Monday, June 8, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bûye dosyeke jibîrkirî!

07/06/2026
in POLÎTÎKA
A A
Ceza bi derengî li çete û xwînmijan hatin birîn
Share on FacebookShare on Twitter

Reşo Mihemed

Mijar DAIŞ e, DAIŞ kî ye û kî xeteriya wê nas nake, xeteriya wê li ser aramiya cîhanî? Aramiya herêma Rojhilata Navîn, herêma ku sedsala bûrî û heyî bûye navend ji DAIŞ’ê re, bi taybet li Îraq û Sûriyê. Di çarçoveya şer û tevlîheviya ku Rojhilata Navînê tê re derbas dibe tirsa zindîbûna çeteyên DAIŞ’ê derdikeve holê. Ji ber valahiyên ewlehiyê û alozîyên siyasî yên ku cîhan rastî wê tê, DAIŞ sûd werdigirin da ku xwe dîsa bi rêxistin bikin. Li hemû welatan ne bi heman astê ye, her welatekî ku DAIŞ’ê lê heye, li gorî şert û mercên wê herêmê tevdigerin. Li Îraq û Sûriyê, navenda damezrandina DAIŞ’ê, devera herî xeternak di Rojhilata Navîn de dosya DAIŞ’ê hatiye jibîrkirin. Di dema heyî de piştî geşedanên di ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê re derbas bûn, evqas berxwedaniya QSD li hemberî DAIŞ’ê, DAIŞ mîna ava kaniyeke hêdî hêdî diherike, aveke hêdî hêdî ye, xeteriyeke mezin heye ku bibe çemekî bi xumexum û herêmê bi tevahî li ber lehiya xwe bibe. Mîna çemê Furatê ku çawa dewleta Tirk bendav vekir û hişt Dêrazorê û Reqayê li ber here, dewleta Tirk niha xwedî serweriyeke mezintir e li Sûriyê, bi dehan endamên MÎTA dewleta Tirk li seranserî Sûriyê û bi taybet li deverên weke Dêrazorê û sînorê Îraq û Sûriyê tevdigerin. Êdî MÎTA Tirkiyê bi hêsanî xwe digihîne çeteyên DAIŞ’ê. Ji ber vê sedemê dosya DAIŞ’ê bi awayekî rasterast ketiye destê hikumeta Sûriyê ya demkî bin sîwana dewleta Tirk, ev dosye bi hevkarî tê birêvebirin, ev yek jî dibe cihê metirsiyek mezin. Bi destpêkirina kirîza Sûriyê û Şoreşa Rojava re Qaîde, Cebhet Elnusra û paşê çeteyên DAIŞ’ê zêdeyî nîvî ji axa Sûriyê û Rojava xistin bin kontrola xwe, bi berxwedaniya YPG û YPJ a ku ji Dêrkê, Tirbespî, Qamişlo, Tilhemîs dest pê kir heya Hesekê, Girê Spî, Serêkaniyê, Reqe, Kobanê, Dêrazorê, Efrîn û gelek gund û navçeyên din berdewam kir, DAIŞ hat têkbirin. Bi demdirêjiya 10 salan bi hezaran çeteyên DAIŞ’ê di hundirê girtîgihan de bû. Kilîda ewlehî û xeteriyê di destê QSD’ê de bû. DAIŞ weke bombeyekê bû QSD’ê parastina wê dikir da ku hêzên wekî dagirkeriya Tirk pê nelîze û neteqîne, ji ber ku eger ev bombe teqiya wê Sûriyê, herêmê û tevahiya cîhanê li ber xwe bibe. Di van dema dawîn de, bi pêşketinên leşkerî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, pirsgirêkek derket holê, encamên wê ne tenê bi erdnîgariyeke taybet re sînordar bû, lê bandora wê li tevahiya axa Sûriyê ye. Lê tişta balkêş nebûna helwesta Hevpeymana Navdewletî li hemberî DAIŞ’ê ye, cîhanê dixine rewşeke wiha de ku DAIŞ’ê têkçûye, xeteriya wê nemaye. Lê rastî ev e, hêzên navdewletî çavên xwe ji vê dosyayê digirin, sedema sereke ne şerê ku li herêmê rû dide ye, ne şerê DYA-Israîl li ser Îranê ye, sedema sereke ew e ku girîngî nayê dayîn bo dosya DAIŞ’ê, ev yek jî dikeve bin siya berjewendiyên hêznê weke Amerîka, Israîl, Birîtanya û hwd… Xeteriya DAIŞ’ê di roja îro de ji hemû serdemên bûrî dijwartir e, lê pirsa cewherî ew e gelo DAIŞ çima li Sûriyê û Îraqê maye û çima nehatiye tunekirin tevî şiyana Hevpeyamana Navdewletî heye ku wê têkbibe, bersiv jî di nabera du kevanekan de ew e (DAIŞ jî beşek ji planên Rojhilata Navîn e, plana hêzên hegemon e û her serdemekê ereke DAIŞ’ê heye, di heman demê de ew ê li gorî berjewendiyên van hêzan were dadgehkirin, tunekirin û an jî vejandin)  

ShareTweetPin

Herî Dawî

150 Malbatên Êzîdî yên li kampên Başûr diman vegeriyan Şengalê
NÛÇE

150 Malbatên Êzîdî yên li kampên Başûr diman vegeriyan Şengalê

08/06/2026
Perwîn Yûsif: Banga aştiyê banga sedsalê ye
NÛÇE

Rêber Apo: Entegrasyona demokratîk bi demokrasiya xwecihî bi wate dibe

08/06/2026
Ji Rojavayê Kurdistanê şermezarkirina gotinên nijadperest ên Rehmî Koç
NÛÇE

Ji Rojavayê Kurdistanê şermezarkirina gotinên nijadperest ên Rehmî Koç

08/06/2026
Li wanê Mehrîcana Keda Jinan a Berhemdar
JIN

Li wanê Mehrîcana Keda Jinan a Berhemdar

08/06/2026
Ji Bakurê Kurdistanê Kampanya “Ciwanên komînal li dijî Şerê Taybet li qada ne”
JIN

Ji Bakurê Kurdistanê Kampanya “Ciwanên komînal li dijî Şerê Taybet li qada ne”

08/06/2026
YRJ’ê; Êrişa li ser Ajansa Nûçeyan a Jinê hewldana bêdengkirina dengê rastiyê ye
JIN

YRJ’ê; Êrişa li ser Ajansa Nûçeyan a Jinê hewldana bêdengkirina dengê rastiyê ye

07/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.