Wednesday, June 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li bajarê Dêrikê bawernameyên xwendekaran hatin belavkirin

23/06/2026
in NÛÇE
A A
Li bajarê Dêrikê bawernameyên xwendekaran hatin belavkirin
Share on FacebookShare on Twitter

Ayşa Silêman/ Dêrik

Îro li bajarê Dêrikê û gundewarên wê bawernameyên sala xwendinê ya 2025- 2026’an li xwendekaran hatin belavkirin. Xwendekaran diyar kirin ku zimanê Kurdî hebûna wan e û ew bi bawernameyên xwe serbilindin.

Îsal rewşa xwendinê li Rojavayê Kurdistanê cûda bû, ji ber rewşa siyasî ya ku herêm têre derbas bû, rêjeya koçberiyê zêde bû lewma koçber li dibistanan bicih bûn û xwendin hat rawestanin. Lê Desteya Fêrkirin û Perwerdeyê biryar da ku li gor werzê yekem bawernameyên xwendekaran werin belavkirin da ku sala bê xwendekar refeke nû bixwîne û dibistana xwe berdewam bike.

Di derbarî wergirtina bawernameyan û girîngiya fermîkirina bawernameyên xwendekarên Rêveberiya Xweser, Rêveberê Dibistana Yûsiv Elezeme Mihemed Şefa Silêman û xwendekara bi navên Jiyan Mihemed ji Rojnameya me re axivîn.

‘Zimanê kurdî hebûna me ye’

Mihemed Şefa Silêman da zanîn ku îro biryar hat girtin ku bawernameyên xwendekaran werin belav kirin û wiha got: “Ev bawernameyên ku di nav destên me de cihê şanazî û kêfxweşiyê ne ji bo me, em jî wek mamoste ji her kesî re didin diyarkirin ku zimanê me gelekî girînge. Biryara fermîkirina bawernameyên me ji hêla hikumeta demkî ve hat li darxistin, em di wê hêviyê de ne ku zimanê me jî li seranserî sûriya were qebûl kirin û bibe zimanekî fermî di dibistanan de. Zimanê kurdî hebûna me ye em ê li ser vî esasî perwerdeyên xwe berdewam bikin ji ber ku zimanê me zimanekî kevnare bi hezarê salan li ber xwe daye û tu kesî nikariye wê tune bike. Em jî weke mamoste em ê li ser doza berdewam kirina vî zimanê bimînin.”

Parastina ziman û nasnameyê

Jiyan Mihemed anî ziman her netewek bi zimanê xwe tê naskirin gelê Kurd jî bi zimanê xwe tên nas kirin û wiha got: “Em îro gelek kêfxweşin ku em ê bawernameyên xwe bidest bixin, destpêka ku me bi zimanê dayîkê dixwendin herkesî ji me re digot xwendina we vala ye lê îro roj bi saya şehîdn û keda ku kirin ji bo axa welat bawernameyên me bi awayekî fermî hatin qebûl kirin. Em ê xwendina bi zimanê xwe berdewam bikin û parastina çand û nasnameya xwe bikin heya ku zimanê me li seranserî cîhanê bibe zimanekî fermi.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Wesîqeya Medîneyê çi ye û çima Rêber Apo wê girîng dibîne?
NÛÇE

Wesîqeya Medîneyê çi ye û çima Rêber Apo wê girîng dibîne?

23/06/2026
Lîbya; Qonaxa veguhêz û amadekirina destûra welat
NÛÇE

Lîbya; Qonaxa veguhêz û amadekirina destûra welat

23/06/2026
Welatiyên Qamişlo ji bo kêmkirina nirêxn sotemenî û kelûpelan meşeke lidarxistin
NÛÇE

Welatiyên Qamişlo ji bo kêmkirina nirêxn sotemenî û kelûpelan meşeke lidarxistin

23/06/2026
Li bajarê Dêrikê bawernameyên xwendekaran hatin belavkirin
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê bawernameyên xwendekaran hatin belavkirin

23/06/2026
Ajokarên Qamişlo çalakiyeke protêsto lidar xistin
NÛÇE

Ajokarên Qamişlo çalakiyeke protêsto lidar xistin

23/06/2026
Kirîza sotemeniyê bandor li ser hemû sektorên xizmetguzarî û warê jiyanî kiriye
CIVAK Û JIYAN

Kirîza sotemeniyê bandor li ser hemû sektorên xizmetguzarî û warê jiyanî kiriye

21/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.