Navenda Nûçeyan
Wesîqeya Medîneyê yan jî “Destûra Medîneyê” belgeyeke dîrokî, siyasî û civakî ye ku ji aliyê Pêxember Mihemed ve di sala 622’yan a zayînî (Salek piştî Koçberiyê) piştî koçkirina ji bo Medîneyê hatiye amadekirin. Rêber Apo di serdema heyî de tekezî li ser girîngiya wê û vegera misilmanan û civakan ya ji bo vê peymanê dike.
Ev peyman weke yek ji yekemîn destûrên nivîskî di dîroka mirovahiyê de tê qebûlkirin ku armanca wê birêxistinkirina peywendiyên navbera pêkhateyên cuda yên Medîneyê bû.
Ev peyman di navbera gelek aliyên cuda de hatîye îmzekirin, ji wan: Koçberên ku ji Mekeyê koç kiribûn (Mihacir), Alîkar (Ensar) ango xelkê resen ê Medîneyê (eşîrên Evs û Hecrec) ku baweriya wan bi ola Îslamê hebû. Her wiha eşîrên cuda yên Cihûyan ku li Medîneyê dijiyan (mîna Benî Qureyza, Benî Qeynuqa û Benî Nedîr) û pûtperestên Medîneyê, yên ku hîna li ser ola xwe bûn, lê belê amadeyî lihevkirinê bûn.
Peymannameya ku ji 52 bendan pêkhatibû, balê dikişîne ser çend pîvanên sereke, ji wan
-Azadiya ol û baweriyê: Cihû dê li ser ola xwe bin û Misilman jî li ser ola xwe bin. Tu kes ji ber baweriya xwe nayê çewisandin. Weke hevwelatiyên weke hev ên misilman mafên wan hebûn.
-Parastina hevpar: Eger Medîne rûbirûyî êrişeke derve biba, pir caran neçar bûn ku hemû alî (Misilman, Cihû û yên din jî) bi hev re parastina bajêr bikin û lêçûna şer li ser milê hemûyan bû.
-Yekrêziya li beramberî zilmê: Nedibû tu eşîrek piştgiriya zaliman (dijmin) bike, her çend ew zalim kurê yekî ji wan bixwe be jî ev nabe.
-Serweriya yasa û dadweriyê: Pêxember Mihemed (s.a.w) weke merciyê bilind û dadwerê dawî yê diyarkirî ji bo çareserkirina her nakokiyekê ku di navbera hozan de derdiket, hatibû destnîşankirin.
-Qedexekirina hevkariya bi dijmin re: Mafê tu aliyek nebû ku berê xwe bide Qureyşiyan (niştecîhên Mekeyê yên ku dijî Misilmanan bûn) yan jî hevkariya wan bike.
Girîngiya dîrokî ya peymanê
Ev peymanname yekem car têgeha “Ummet” yan jî hemwelatîbûnê anî holê, ew ne li ser bingeha eşîrtî û xwînê bû, ew li ser bingeha niştecihbûn û girêdana bi peymanê re hatibû avakirin.
Herwiha tevî ku maf û erkên kesane yên olî di çarçoveya yasayî de bicih kir, Medîne ji şerê dirêj ê navxweyî yê di navbera eşîrên Evs û Hecrecê de jî rizgar kir.
Peymana Medîneyê ne tenê belgeyek dîrokî ye, belkî modelekî pêşeng e ji bo têgeha hevwelatîbûn û pêkvejiyana aştiyane
Çima Rêber Apo vê wesîqeyê girîng dibîne
. Pîvanên demokratîk ên di nav vê peymanê de, dikarin weke nexşerêyeke sereke ji bo çareserkirina qeyranên neteweyî û olî yên mirovahiya îro werin bikaranîn. Ji ber vê yekê Rêber Apo di rêya Pêvajoya Aştî û Civaka demokratîk re însiyatîfa wê kiriye.
Lewma Rêber Apo dibêje: “Peymana Medîneyê peymaneke civakî ya demokratîke ku rê dide bîrûbawerî, nasname, çand û komên cihêreng; mafê parastina resenî û taybetmendiyên xwe dide wan. Herwiha hemûyan li ser bingeha jiyaneke hevpar bi hev ve girê dide. Ev peyman yek ji modelên destpêkê yên parastina piralîparêziya demokratîk û yekîtiyê ye di dîroka mirovahiyê de.”






