Volqan Elî
Di roja me ya îro de li Bakur û Tirkiyê pêvajoyek heye: Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk. Lê belê hebûna vê pêvajoyê nayê maneya ku wekî tê xwestin dimeşe û ti astengî û kelem li ber wê ranabin. Di aliyekî de ev rewşeke asayî ye. Çima rewşeke asayî ye? Bersiva vê bi xwe di nava pirsê de ye. Çima wisa ye?
Ya destpêkê; eger em pirsgirêka Kurd û Kurdistanê ji sedsala 19. ve (herî kêm ji bo Tirkiyê û Osmanî) bigirin dest, ev zêdetirî du sed sal e ku ne hewldanên îmha û înkarê yên li ser gelê Kurd û ne jî berxwedana gelê Kurdistanê bi dawî bûye: Encam mewteyê civaka Kurdistanê… Ta ku Tevgera Azadiyê ya Gelê Kurd dest bi tevgera azadkirina gelê Kurd û Kurdistanê kiriye.
Sedema bingehîn a duyemîn ew e ku ev pêvajo wisa bi giranî dimeşe; Komara Tirk herî kêm ji piştî Serhildana Şêx Seîdê Kal pêve, stûnên xwe yên dewletê, stûnên xwe yên civakî li ser esasê nijadperestî, neteweperestî, yekparêzî, yekolî, yekmezhebî, yekalî û hwd hwd lê kiriye. Çawa ku tê gotin ‘jiyana rast bi şiklekî şaş nayê jiyîn’, berewajiya vê gotinê jî rast e: Yanî jiyaneke şaş, ku hîmê wê şaş hatiye lê kirin tu bixwazî jî bi şiklekî rast nayê jiyîn. Yanî maneya vê gotinê çi ye, em ê ji vê gotinê çi fêm bikin? Wekî ku me di destpêkê de gotiye, niha li Bakur û Tirkiyê pêvajoyek dimeşe (yan jî nameşe). -Jixwe bandora vê bi erênî û neyînî li ser her çarparçeyên Kurdistanê û her çar dewletên dagirker çêdibe û dê çêbibe jî- Ji ber sedemên ku me li jor anîne ziman, niha di vê demê de dewleta Tirk eger bixwaze jî vê pêvajoyê wisa nikare pir bi rehetî bimeşîne. Jixwe em dizanin ku zêde niyeteke wê ya baş jî tine. Lê bila…
Em bihesibînin ku Erdoğan, Bahçeli, İyi Parti, Kılıçdaroğlu û hemû zilam û hêzên payeberz ên dewleta Tirk, şevekê ji şevan xewneke baş bibînin. Û wê sibeyê bi kêfxweşî hişyar bibin û bibêjin; “Wêy Tirk û Kurd ji kengî ve xwîşk û bira ne! Tirkiye û Kurdistan welatê me yê hevbeş e” û filan û bêvan. Wê rojê çi dê biqewime hûn dizanin?! Piraniya civaka Tirk û erkanê dewletê yê mayê dê dijî dewleta Tirk dest bi şer bikin. Û Kurd û Kurdistanî jî dê ji vê bûyerê nesîbê xwe bigirin, caltaya dil dê li hemûyan bide. Hêviya min ew e ku Kurd û Kurdistan vê caltaya dil bi rehetî derbas bike. Jixwe zehmet e ku bûyereke wisa biqewime, lê em dixwazin çi bêjin: rewş ewqas zehmet e, di xalekê de asê maye (bi gotina gelê me yê Botanê ‘gêro bûye’).
Hişmendiya faşîst û yekperest a dewleta Tirk wisa lê kiriye ku hemû civaka xwe, hemû derdorên xwe yên di nava îdareya dewletê de cih digirin, wekî ku mirovek bi seretanê bikeve, bi nexweşiya desthilatperestî, yekperestî, partîperestî, navendperestiyê xistiye. Lewma di van rojên dawî de li ser serê CHP’ê fermana Erdoğan bi destê Kılıçdaroğlu rabûye.
Erdoğan çi kiriye? Qaşo CHP’ya ku partiya avaker a Komara Tirkiyeyê ye xistiye binê dorpêçê. Hema bêje xistiye bin linge xwe û bi paniya xwe qiriqa wê diperçiqîne. Sedem çi ye? Ne ti tişt e! Lê li gorî hişmendiya demokratîk wisa ye. Eger me karibûya ji Erdoğan sedema vê bipirsin dê wisa bigota; “ma ez ti tiştê ne li rê nakim. Hemû hewldana min ji bo pêşeroja dewleta me ya alî ye. Di dema xwe de Fatihê Stenbolê, Siltan Mehmet jî ji bo pêşeroja dewleta Osmanî di şevekê de 19 birayên xwe îdam kiribûn. Rehma xweda li wî be!”
Lê ne em dikarin xwe bigihînin Erdoğan û ne jî ew niha çi bi serê CHP’ê aniye rast nabêje. Çi dibêje Erdoğan? Dibêje; “ti elaqeya me bi bûyerên di nava CHP’ê de diqewimin re tine. Eleqaya me nabe û dê nebe jî”. Lê rastî ne wisa ye! Bêyî AKP niha di nava burukrasiya dewleta Tirk de zilikekî herî piçûk ji şûna xwe nalebite! Ji ber vê yekê ye ku dozgeriyê kongreya CHP ku têde Özgür Özel bûbû serokê CHP batal kir. Di rewşeke asayî de di dewleteke li ber demokrasiyê rêzê digire de tiştekî wisa naqewime! Ti heqê ti dozgeriyê jî tine. Êdî di nava dewleta Tirk de çi hesab, çi nîqaş hene em bi temamî pê nizanin. Lê ji ber hin helwestan xuya dibe ku di heman mijarê de Bahçeli wekî Erdoğan-AKP nafikire. Herî kêm di dîmenê de (bi gotinê) de wisa xuya dibe. Bahçeli dibêje; CHP’ê bila vê payizê kongreya xwe li dar bixe, bila ji bo vê yekê dozgerî destê xwe zû bigire” û hwd. dizane ku eger CHP konreya xwe li dar bixe, bi îhtimalekî mezin Özgür Özel dubara dê bibe serokê CHP’ê û lîstoka Erdoğan dê têkbiçe. Xuya ye Bahçeli naxwaze rewş aloztir bibe. Heta dibêje, “nebaş e ku bûyer bikevin di nava kolanan de”. Eger ev ne siyaseteke dewletê ya polîsê xirab-polîsê baş be, Bahçelî dixwaze pêşî li yekperestî û îqtîdarperestiya Erdoğan-AKP bigire; yan jî dixwaze destên ji derve yên îhtimal heye rola wan di van bûyeran de hene, asteng bike!
Kîjan îhtimal rast dibe bila bibe, xuya ye tiştê ku li pêşiya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dibe asteng û nahêle (ev salek zêdetir e) bimeşe jî heman tişt e. Ji ber vê yekê hewce dike em nebêjin jixwe CHP partiya avaker a dewleta Tirk e me çi jê ye; çi ji hev dikin bila bikin! Xwîn û keda bi dehezaran şehîd girêdayî bi serkeftina vê Pêvajoyê ye! Astengiyên li ber her duyan jî heman astengî ye: dûrbûna dewlet û civaka Tirk ji demokrasiyê…






