Tuesday, July 14, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bizina gunahbar bûyîn

01/10/2019
in QUNCIK NIVÎS
A A
Xwar rûne lê rast biaxive
Share on FacebookShare on Twitter

Qasim ENGÎN

Di mîtolojiya Cihûyan de mijara Bizina Gunahbar heye. Li gorî wê dema ku di navbera mirovan de tiştên xirab û nabeş rû didin, Cihû li hev kom dibin, sedemên van tiştên xirab yên ku rû dane nîqaş dikin. Ji bo xwedê wan afû bikin, bizineke ku baş hatiye xwedî kirin hildigirin, sucên xwe ango gûnehên xwe li vê bizinê bar dikin û di nava çolê de berdidin. Malûme çi ji serê wê bizinê were. Bizina Gunehbar dibe bedela ku gunehên yên heyîn bidin afû kirin.

Pir balkêş e ku îro li Suriye heta li seransarê Rojhilata Navarast Kurd di milê hêzên Navdewletî de -NY jî tê de- wek Bizina Gunahbar tê destgirtin û wan pêşwaziya xwedêyên roja îro dikin.

Xwedêyên demê jî dewleta tirka bi serokkomarê xwe Erdoxan’e, yê ku ji bo kuştina mirovan li seranserê Rojhilita Navarast heta wek me di çalakiyên DAÎŞ’ê li Ewrupa de dît, fermanan dide.

Her wiha rejîma Suriye ku bi nêzîkbûyînên xwe yên antî demokratîk, otorîter û dij mirovî bû sedema kuştin û koçberkirina bi mîlyonanan mirovan li Suriye.

Dîsa Îran’a ku di seranserê Rojhilata Navarast de ji bo kes êrîşa nebe ser wan, şerê xwe belavî seranserê Rojhilata Navarast dike û rê vedike ku alozî hîna kûrtir bibin.

Gelo, Kurdên ku wek Bizina Gunahbar tê destgirin kî ne? Kurd ew kesên ku bi hemwelatiyên xwe yên Ereb, Suryan, Ermen, Çerkez, Turkman, dijî rêxistina herî hov û xwînxar ya mirovahî DAIŞ, bi hemû hêza xwe şer kirine, bi ruheke bilind 11 hezar şervanên xwe fedakirine da ku xeteriya li ser giştî cîhanê were sekinandin e. Mixabin ruxmê ku şervanên azadiyê yên Rojava xwe ji bo giştî cîhanê feda kirin, ya ku kete para wan ew bû ku bi piştgiriya Rusan, Amerîkiyan û bi bêdengiya dewletên Ewropa Efrîn di milê dewleta tirk de hate dagirkirin û qirkirinek mezin li ser gelê Efrîn tê meşandin e.

Erê xwe ji bo giştî mirovahî feda bike û bila ew jî te wek Bizina Gunehbar bigirin û bişînin çolê ango bila te bifroşin!

Heman Kurd di milê dewleta tirk de îro li Bakurê Kurdistan her roj bi êrîşan rû bi rû dimînin. Her wiha dewleta Erdoxan dest datîne ser şarederiyên wan û bi hezaran siyasetmedarên wan diavêjin zindanan.

Heman dewleta tirk her roj êrîşa dibe ser Başûrê Kurdistan û dagir dike.

Ev têrê nake heman serokkomarê dewleta tirk di pêşiya giştî cîhanê de di bin sêwana NY de ber çavê herkesî vekirî tîne ziman ku wê çawa Rojava dagirbike û wê çawa bi demografya wê bileyze. Qaşo ji bo çend mîlyon multeciyên ku wî bi xwe li Suriye biriye Tirkiye li Rojava bi cih bike!

Gelo li wê erdîngariya ku jê re Bakurê Rojhilatê Suriye tê gotin, mirov na jîn?

Gelo ew derê çola Saara ye?

Li ser vê yên ku herî zêde bedel dane û bûne parêzvanên mirovahî, di nava nîqaşên derbarê Komîsyona Destûra Nû ya Suriye de cihê xwe jî nagirin. Kî cihê xwe digire, diyare. Ji vê re jî malavanî qaşo NY dike.

Ka bi gotinên we keç û xortên Kurdan xwe ji bo giştî mirovahî feda kiribûn?

Gelo, bedela fedakirina keç û xortên Kurdan bûyîna Bizina Gunehbar e?

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû
NÛÇE

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû

14/07/2026
Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn
NÛÇE

Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn

14/07/2026
Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
JIN

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin
ROJEV

Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin

14/07/2026
Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.