine dîrok.
Faşîzma dewşîrme, demeke dirêje ku qirkirina cografya Kurdistanê, (mirov, aborî, kultur, ziman û dîrok), dikin.
Piştî şerê cîhanê yê 2mîn, hişmendiya mirovahiyê di parastina cografya de hate guhertin, cografya wek mîrate, nirxê hevpar, dewlemendî û çavkaniya jiyane hate dîtin. Neteweyên Yekbûyî-UNEP,(1972) Yekîtriya Ewropa, saziyên weke EUROGEO avakirin, AGÎT jî parastina cografa, bi pragmatîka pirralî kirin rojeva xwe.
Mixabin, di parastina cografya Kurdistanê de, cîhan û tevahiya saziyan kerr û lal û kor in.
Cografya Kurdistanê, bi folklor û stranên Kurdî hinekî bi disîplînê bû, li di aliyê nivîskî de organize nebû. Civak, dîrok, kultura bi disiplîn, ji yekîtiyê jî dûr mabû. Civakek wisa jî nikare xwe, ji korkirina destîniya bi çek rizgar bike.
Lewma gotina Ocalan, “rêxistinkirina gelê bi çek” û “gihiştina gelê têkoşer” giring e.
Kurd, li hemberî qirkirina bi çek, mecbur man serî li çek bidin. Sedem jî, faşîzma dewşirme ye, ev cure faşîzm jî, bi gotina “dewletek heydut” e, “dewletek terorê” ye,û “dînazor” e dihate binavkirin.
Cîhan, faşîzma li Kurdistanê dibîne; di parlamentoyan de, di sempozyum û konferansan de, di hevdîtinên diplomatic de, di raporên saziyên mafên mirovan de, di raporên NY û YE de, ev mijar gelek caran cih girt. Lê heta îro, gavek ne hate avêtin
Qirkirina cofrafya Kurdistanê, li çar parçeyan dewam dike. Dixwazin gel, mahkumî tirsê bikin û bikin kole, hêdî hêdî dûçarî lanetbûnê bikin. Lanetbûn, qutbûna bi jiyanê re, dûrkertina ji diyalektîka xwezayê ye…
Gelê Cihu, di Tewrata ku her dem hêvî diafirandin de zindî bû, bi hêz bû.
Gelê Kurd jî, di paradigmeya Ocalan de zindî bû, enerjiyek kollektîf bidestxist û parastina emanate pîroz dike. Mixabin, cerdevan, tilbet û noker pirr hene, dive ev baskên ku ji rûmeta Kurdîtiyê dûr ketine li xwe vegerin. Faşîzm nabe bav û birayê wan.
Dîrok bi cografya ve girêdayî ye. Dibêjin, dar ji qemûşka xwe ve kat dide, cografya jî qamuşka gelan e, eger cografya nebe, veketin û hebûna gelan jî çênabe.
Weke her rûerda cîhanê li Kurdistanê jî, her sibeh roj dihile; mixabin şevên Kurdistanê bi kabusan derbas dibin, roj hilat jî dibe destpêka kabûsan. Ev trajedî, ne tenê dagirkerî ye, tunekirin e, dema cografya tune bû, noker, cerdevan û her cure hevalbendên dewşirmeyan jî wê tune bibin.
Lewma, bare parastina emanate pîroz ne tenê li ser milê Gerilla û welatparêzan e, bare her Kurdî ye û her Kurd, dive bibê aktivîstê parastina emanate pîroz. Divê Kurdên ligel faşîzma dewşirme cih girtine; gotina Gandhi, “Ez desturê nadim ku lingên qirêj di atlasê mêjiyê min de bigerin” ji xwe re bike dustur.
Ocalan jî dibêje; “encama îro ne demkî ye, dîrokî ye û ne ji bo kesan e, ji bo civaka giştî ye.”
Ev jî sosyolojiya azadiyê û zimanê dilaketîka roja me ye.






