Remezan Olçen
Heftiya bihurî me der barê pênase û girîngiya “hêza vegêranê” xwest ku nîşan bidin. Ev gava yekemîn bû kum e xwest em pê ya di dilê xwe de bi gewde bikin. Gava me ya duyemîn divê pirsîna wê pirsê be ku em ê vê hêza vegêranê ber bi kîjan asoyî ve bibin. Ji bo gelê Kurd, vegêran êdî ne tenê amûreke parastina ziman e; ew amûreke rûbirûbûna li dijî hişmendiya bindestiyê ye. Em di qonaxeke weha de ne ku divê em êş, hêsir û keda bêhempa ya şehîdên xwe bikin bingeha avakirina paşerojeke azad.
Di dîroka me de, bedelên hatine dayîn piranî di çarçoveya “şînê” an jî “êşê” de hatine hîskirin. Lê belê, şîna ku nebe çîrok û raman, piştî demekê civakê ber bi bêhêvîtiyê ve dibe. Li vir, erka pênûsê û hunera vegêranê dest pê dike. Erka me ev e ku em lehengiyên li ser vê axê qewimîne, ji statûya “hejmar û statîstîkan” rizgar bikin.
Gava em jiyana ciwanekî/ê ku ji bo azadiyê canê xwe daye vedibêjin, em ne tenê mirinekê, lê belê daxwaz, felsefe û xeyala wî/wê ya li ser jiyanê zindî dikin. Ev celebê vegêranê, êşê ji formeke pasîf diguherîne formeke aktîf a hişmendiyê. Xwendevan dema vê çîrokê dixwîne; dipirse, fêm dike û ji bo doza azadiyê dibe xwedî biryardarî.
Yek ji xetereyên her herî mezin a bindestiyê, “normalbûna” wê ye di hişê civakê de. Pergalên serdest her dem hewl didin ku Kurdan wekî qurbanî, wekî mirovên bêçare û bêdeng nîşan bidin. Metoda wan a vegêranê li ser lawazkirina îradeya me ye.
Pêngava me ya nû divê li ser vê bingehê be: Avakirina Antî-Vegêranê. Bi ya min du elementên antî-vegêranê hene. Yek nîşandana serketinê û îradeyê: Divê çîrokên me ne li ser çûna bin axê, lê li ser şînbûna li ser axê bin. Ya duyemîn jî rizgarkirina sînorên hişî: Her çîrokeke ku rûmeta mirovekî Kurd, biryardariya şervanekî an jî berxwedana dayikekê tîne ziman, derbeke ku li dîwarên girtîgeha psîkolojîk a bindestiyê dikeve.
Îro, nifşên nû yên Kurd di bin bandora çanda serdest a cîhanî û lehengên xeyalî yên Hollywood an jî platformên dîjîtal de mezin dibin. Zarokên me lehengên çêkirî yên çandên din nas dikin, lê ji qehremanên rastîn ên axa xwe bêpar dimînin. Ev valahî, xetereyeke mezin e ji bo domdariya doza me.
Em neçar in ku bi riya sînemayê, edebiyatê û hunerê; xwe, têkoşîna xwe, dîroka xwe, civaka xwe, şehîdên xwe û mîrasa wan a têkoşînê bikin lehengên hişmendiya nifşên nû. Ev yek nayê wateya propagandaya siyasî ya ziwa; ev tê wateya hunereke estetîk a kûr ku dilê zarokekî Kurd bi heyranî û rûmetê dagire. Gava ku keçeke Kurd an jî xortekî Kurd fêm bike ku azadiya îro bi kîjan çîrokên qehremaniyê hatiye parastin, wê demê ew ê bibe parêzvanê herî xurt ê wê pîroziyê.
Hêza vegêranê di vê qonaxê de êdî ji hewldanên şexsî derbas dibe; divê bibe stratejiyeke neteweyî. Nivîskar, hunermend, fîlmçêker û lêkolînerên Kurd divê mîna artêşeke ronakbîrî û parêzvaniya bîra civakî kar bikin. Çîroka ku neyê nivîsandin, nehatiye jiyîn; bedela ku neyê vegotin, zû an dereng tê jibîrkirin.
Ji bo ku keda mezin a şehîdan bibe bingeha rizgariya me, divê em pênûsên xwe bikin mertal û şûrên hişmendiyê. Tenê bi vî rengî, bi rûmetkirina her dilopeke xwînê ya li ser vê axê rûperekî nû yê dîrokê bi gewde dibe. Û ew rûper, rûperê azadiyê ye.






