Ronahî Sadûn/Qamişlo
Welatiyên bajarê Qamişlo ji ber sedema buhabûna nirxên kelûpelan û sotemeniyê, meşek lidar xistin û di meşê de daxwazên kêmkirina buhayên heyî kirin.
Îro welatiyê bajarê Qamişlo li pêş Berîda bajêr a li nêzî bazarê kom bûn û ji wir dest bi meşekê kirin. Meş li ser bingeha ku rewşa heyî aramiyeke tê de bê avakirin, nirxên kelûpelan û sotemeniyê were kêmkirin, hate lidarxistin.
Di meşê de welatiyan pankartên ku li ser nivîsên “Na ji buhabûnê re, Pêdiviyên bingehîn ji mafê hemû welatiyan ne, Em edaleta civakî dixwazin, Na ji fesad û birçîkirinê re û gel rabin dest bi dest” hatibûn nivîsandin, hildan. Di heman demê de welatiyan bang li aliyên pewyendîdar kirin ku aştiyeke civakî were avakirin û kesên berpirsyar bi erka xwe rabin û daxwazên gel bicih bînin, ji ber ku ew di nava vê buhabûna heyî de gelek zor û zehmetiyan dikşînin.
Meş li dawiya bazara bajarê Qamişlo bidawî bû.












