Lîloz Hisên/Qamişlo
Li herêma Cizîrê kirîzeke cidî ya kêmbûna sotemeniyê derketiye holê, ev kêmbûn bi awayekî rasterast bandor li ser warê jiyanî û sektorên xizmetguzariyê kiriye. Di encamê de lêçûnên veguestin, elktirîk û nan bilind bûye.
Li giştî Sûriyê niha kirîzeke ji ya 2011’an bêtir tê jiyan kirin, bi taybetî di warê sotemeniyê de, ku ev yek bandora xwe li ser gelek qadên jiyanî kiriye, li hemberî vê yekê gelê Sûriyê di xizaniyeke mezin rû bi rû ne. Ev rewşa ku tê rûdan di demekê de ku hêviyên gelê Sûriyê mezin bûn ku were guhertin, bi taybet piştî hilwişandina rêjîmê û rakirina cezayên aborî yên li ser Sûriyê. Lê mixabin berovajî van hêviyan tên jiyan kirin. Gelo ev siyaseteke ku çawaye li ser Sûriyê tê meşandin, armanc jê çiye û wê ev yek berdewam bike? Di encama bersvdayîna van pirsan de divê ku were gotin, berdewamiya vê rewşê wê karîsatên mezin bi xwe re bîne.
Di nava vê kirîzê de herêma Cizîrê jî şahîdiyê vê rewşê dike ku di dema dawî de, kirîzke kur ya kêmbûna sotemeniyê bi taybet dabînkirina madeya mazotê derketiye holê, ev kirîz bandoreke mezin li ser hemû qadên jiyanî û xizmnetguzarî kiriye, ji nan bigre heya lêçûnên veguhestin û elktrîkê. Wekî din kêmbûneke berbiçav di warê avê û komkirina çopê li bajaran hatiye kirin.
Bilindbûna kiriya veguhestina erebeyên hundirîn li Qamişlo
Ajokarên servîsan yên xeta veguhestina hunirdîn a Nexweşxaneya Gel-Hîzamê li bajarê Qamişlo, kiriya her welatiyekî bo vegujestinê ji 3’ê hezarên lîreya Sûriyê kirin 5 hezarên lîreya Sûriyê. Ev yek hat kirin piştî rawestandina wergirtina mazota piştgirî ji hefteyê ve. Li gorî Ajokaran ew neçar dibinn ku mazota azad bi buhayeke bilind bikrin ku gihaştiye 13 heya 14 hezarên lîreya Sûriyê.
Rawestandina wergirtina mazotê bo sarîcên avê li Hesekê
Em berê xwe bidin bajarê Hesekê, ku berê jî kirîzeke mezin ji aliyê dabînkirina avê dikşînin ji ber rawestandina ava Elok ji sala 2019’an ve, vê carê ji ber kêmbûn û bilindbûna mazotê sarîcên avê hatine rawestandin û li gorî şêniyan jî her sarîceke av buhayê wê gihîştiye 50 hezarên lîreya Sûriyê.
Guhertin di hilberîna nanê Siyahî de
Finreyên nanê Siyahî jî ji ber bilindbûna buhayê sotemeniyê bandor li wan hatiye kirin, piştî rawestandina firneyan rojekê, pakêteke nanê Siyahî bi buhayê 6 hezarên lîreya Sûrî dê bê firotin. Di heman demê de giraniya her pakêtekê ji 600 gramî bû 500 gramî heya demeke ne diyarkirî ku nirxek nû li gorî bilindbûna lêçûnên hilberînê were pejirandin.
Kombûna çopê ji ber rawestandina erebeyên paqijiyê
Çend kolan û rêyên sereke li bajarê Hesekê şahîdiyê kombûna çopê hatiye kirin, ji ber rawestandina erebeyên avêtina çopê di encama nebûna madeya mazotê. Piştre dîsa ket xizmetê dema ku rêjeyeke diyarkirî ji mazotê har wergirtin.
Bilindbûna buhayê di jeneratorê elktrîkê de
Guhertinên nû di sîstema xebitandina jeneratorên elktrîkê de hatin pejirandin, ku tê de demjimêrên piştgiriyê yên ku ji jeneratorên 24 demjimêran re hatine veqetandin bo 8 demjimêrên mazota piştgirî û 16 demjimêrên ku bi mazota azad, hatin kêmkirin, ku ev yek bû sedema zêdebûna buhayê her amperek abonetiyê di navbera 27 û 29 dolarên Amerîkî de piştî ku ew tenê 14 dolar bû.
Ev geşedan û pêşektinên ku di warê sotemeniyê derketiye û bûye kirîzereke cidî, êdî ne tenê bandorê li ser sektorekê dike, lê belê bi awayekî rasterast li ser tevahiya xizmetguzariyên sereke û jiyana şêniyan ya rojane dike. Di nava daxwazên acil a dîtina çaresriyên lezgîn ji bo misogeriya aramiya sektorên xizmetguzarî û barên aborî yên zêde li ser welatiyan sivik bikin.






