Ayşa Silêman/ Dêrik
Xwediyê kargeha Dêrik a birîna keviran Alî Ehmed diyar kir ku kevirê spî, rûxam û giranît ne tenê madeyên xav in, ew wekî pira di navbera xwezayê û şaristaniya mirovî de ne.
Kevirên spî, rûxam û giranît kevirên siruştî ne di dirêjahiya dîroka mirovahiyê de her gav wekî materyalên bingehîn ên avakirin, huner û xemlandinê hatine bikaranîn. Di nav van keviran de, kevirên spî (kils), rûxam (mermer) û giranît (granit) xwedan cihekî pir taybet in. Ev her sê cureyên keviran, hem ji hêla pêkhateya xwe ya jeolojîk hem jî ji hêla qadên karanînê ve, girîngiyeke mezin a aborî û çandî nîşan didin.
Xwediyê Kargeha Dêrik a birîna keviran Alî Ehmed di derbarî kar û astengiyên ku rastî wan tên ji Rojnameya me re axivî.

Taybetmendiyên kevirên spî, giranît û rûxamê
Alî Ehmed da zanîn ku her yek ji van keviran xwedî taybetmendiyên kîmyewî û fîzîkî yên cuda ne ku qada karanîna wan diyar dike û wiha got: “Kevirê Spî bi piranî ji kalsiyom karbonatê pêk tê. Ji ber ku nerm e û bi hêsanî tê birîn, di pîşesaziya çîmentoyê, boyax û çandiniyê de wekî madeyeke bingehîn tê bikaranîn. Di mîmariya kevnar de jî wekî kevirê avahiyê hatiye xebitandin. Rûxam di bin zext û germahiya zêde de, ji metamorfoza kevirên kilsî çêdibe. Ew sembola luks, estetîk û paqijiyê ye. Ji ber şewq û nermiya xwe, di peykersaziyê, rûberên hundirîn ên xaniyan û serşokan de wekî materyalekî daxwazkirî yê herî pêşîn e. Giranît; Kevirekî magmatîk e ku pir hişk û xwedî ragiriyeke bilind e. Giranît li dijî xişandin, germahî û asîdan xwe digre. Ji ber vê yekê, di rûberên metbexê, pîleyên derve, qadên giştî û cihên ku herî zêde tên bikaranîn de, materyalê herî ewle ye.”
Kar û xebatên kargeha birîna keviran
Ehmed mîkanîzmeay karê xwe de wiha got: “Ev kevir ji me re ji Hema, Idlib û Helebê tên, ev kevir li bajarê me hene lê ji ber ku dikevin nêzî sînor û kar gelek ji wan re divê heya ku werin amadekirin lewma derfet tune ku em wan bînin. Dema kevir dighêjin me, êdî em li gor daxwaza gel dirûvê wê çêdikin. Bêtirî xwe daxwaza gel li ser kevirên mecla, ji bo avahî û xemlandinê heye. Her wiha giranît ji me re ji Çîn û Îranê jî tê, li kêlek wê ruxam jî cûreyên wê hene, ê Sûrî hene û yê Tirkî jî gel daxwaza wan dike ji bo derdora derî û pencereyan. Bêtirî xwe daxwaza gel li ser kevirê spî, zer û efenî ye, ji bo avahiya xaniyan.”
Her kar xwedî astengiyên cûda ne
Ehmed axaftinên xwe berdewam kirin û wiha got: “Tu kar bê zehmetî nîne, lê zehmetiya em dikşînin heya ku kevir dighêjin nav destên me, gelek caran dema tên şikesî ne, ev yek bandore li karê me dike û di milê madî de jî dibe pirsgirêk. Her wiha em di milê buhayê mazotê de jî astengiyan dibînin her cara ku mazot buha bibe buhayê anîna keviran jî buha dibe û ev yek bandore li me dike. Li kêlek wê em cenetoran bikar tînin ji ber ku elekitrîn pirî caran nîne ev yek jî dihêle ku buhayê keviran bilind bibe û kar kêm bibe. Di heman demê de dema rê di navbera me û Idlib, Hema û Helebê de tê girtin karê me jî disekine. Her wiha zehmetiya karê me jî ew e ku hemû toze û bandore li tenduristiya mirovan dike û gelek caran dema birîna keviran de kevir di nav destê me de dişkê û karmendên me birîndar dibin. ”
Xwediyê Kargeha Dêrik a birîna keviran Alî Ehmed axaftinên xwe bidawî kirin û wiha got: “Daxwaza min heye ku ez kar berfirehtir bikim û alavên nûjen bînim lê ji ber ku bajar piçûke kar kême, lewma ez derfetê nabînim. Her wiha bi hêvîne ku buhayekî sabit ji bo mazotê ji me re were diyar kirin da ku bi rehetî em kar bikin.”






