Hafiz Ahmet Turhalli
Ola Îslamê û mijara rawiştê jihev cuda nînin. Dema mirov behsa ola Îslamê bike û mijara exlaqê jê derxîne, ola Îslamê ji heqîqeta xwe diqete. Lê divê mirov vê heqîqetê bibine. Civaka ku îro ji xwe re dibêje ez misilman im, ji rawişt û pîvanên mirovahiyê dûr e. Zêdetirî du milyar mirov dibêjin me ola Îslamê bijartiye û em pê bawerin! Ger îro du milyar mirov bi bingehên ola Îslamê ku rawişte bawerî pê aniya, dê rewşa mirovahiyê gellekî cudatir ba.
Ger mirov bi bingeha baweriyê xwe ava neke, ew avakirin dê puç be û ziyan û zererê bide derdora xwe.
Avakirina kesayetan û civakên misilman ne li gor bingeha rawişt û etîkê ye. Ser şikl û rengê xwe ava dike û tê avakirin. Naveroka wê nayê vegotin û di jiyanê de wateya xwe ya rasteqînî jî nabîne.
Bêguman mirov kare bêje kesayet hene bê bawerîne û xwedan rawiştin. Heman deme mirov dibîne ku kesayet hene xwe weke oldar dibinin û ji jiyanekî birawişt durin.
Ev dîtbariyên meyên rojane dikare serê mejî tevlîhev bike.
Ger em bêjin Bawerî, şaşike, rihe, fîstane cilû berge, emê bikevin kêmasiyan. Lewre bawerî dema tiştên weke cil û berg û rihbe, ev tişt karin ji bo xerabiyan werin bikaranîn. Lê bawerî dema rawişt be û kesayet ava bike, wê deme civakekî mînak jî wê were dîtin. Qur’an a pîroz serî heta binî behsa bexşandin û merhemetê dike. Behsa bilindiya rawiştê dike. Destgirtina mezlum û hêjaran weke erk datîne pêşberî me.
Pêxember dibêje: “Hun bawermend nabin, heta tiştên hun jixwere dixwazin, ji birayên xwerejî nexwazin”.
Çi mafê we heye divê, ew mafê birayên wejî hebe. Çi hebuna we heye, divê heman hebuna birayê wejî hebe.
Îro kesayet û civakên ku jixwere dibêjin em bawermendên ola Îslamêne, bê xwe kesekî nabînin. Ji bo welatê birayê xwe dagir bikin, destê neyarên Îslamê digrin û welatê birayê xwe dagir dikin. Namus û şerafa birayê xwe binpê dikin. Mal û hebûna birayê xwe talan dikin.
Piştre jî bi vê birayê xwe re di Mizgeftê de nimêj dikin, pêre diçin Heccê, rojiyê digrin û fitarê vedikin. Ev rawiştekî çawaye?
Bi Emerîka, Rûsya û Çînê re îttîfaqa çêdikin, ji bo Misilmanên nava xwe bikujin û hebunên wan desteser bikin.
Misilman xwedan bi dehan welatane, binavê Tirkî, Erebî û Farisî, Endonezî û Efrîkî, lê Milletê kû piştî Ereban bune Misilman kû Kurdin, ziman, çand, dîrok, ol, mezheb, siyaset û navê wan qedexeye.
Ev kîjan rawişte (Exlaq)?
Kurd li Îran, Iraq, Suriyê û Tirkiyê doza mafên xwe dikin kesên ji xwere dibêjin em Misilman in, kuştina Kurdan bi navê Îslamê helal dikin!
Gelo ev kîjan etîke?
Eşkere tê xuyakirin ku, Misilmanên îro li ser ola dewlet û desthelatên xwene. Lê nav, reng û şiklên Îslamê bikar tînin. Îslamê ji xwe re weke şûrê Îblîs, dijî Kurdan û civakên bindest bikar tînin.
Di avadankirina kesayetên misilmanên îro de bi giranî rawişt nîne! Dema rawişt ji ol were derxistin, kesayet û civakên bi nav oldar, dibin dijminê mirovahiyê.
Pêxember gotibû pîvana bingehîn ya baweriyê, tiştê tu ji xwe re dixwazî, ferze ku tu ji bo birayê xwe jî bixwazî. Lê mixabin; li gor misilmanên desthelat û yên dewletan, pirsa rawiştê negirînge, girîngtirîn tişt pere û desthelate.
Oldarên bê rawişt oldarên pere û hêza madî ne, ne bawermendên Xwedê ne.






