Zekî BEDRAN
Erdogan jiber dijminatiya xwe ya bi Kurdan re li erdan dixijiqe. Ji wê re jî dibêje siyaset. Ji bo ku gelê heremê yên herî kevnar Kurdan têk bibe, serî de DAIŞ bi tevayî hêzên dijî Kurdan re îtîfaq kir. Niha jî li İdlibê berdevkiya El Nusra dike. Ji Rusya`yê re tawîzên gelek mezin da. Li derdora Putîn dizîvire. Dema ku ev bi tenê ji derdê wî re nebû derman, vê carê çû Amerîka`yê. Di civata giştî ya NY de nexşeya Bakurê Sûriyê derxist û got ez ê dagîr bikim. Lê ji bo wê neçar bû erêkirina Trump bistîne. Tê xûya kirin ku DYE hewcedariya hevdîtinê nedîtin. Li derdora Trump geriya lê nikariya randewî bistîne. Hikûmeta Erdogan û DYE`ê li ser mijara sînor li hev kiribûn. Erdogan vê wekî gavek yekem ji bo dagirkeriyê rave dike, lê rûxmî wê jî ketiye hewayeke ku tu li hev kirin nînin û hatiye xapandin û tim dibêje ez ê êrîşê erdê Bakurê Suriyê bikim. Bi rastî, ev ramana Ergenekon e. Eger Amerîka, mûdaxil bibe Tirkiye nikare tu tiştekî bike. Lê herwiha dibêjin ev der dibe bibe herêmek parastin û ewlehiya Kurdan. Birastî jî İlker Başbug li pêşiya çapemeniyê vekirî got. Li gorî vê grûba nîjatperest, ew dibîjin pêwîste em gohdarî DYE`ê nekin û qirkirina Kurdan pêk bînin. Îlker Başbug piranî dema xwe li DYE`ê derbas dike. Bi leyîstina tiyatroyek mezin dixwaze DYE yan îqna bike. Ji bo Kurdan biperçiqînin tim derdikevin gerê. Tirkiye, ji bo paqijiya etnîkê bike dixwaze êrîşî herêmeke Sûriyê ya herî bi ewle û demokratîk bike.
Hêzên li Sûriyê û yên rol girtine ser xwe dibêjin, Werin em bi riya siyasî çareseriyek ji şer re bibînin. Herwiha dibêjin li Idlib`ê Tirkiye di navde welatên Awrupa û DYE bila operasyonan nekin, ji bo na rêya koçbertiya nû venebe. Lê dema xebat tê Kurdan, Tirkiye berwvajiyê wan tiştan dike, rêya siyasî datîne aliyekî û dibêje ez ê çawa Kurdan tune bikim. Di wan êrîşên tûne kirînê de bi sedan mirov wê ji cihên xwe koçber bibin.
Qismek erdê Sûriyê di bin dagîrkeriya Tirkan de ye û li wir bişavtin dikin. Jixwe ev ne bes bû, bi Tirkan re pazartiya dikin û amadekariya êrîşkirina erdên fireh ên bakur û rojhilatê Sûriyê dikin. Di nava wan pazartiyan de rêveberiya Îran, Rusya û Şamê heye. Eger ew hêzana ji Tirkan re helwest danîn Tirk nikare heremên bin destê xwe biparêze. Yên piştgiriya wan êrîşên Erdogan dikin welatên wekî berjewendîperest Rusya û Îran heye. Vekirî tê xuya kirin Erdogan cesaret dikin ji bo êrîşê Rojhelatî Firatê bike. Yana Erdogan nedkarî bêje “ez ê wan deran paqij bikim û ez ê ewqas koçber bi cih bikim“.
Ew erdana ne girîdayî Tirkiyê ye. Tirkiye nikare li ser erdê xwe jî qirkirina pêk bîne û dest bi paqijiya etnîkê bike. Ev li gorî qanuna navnetewî sûcên mirovahîyê ne. Tê xuya kirin ku rêveberiya Esed xwekujî hilbijartiye. Eger Tirkiye bikeve wan herêman, nikare wan derxîne.
Tirkiye wê di cih de tifaqê bi DYE`ê re dayne û ji bo tasfiyekirina Esed wê xebat bike. Dema rêveberiya Esed biçe, Rusya jî nikare di Sûriyê de wekî niha, bimîne. Zehmet e ku fêm bikin ka ew bi çî Erdogan bawer dikin. Erdogan di hilweşandina Sûriyê de rolek mezin leyîst. Ew ne rewşeke ku di milê Şam`ê de neyî dîtin.
Bi çi navê tê gotin bila bê gotin pêwîste Şam, tu car rê nede ku faşîzma Osmaniyan erdê Suriyê dagîr bike. Heman mijar ji bo Rusya û Îran`ê jî derbasdare. Îslamciyên Îxwanî yên Erdogan ji bo bikeve deshilatdariyê xebat dike, yên nizanin nînin.
Divê gelên Sûrî, ji bo nêzîkatiya Partiya Baas a deshilatdariya tenê, vebijêrka demokratik ji xwere esas bigre.
Diyar e ku rejîma Baas şûna parastina gel û azadiya wan bike, xwe ji desthilatdariyê re kilît kiriye. Ew tevdigerin ku tu daxwazek gelên Sûriyê ya ji bo demokrasiyê nîne.
Dema ku Sûriye bi piştevaniya Rûsya û Îran bê girtin wê her tişt biqede û Sûriye wê wekî beriya sala 2011 bê pirsgirêk bê rêvebirin! Mixabin dîmenên heyî wî nîşanê me dide. Di rewşa niha de xeteriya herî mezin siyaseta dagîrkeriya Tirk ya qirkirinê ye. Yên ku yekîtiya Sûriyê û pergalek demokratîk diparêzin, divê li dijî hemû êrîşên dagirker û faşîst bisekinin. Çeka herî bibandor a rawestandina faşîzmê berxwedana rêxistinkirî ya gelan e.






