Monday, June 8, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li dijî gelê Elewî siyasetên dijatî û baykotkirinê

07/06/2026
in CIVAK Û JIYAN
A A
Li dijî gelê Elewî siyasetên dijatî û baykotkirinê
Share on FacebookShare on Twitter

Stêrk Mihemed

Bi armanca pêşxistina xîtaba kîn û nefretê, parçakirina civaka Sûriyê û kûrkirina kirîzan, kampanyaya bi navê ‘Ez ne dar im’ ku bangên dijatî û baykotên aborî û civakê li dijî gelê Elewî li Sûriyê dihewîne, di 31’ê Gulanê de ji aliyê hin alîgir û kesên ser bi hikumeta demkî a Sûriyê ve, li ser torên medayaya civakî hatye destpêkirin.

Di 31’ê Gulanê de li dijî gelê Elewî li Sûriyeyê kampanyayeke baykotkirinê hate destpêkirin. Di kampanyayê banga baykotkirina civakî, aborî û tehrîdê tê kirin.

Gotinên nefretê û bangên cudakar li dijî  civakên Elewî û Durziyên li Sûriyeyê di demên dawî de zêde bûne. Bi kampanyayeke nû ya hashtagê ku di 31ê Gulanê de hat destpêkirin, daxwaza qutkirina têkiliyên bazirganî û civakî bi welatiyên Elewî re hat kirin. Kesên di nava kampanyayê de cih digirin xwe wekî alîgirê hikumeta demkî a Sûriyê bi nav dikin.

Di parvekirinan de daxuyaniyên cudakar ên wekî rêgirtina li zarokan ji hevaltiya bi zarokên Elewî û Durziyan re, dûrketina ji silavkirina mirovên ji van civakan, dûrketina ji karsaziyên wan, kirêkirin an firotina xaniyan ji wan re û nedayîna kar ji wan re di nava xwe de dihewîne.

Her çendî kampanyayê ji derdorên nêzî hikumeta demkî piştgirî girtibe jî yên ku ji bo jiyana hevbeş a bawerî û nasnameyên cuda li Sûriyeyê parêzvaniyê dikin, li hemberî van bangan bertekek nîşan dan. Bi daxuyaniyên ku li ser medyaya dîjîtal hatin dayîn, hat diyarkirin ku kampanyayên bi vî rengî, cudakariya mezhebî teşwîq dikin, aştiya civakî têk dibin, welat zêdetir polarîze dikin û aloziyên mezhebî gur dikin.

Kê ev kampamya dest pê kiriye û armanca wan çi ye?

Hesabên nenas ev kampanya bi taybetî di bin hashtagên mîna “Ez Ne Dar Im” de li ser platformên mîna X (Twitter) û Instagramê hate belavkirin. Armanca vê nîşan dide ku hinek alî bang dikin da ku têkiliya bi van pêkhateyan re bi temamî were birîn (mîna birîna daran).

Ev kampanyaya baykotkirin û tehrîdê ya li dijî Elewî û Durziyan ne ji aliyê saziyeke fermî ya diyar ve, lê belê ji aliyê hinek grûpên tundrew, çalakvanên radîkal û rûpelên nenas ve li ser torên civakî hatiye destpêkirin. Di parvekirinan de bang li xelkê tê kirin ku ji dikanên Elewiyan tiştan nekirin, baweriyê bi bijîşk û perestarên wan neynin û li nexweşxaneyên wan derman nebin.

Armanca vê kampanayê avakirina kîn û nefreta zêde di navbera civak û pêkhateyên Sûriyê de ye. Herwiha avakirina Sûriyeke nû li ser esasê yek deng, yek reng û yek pêkhat e. Di heman demê de qelskirina hebûn û nasnameya gelê Elewî û Durzî di nava Sûriyê de ango dûrxistina wan ji mafê wan ê rawa di Sûriyê de.

Ev kampanya nijadperstî, navendîbûn û yek netewê di nava Sûriyê de ava dike, ev yek jî pêşeroja Sûriyê ber bi xerabbûn û aloziyên zêde ve dibe. Sûriyê welatekî pir rengî ye, di nava xwe de gelek netew, civak û pêkhateyan digire ku her yek ji wan xwedî çand û kavneşopiyên cûda ye ku temsîla hebûna wî gelî dike. neqebûlkirina hemû pêkhateyan û ne parastina mafê wan di nava Sûriyê nû de Sûriyê ber bi şerê mezhebî û nevxweyî ve dibe ku ev yek jî hilweşîna hundirîn a Sûriyê misoger dike.

Hikumeta demkî qala mafê gel û pêkhateyan di Sûriyê de dike, lê çima li hember vê kampanyê ranaweste û helwesta xwe nêşan nade?

Piştî hilweşîna Rêjîma Baas û hatina hikumeteke nû a bi navê hikumete demkî a Sûriyê li ser desthiltdariyê re nijadperestî di nava Sûriyê de nehat guhertin, lê belê zêde bû. Bi hatina hikumeta demkî re komkujî li berava Sûriyê li ser gelê Elewî bi hinceta ew berhema Rêjîma Baas dest pê kir bi hezaran mirov hatin kuştin û revandin. Di heman demê de êriş li Siwêdayê li ser gelê Durzî jî hatin kirin bi sedan gelê Durzî bi hovane hatin kuştin ango ji ber ku Durzî ye hate kuştin.  Lê hikumeta demkî a Sûriyê raghand ku ew kesên ev bûyerên dijmirovî li ser gelê Elewî û Durzî pêk anîne, ne girêdayî wan in û ew kes ceza kirine lê ev yek di pratîkê de pêk nehat.

Îro jî cudakar dixwazin ku komkojiyan li ser gelê Elewî û Durzî pêk bînin û hebûna wan tune bikin lê bi rengekî cûda ku gelê Elewî û Durzî di mile derûnî û pîskolojî de bikujin kampanya baykotkirinê li dijî gelê Elewî û Durzî dest pê kirin ku bi her awayî xwe jê qût bikin û dûrbixin ango weke pêkhateyek ne ji Sûriyê pê re tevbigerin. Ev kampanya ji aliyê hin kesên di Sûriyê û derveyî Sûriyê de hatiye dest pê kirin. Ev kampanya pêşî li gelek tiştan vedike ku dihêle hinek grûpên çekdar û kesên tundrew bi awayekî hêsan êriş elewiyan bikin û bi tundtijî li ser torên civakî, tirs û êrişên derûnî ava bikin.

Herwiha li bermaberî wê tê dîtin ku bêdengiyek ji aliyê hikumeta demkî ve li beramberî vê kampmayê heye û bendengiya wan diyar dike ku ew destekê didin wan kesên ev kampanya daye destpêkirin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

150 Malbatên Êzîdî yên li kampên Başûr diman vegeriyan Şengalê
NÛÇE

150 Malbatên Êzîdî yên li kampên Başûr diman vegeriyan Şengalê

08/06/2026
Perwîn Yûsif: Banga aştiyê banga sedsalê ye
NÛÇE

Rêber Apo: Entegrasyona demokratîk bi demokrasiya xwecihî bi wate dibe

08/06/2026
Ji Rojavayê Kurdistanê şermezarkirina gotinên nijadperest ên Rehmî Koç
NÛÇE

Ji Rojavayê Kurdistanê şermezarkirina gotinên nijadperest ên Rehmî Koç

08/06/2026
Li wanê Mehrîcana Keda Jinan a Berhemdar
JIN

Li wanê Mehrîcana Keda Jinan a Berhemdar

08/06/2026
Ji Bakurê Kurdistanê Kampanya “Ciwanên komînal li dijî Şerê Taybet li qada ne”
JIN

Ji Bakurê Kurdistanê Kampanya “Ciwanên komînal li dijî Şerê Taybet li qada ne”

08/06/2026
YRJ’ê; Êrişa li ser Ajansa Nûçeyan a Jinê hewldana bêdengkirina dengê rastiyê ye
JIN

YRJ’ê; Êrişa li ser Ajansa Nûçeyan a Jinê hewldana bêdengkirina dengê rastiyê ye

07/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.