Lîloz Hisên
Saziya Giştî ya Veguhestina Hundirîn li Sûriyê ji sedî 20 nirxên erebeyên veguhestina hundirîn zêde kiriye. Herwiha hat zanîn ku ev yek li gorî zêdebûna lêçûnên xebitandinê, buhayên sotemeniyê û lêçûnên lênêrînê hatiye destnîşankirin. Ev jî bûye sedema zêdebûna gilî û gazinên welatî û ajokaran.
Saziya Giştî ya Veguhestina Welatiyan li Sûriyê nirxa erebeyên veguhestina hundirîn ji sedî 15 û 20 zêde kiriye, ev yek li gorî ku rêvebrê saziyê Omer Qetan diyar kiribû ku ev biryar, “Piştî lêkolînek berfireh li ser bingeha buhayên sotemeniyê, dijwarbûna rêyan û dirêjahiya wan bi kîlometreyan herwiha lêçûnên guhertin û parastina wesayîtan hat dayîn.”
Ev biryar di demekê de hat ku Sûriyê bi giştî di aloziyên aborî yên zehmet de derbas dibe, herwiha bi bilindbûna lêçûn û zextên jiyanî di heman demê de dabînkirina pêwistiyên bingehîn, ku barê welatiyan giran kiriye. Buhyaên sotemeniyê û alektrîkê ji aliyekî ve hem jî buhayên veguhestina hundirîn barekî din zêde kiriye, nemaze ji bo xwendekar û xebatkaran yên ku rojane pêdiviya wan bi veguhestina bi erebeyên hundirîn hene.
Bilindbûna buhayê bi nirxê dolar ve girêdayî ye
Rêvebrê saziyê Omer Qetan diyar kir ku buhayê veguhestinê dê li gorî guhertinên buhayên sotemeniyê “ber bi jor an jêr” ve were sererastkirin, herwiha destnîşan kir ku rêjeya zêdebûnê bi lîreya Sûrî li hember dolar ve jî girêdayî ye, ji ber ku bandora wê ya rasterast li ser buhayên parçeyên yedek û lêçûnên lênêrînê heye.
Li gorî saziyê, dê buhayeke yekgirtî ji bo hemû parêzgehan nayê pejirandin, ji ber ku komîteyeke pispor li her parêzgehê dê rêyên veguhastinê li gorî dirêjahiya rê û xwezaya rê lêkolîn bike, berî ku pêşniyaran ji parêzgar re ji bo pejirandina buhayê dawî pêşkêş bike.
Qatan destnîşan kir ku Rêveberiya Lêkolînan li Saziya Giştî ya Veguhestinê pêşniyarên tarîfeyan berî ku ji bo pejirandina fermî pêşkêşî komîteyên peywendîdar bike, amade dike.
Hêjayî gotinê ku zêdekirina nû ya buhayên veguhestinê ji bo mîkrobasan û otobûsên veguhestina hundirîn yên kompaniyên veberhênanê yên ku li parêzgehên cuda yên Sûriyê kar dikin jî, dihewîne.
Giringiya veguhestina hundirîn bo welatiyan
Veguhestina hundirîn yek ji sektorên ku herî girîng e ji bo welatiyan herwiha bi jiyana rojane ya welatiyan bi taybet ji bo xwendekar û xebatkaran ve girêdayî ye, ji ber ku hejmareke mezin ji niştecihan ji bo tevgerên xwe di nav bajaran û di navbera taxan de, xwe dispêrin wê. Di çarçoveya kêmbûna hêza kirînê û zêdebûna lêçûnên jiyanê di salên dawî de.
Hikûmeta Sûriyê di salên dawî de çend caran buhayê veguhestina hundirîn guhertiye, ku ev yek bi guhertinên dubare yên buhayên sotemeniyê û guherînên di rêjeya lîreya Sûriyê de, hevdem bûye. Ev yek rasterast bandor li ser lêçûnên veguhastinê û xizmetên girêdayî wê kiriye.
Gilî û gazin li ser şert û mercên jiyanê zêde dibin
Li gorî malperên medyayî, yek ji çavdêriyên xetê diyar kir ku zêdebûna buhayê veguhestina hundirîn ji ber zêdebûna buhayên mazotê, parçeyên yedek û zeytên erebeyan pêk hatiye herwiha destnîşan kir ku buhayê vehuestina hundirîn li hin xetan ji 4 hezar lîreyên Sûriyê zêde bûye û gihîştiye 5 hezar lîreyan, lê li hin xetên din gihîştiye 6 hezar lîreyan.
Çend welatiyan jî nerazîbûna xwe li hember biryarê nîşan dan û tekez kirin ku zêdebûna buhayê barê wan ê darayî zêde dike. Xwendekarekî di dibistina amadehî de ku rojane ji “Jdeidet el-Fadl” diçe Şamê got ku lêçûnên wî yên veguhestinê ji nêzîkî 10 hezar lîreyên Sûrî heya 12 hezaran zêde bûne, di heman demê de destnîşan kir ku buhayê veguhestinê di navbera hin ajokaran de cuda ye.
Buhayên pêwistiyan bilind dibe û mûçe sabît in
Di heman demê de welatiyan ji ber mûçeyên ku wekî berê mane li hemberî bilindbûna berdewam di buhayan de êşa xwe anî ziman. Welatiyek dibêje ku lêçûna veguhestina wî ya rojane dighêje 22 hezar lîreyên Sûrî, tekez kir ku bilindkirina buhayê veguhestina hundirîn bêyî zêdekirina mûçeyan zextên aborî li ser malbatan zêde dike.
Ji aliyekî din ve, hejmarek ji ajokaran piştrast kirin ku zêdebûna dawî başbûnek berbiçav di dahata wan de bi xwe re neaniye, ji ber zêdebûna berbiçav a lêçûnên xebitandin û lênêrînê.
Yek ji ajokaran destnîşan kir ku piraniya dahata rojane ji bo kirîna sotemeniyê tê xerckirin, lê qezenca mayî têrê nake ku lêçûnên jiyanê an lênêrîna rûtîn a wesayîtan bide.
Hin welatiyên ku diçin û tên dibînin ku barên wan ên aborî ji ber zêdebûna berdewam a lêçûnên veguhastinê û buhayên pêdiviyên bingehîn girantir dibin. Welatiyekî diyar kir ku lêçûnên wî yên rojane yên çûnûhatinê dibe ku bigihîjin 100 hezar lîreyên Sûrî û hişyarî da ku ger ev rewş wiha berdewam bike, ev dikare bandorê li ser şiyana gelek kesan di domandina karên xwe an jî pabendîbûna bi dewama fermî, bike.






