Lîloz Hisên/Tirbespiyê
Bazara kevin a li Tirbespiyê yek ji kevintirîn bazarên gelêrî yên bajêr e, berê ew navendek ji bo firotina sebze, fêkî û goşt bû. Îro ew şahidê bîranîna bajêr û jiyana kevin a şêniyên wê dimîne.
Di naveresta bajarokê Terbespiyê, bazara kevin ya “Sebze û Goşt” tevî guhertinên mezin ên ku di deh salên dawî de lê çêbûne, hîn jî wekî şahîdek bo serdemeke dirêj a dîroka aborî ya bajêr radiweste. Ev cih, ku berê bi tevgera rojane ya şêniyan û firoşkaran tijî bû. Ji ber bandorên aborî yên çêdibin û bilindbûna buhayan û nirîx dolarê, îro ev bazar bê deng maye, di heman demê de xwediyên firoşgehên kevin hewl didin ku tiştê ku ji giyan û bîra bazarê maye, biparêzin.
Bazar navenda sereke ya firotina sebze û goşt bû

Di demên borî de ev bazar navenda sereke ya firotina sebze, fêkî û goşt bû. Şêniyên bajêr rojane berê xwe didan bazarê da ku van pêdiviyan peyda bikin. Lê îro di hundirê vê bazarê de pêdiviyên malê, xwarin û cûrbecûr pêdiviyên rojane tên firotin û peyda kirin, tenê yek firoşgeha sebze û fêkiyan maye, dîmenek ku asta veguherîna di bazarê de derbas bûye, nîşan dide.
Li gorî vegotinên firoşkarên bazarê, bazara Sebze û Goşt berî salên 1980’ê ji aliyê Şemûn Moro û Ezîz Zorava ve hatiye ava kirin. Di destpêka wê de tenê ji du beşan pêk dihat, banê wê vekirî bû û dema ku hate avakirin nêzîkî deh dikan tê de hebûn.
Firoşgehên li kêleka bazara pîşesaziyê herwiha qeyseriya Goşt û Sebzeyan ya berê û niha ji hêla Şemûn Moro ve hatine avakirin, herwiha beşa başûr a mayî ya bazarê, digel bazara mirîşkan a navdar ji hêla malbata Zorava hatiye avakirin.
Tevî guhertinên aborî û kêmbûna çalakî û tevgerên bazirganiyê, bazara kevin hîn jî cihê xwe di bîra şêniyên bajêr de diparêze, ne tenê wekî cihekî kirîn û firotinê, lê di heman demê de wekî beşek ji dîroka civakî ya Tirbespiyê û wekî cihek ku çîrokên mirovan û taybetmendiyên jiyana kevin ên ku hîn bi tevahî winda nebûne tîne cem hev.
Guhertinên aborî bandor li tevgera bazarê kiriye
Fîras Xelîl Remo welatiyeke ji Tirbespiyê ye û yek ji xwediyê firşogekê di nava bazarê de ye, ji me re diyar kir ku di bazarê de derdora 40 firoşgehên curbicur hene, tê de hemû pêdiviyên jiyanî yên bingehîn tên peydakirin û wiha anî ziman: “Gelek firoşgehên kevin di bazarê de hîn jî mane, derdora 40 firoşgeh in, tenê yek firoşgeh ya sebzeyan û fêkiyan maye. Tevgera bazarê di salên dawî de bi awayekî berbiçav kêm bûye, bi taybetî bi guherîna nirxa dolar û bilindbûna bihayan, ku rasterast bandor li kirîn û firotinê kiriye. Di destpêka sala nû de tevgera çûn û hatinê pir kêm bibû, lê niha ji ber nêzîkbûna cejna Qurbanê tevgera şêniyan baş bûye.”






