Wednesday, June 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Lîbya; Qonaxa veguhêz û amadekirina destûra welat

23/06/2026
in NÛÇE
A A
Lîbya; Qonaxa veguhêz û amadekirina destûra welat
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Ji sala 2011’an ve Lîbya dibe şahida rêzeqonaxên veguhêz ên li pey hev. Encumena Veguhêz a Neteweyî piştî hilweşîna rejîma Qezafî dest pê kir, piştre hikumeta Wîfaq bi serokatiya Fayez Elserrac ku di bin Peymana Sexîrat a 2015’an de hate damezrandin. Lîbya niha rastî guherînê tê, gelo destûreke çawa jê re guncav e?

Lîbya niha ji ber dabeşbûneke siyasî di navbera du hikumetan de ye, yek li rojavayê welêt bi serokatiya Debîbe û yek jî li rojhilat û hin beşên başûr bi serokatiya Usame Hammad ku ji aliyê parlamentoyê ve hatiye erkdarkirin û ji aliyê Artêşa Niştîmanî ya bi serokatiya Mareşal Xelîfe Haftar ve tê piştgirîkirin.

Referandomek li ser reşnivîsa destûrê û pejirandina wê dê hilweşîna van saziyan misoger bike û rê li ber aramiya sazûmanî ya mayînde veke. Li gorî endamên Meclisa Nivîsandina Destûrê, ji wan Salah Ebû Xuzam, hişyarî hat kirin ku rawestandina reşnivîsê xizmeta domandina saziyên siyasî yên heyî dike û da destnîşankirin ku nebûna referandomê dabeşbûnê xurtir dike.

Serokê Meclisa Nivîsandina Destûra Bingehîn a Lîbyayê, Muraje Elî Nûh, piştrast kir ku referandûmek li ser projeya destûra bingehîn a ku ji hêla meclisê ve hatiye amadekirin, rêya baş ji bo derketina ji krîza Lîbyayê temsîl dike. Wî da zanîn girêdana destûra demkî bi qonaxên veguhêz ên demkî re dibe sedema dirêjkirina dabeşbûna siyasî.

Nûh got ku gelê Lîbyayê endamên Meclisê hilbijartin û erkdar kirin ji bo destûrekê çêbikin ku dewleteke hiqûq û saziyan ava bike. Ev yek projeya destûra bingehîn a 2017’an dike destkeftiya neteweyî ya herî berbiçav ku ji pêvajoyeke demokratîk a rewa derdikeve holê û ew peymana civakî ya mayînde ya dewletê temsîl dike.

Daxuyaniyên Nûh di nav gelek destpêşxeriyên navneteweyî de tên, ev insyatîf bi armanca çareserkirina kirîza Lîbyayê. Ya herî dawî ji van pêvajoya diyaloga xurt a ku ji hêla misyona NYA’yî ve tê piştgirîkirin. Ev pêvajo ji bo amadekariya hilbijartinan demeke veguhêz a ku ji 24 mehan derbas nabe pêşniyar dike. Ev ji bilî destpêşxeriya Amerîkî ya bi navê Insyatîfa Paul e ku banga yekkirina desthilatdariyên heyî li rojhilat û rojavayê Lîbiyayê dike, hem jî daxwaza pêkanîna hilbijartinên serokatiyê û parlemantoyê dike, ev yek bêyî ku demek diyarkirî jê re hebe, lê tenê diyar dike ku ev pêvajo dê di zûtirîn dem de pêkwere.

Ji ber nakokiyên siyasî destûr nehatiye nivîsîn

Hilbijartina Meclisa Nivîsandina Destûrê di sala 2013’an de di avakirina dewleta nû ya Lîbyayê de qonaxek girîng nîşan da, ji ber ku erkê wê nivîsandina destûreke mayînde ji bo welêt bû.

Piştî salan ji nîqaş û diyalogan, Meclisê di sala 2017’an de projeya destûr pejirand. Lê belê belge hîn ji bo referandûmeke giştî nehatiye pêşkêşkirin û bûye yek ji mijarên herî tevlihev û nakok di rewşa Lîbyayê de.

Di vê qonaxê de danezana destûrî ya demkî ya ku di sala 2011’an de hate amadekirin heta sala 2023’an sêzdeh guhertin derbas kirin, bêyî ku welat ji qonaxa veguhêz derkeve, bi ser bikeve an jî hilbijartinên serokatiyê û parlementoyê li dar bixe.

Li gel gelek insyatîfên herêmî û navneteweyî Lîbya hîn jî di nava pencên rêkeftinên veguhêz ên li pey hev de ye, ji ber ku lihevkirinek li ser çarçoveyek destûrî ya aram ji bo bidawîkirina dabeşbûna siyasî û sazûmanî hîn jî ne diyar e.

Dûrxistin û paşguhkirin

Serokê Meclisa Nivîsandina Destûra Bingehîn a Lîbyayê, Muraje Elî Nûh dibîne ku dûrxistina projeya destûra bingehîn a 2017’an herweha paşguhkirina destûra serxwebûnê ya 1951’an ji ber sedemên siyasî derdikeve ne ji ber nakokiyên qanûnî.

Nûh rave kir ku pejirandina projeya destûrî dê were wateya veguheztina ji pêvajoya veguhêz ber bi fermiyetê ve, ev yek ji bo gihîştina çarçoveyek destûra bingehîn a dawîn bi rêya referandûmek gelêrî.

Pisporên qanûnî û kesên mijîûlî mijarên destûrî dibin, destnîşan dikin ku kirîz bi salan e ji nakokiyên teknîkî û qanûnî derbas bûye û bûye nîşana nakokiyek kûrtir a di derbarê şêwazê siberoja dewletê, xwezaya pergala rêveberiyê û mekanîzmayên belavkirina desthilatdariyê de.

Ragihandina destûrî ya demkî

Rêvebirê Ofîsa Piştgiriya Siyaseta Parlamentoyê û Lêkolînê li Meclîsa Nûneran Abdul Wahid Allafî da zanîn ku bingeha pirsgirêkê di xwezaya daxuyaniya destûrî de ye û got, “Ragihandina destûrî ya 2011’an ne wekî çarçoveyek mayînde ji bo rêveberiyê hatiye amadekirin, lê belê wekî rêkeftinek demkî ji bo rêvebirina demek kurt a veguhêz piştî hilweşîna rejîma berê hatiye çêkirin. Kesên ku ragihandina destûrî nivîsandine pêşbînî nedikirin ku serdema veguhêz dê bigihîje 15 salan, sedema vê yekê hebûna du hikûmetên reqabetkar, dabeşbûna saziyan, pirbûna saziyên serwer û belavbûna berdewam a çekên bêserûber bû. Guhertina destûrî ya 13’an rê da komîteya “6+6” ku qanûnên hilbijartinê binivîse, lê ew nekarî xalên bingehîn ên nakokiyên têkildarî şertên mafdariyê ji bo namzetên serokatiyê, nemaze yên têkildarî personelên leşkerî û hemwelatiyên dualî herwiha nakokiya li ser desthilata rêveberiyê ya ku çavdêriya pêvajoya hilbijartinê dike, çareser bike. Hewla çareserkirina rewşa siyasî ya aloz bi amûrên qanûnî yên ku ji bo demek veguhêz a sînorkirî hatine çêkirin, lê li şûna çareserkirina wê, ew bûye sedema dirêjkirina kirîzê.

Çima referandom rawestiyaye?

Tevî ku Meclisa Nivîsandina Destûrê berî çend salan karê xwe temam kiribû jî, reşnivîsa destûrê hîn negihîştiye qonaxa referandomeke gelêrî û tê texmînkirin ku xaleke guhêrbar a ber bi rewatiya destûrî ve nîşan bide. Ellafî destnîşan kir ku rêya asayî ya çalakiyê ew bû ku reşnivîs demildest piştî meclis karê xwe biqedîne, bikeve referandûmê. Lê belê, ev yek bi astengiyên qanûnî û siyasî yên li pey hev re rû bi rû ma û bi neqebûlkirinên dadwerî dest pê kir, hem jî bi nakokiyên li ser qanûnên referandûmê û desthilatên Meclisa Nûneran berdewam kir û bi guherîna hevsengiya hêza siyasî ji sala 2017’an vir ve gihîşt lûtkeyê. Ellafî tekez kir ku sedema paşxistina referandûmê ji yasayî bêtir siyasî bû.

Gelo reşnivîsa destûrî kevn bûye?

Pisporên Lîbiyayê li ser derbasdariya reşnivîsa destûrê piştî nêzîkî deh salan ji temamkirina wê, li hev nakin.

Jaziyah Shaiter û Ebdul Wahid Allafî dibêjin ku veguherînên siyasî û civakî yên ku Lîbyayê derbas kiriye, ji bo misogerkirina lihevhatina reşnivîsê bi rastiya heyî re, sererastkirinan hewce dike. Mamosteyê Beşa Zagonî di zanîngeha Terablis de Elhadî Bohamra vê nêrînê red dike û tekez dike ku destûr ji bo armancên demdirêj têne nivîsandin û bi demên diyarkirî ve girêdayî nînin. Bohamra destnîşan dike ku derbasbûna salan nirxa qanûnî an siyasî ya reşnivîsê kêm nake û pejirandina wê bi rêya referandomê nayê wê wateyê ku ew bi awayekî mayînde were rawestandin, ji ber ku ew dikare paşê li gorî mekanîzmayên destûrî yên di pergalên demokratîk de têne bikaranîn were, sererastkirin.

Destûra 1951’ê riya çareseriyê ye?

Ji sala 2011’an vir ve Lîbya di gelek rêze ragihandinên destûrî, peymanên siyasî û gelek pêvajoyên diyalogê re derbas bûye. Encûmena Veguhêz a Neteweyî di Tebaxa 2011’an de ji bo rêvebirina qonaxa veguhêz danezana destûrî ya demkî derxist.

Danezan ji 37 xalan pêkdihat, prensîbên dewletê, maf û azadiya civakê, desthilat, serxwebûna dadwerî û mekanîzmayên ji bo veguhêztina demokratîk destnîşan dikirin, ev yek berî ku rêzeguhertinên dirêj derbas bike.

Bi hilbijartina Meclisa Damezrîner di 2013’an de, hat diyarkirin ku Lîbya nêzîkî avakirina makezagoneke mayînde bû. Lê belê projeya destûrê nehat bicîhanîn û qet negiha qonaxa referandomeke giştî.

Her ku rewşa bêçare berdewam kir, nîqaşa li ser alternatîfên pêkan ji bo derbaskirina kirîza destûrî, bi taybetî bangên ji bo vegera destûra serxwebûnê ya 1951’ê, ji nû ve derket holê.

Tevî ku pêvajoya destûrî hîn jî di nav astengiyan de ye, nîqaş li ser destûra serxwebûnê ya 1951’ê wekî yek ji vebijarkên çareserkirina kirîzê têne kirin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Wesîqeya Medîneyê çi ye û çima Rêber Apo wê girîng dibîne?
NÛÇE

Wesîqeya Medîneyê çi ye û çima Rêber Apo wê girîng dibîne?

23/06/2026
Lîbya; Qonaxa veguhêz û amadekirina destûra welat
NÛÇE

Lîbya; Qonaxa veguhêz û amadekirina destûra welat

23/06/2026
Welatiyên Qamişlo ji bo kêmkirina nirêxn sotemenî û kelûpelan meşeke lidarxistin
NÛÇE

Welatiyên Qamişlo ji bo kêmkirina nirêxn sotemenî û kelûpelan meşeke lidarxistin

23/06/2026
Li bajarê Dêrikê bawernameyên xwendekaran hatin belavkirin
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê bawernameyên xwendekaran hatin belavkirin

23/06/2026
Ajokarên Qamişlo çalakiyeke protêsto lidar xistin
NÛÇE

Ajokarên Qamişlo çalakiyeke protêsto lidar xistin

23/06/2026
Kirîza sotemeniyê bandor li ser hemû sektorên xizmetguzarî û warê jiyanî kiriye
CIVAK Û JIYAN

Kirîza sotemeniyê bandor li ser hemû sektorên xizmetguzarî û warê jiyanî kiriye

21/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.