Monday, June 8, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Şerê stratejiyan li Ser Rojhilata Navîn û Kurdistanê

07/06/2026
in POLÎTÎKA
A A
Şerê stratejiyan li Ser Rojhilata Navîn û Kurdistanê
Share on FacebookShare on Twitter

Zinar Yildiz

Piştî erkdarkirina Tom Barrack weke nûnerê Serokatiya Amerîka ya Surî û Iraqê li Rojhilata Navîn nîqaşên berfireh li ser stratejiya Amerîka ya li Rojhilata Navîn tê meşandin.

Gelo Amerîka bi erkdarkirina Tom Barrack ve çi peyamê dide gelên Rojhilata Navîn?

Ji vê jî girîngtir, stratejîya Amerîkayê li Rojhilata Navîn çi ye?

Ji salên 2004 û şûnde di hin saziyên hizrandinê weke İnstîtûya Polîtîkayên Rojhilata Nêz a Amerîkayê de li ser stratejîya Amerîkayê ya li Rojhilata Navîn hin rapor hatin amadekirin. Di wan raporan de stratejiya bi navê ‘Three Pillars’ yanî ‘Sê Stûn’ weke stratejiya sereke ya Amerîkayê li herêmê dihat nasîn.

Ev stratejî çi ye?

Ev stratejî li ser sê lingan an jî stûnan tê avakirin. Stûna yekemîn Security-Ewlekarî, stûna duyemîn Reform-Ji nû ve Têşedayîn, stûna sêyemîn jî Peace-Aşitî ye.

Li gorî wan stûnan Amerîka li Rojhilata Navîn di serê de mijara ewlekariyê dike mijara sereke ya pêwendiyên xwe. Hebûna xwe li herêmê li ser ewlekariyê ava dike. Hebûna hin hêzên bi navê ‘‘terorê’’ dibe hinceta sereke ya ewlekariyê. Li gorî Amerîka di nava wan hêzên terorîst de Îran, El-Kaîde û hêzên berdewam û şopdarê wan hene. Dîsa xeteriyên li ser rê û herêmên tîcaret û enerjiyê dibe pêdiviyeke ewlekariyê. Ji ber ku gelek hêzên cihanî li ser çavkaniyên enerjiya herêmê û rêyên tîcaretê hesabên cuda dikin û ew yek li gorî berjewendiya Amerîka xeteriyeke mezin ava dike. Di mijara ewlekariyê de mijareke din a sereke jî ewlekariya Îsraîlê ye. Erîş û xeteriyên erîşan li ser Îsraîlê ji bo Amerîka dibe mijara ewlekariyê ya li Rojhilata Navîn.

Li hember wan xeteriyên ewlekariyê, DYA li hêrêmê di serê de gavên ewlekariyê Li Rojhilata Navîn diavêje.:

– Baregehên leşkerî ava dike.

– Hevpeymaniyên leşkerî îmze dike.

– Çekan li herêmê belav dike û difroşe.

– Torên îstixbaratî çêdike.

Stûna duyemîn a vê stratejiyê Reform yanî ji nû ve têşedayîn e. Li gorî xeteriyan, DYA li herêmê pêwendiyên stratejîk û taktîkî ava dike. Di nava wan pêwendiyan de dixwaze hemu hêzên bi Amerîkayê ve di danûstandinê de ye biguherîne û li gorî berjewendiyên xwe têşe bide. Ew hêz dibe dewletek be yan jî rêxistinek be. Amerîka dixwaze di nava wan hêzan de kes an jî rejîmên li gorî xwe ava bike û bi cih bike. Ger ew hêz li gor Amerîkayê nemeşe di dawiyê de pişta xwe dide wan hêzan. An bi xwe derbekê lêdixe an jî dihêle ku ji aliyê alîgirên din a Amerîkayê ve were têkbirin. Gavên ji bo reformê ji aliyê Amerîkayê ve tê avêtin ev in:

– Projeyên destwerdana rejîman

– Zêdekirina tevgerên Saziyên Sîvîl a Alîkariyan (Munazama)

– Pêşxistina Projeyên Medya-Ragihandinê

– Pêşxistina projeyên perwerdekirinê di nava pîşeyên cuda de

Stûna sêyemîn a stratejiyê Peace-Aşitî ye. Ev stûn di hin cihan de weke entegrasyona herêmî jî tê binavkirin. Di vê stûnê de armanc ewe ku aliyên ku bi stûna askerî hatiye kontrol kirin û bi reforman hatiye guhertin bigihînin hev û li gor berjewendiyên xwe pergaleke ava bikin. Di vê mijarê de armanca sereke ya Amerîkayê lihevanîna Îsraîl û welatên Ereban bû. Û di roja me ya îro de bi hevpemana Îbrahîmî ve heta astekî ev yek hatiye pêkanîn. Di mijara pirsgirêka Fîlîstînê de jî heta niha stûna yekemîn weke kontrolkirina leşkerî berdewam e. Ger hêzên weke Hizbûllah û Hamas di encama şerekî dijwar de li gorî berjewendiyên Amerîka têşe bigire dikarin bi Îsraîlê ve dest bi pêvajoya aşitî yanî entegrasyonê bibin. Ger nekevin nava reformê wê demê di konaxa yekem de bi awayekî leşkerî ji holê werin rakirin. Heman tişt ji bo Îranê jî derbasdar e. Lê ji ber ku Îran xaleke sereke ya  Rojhilata Navîn e û di asta leşkerî de nê lewaz e Amerîka dixwaze li Îranê bi pêvajoya reformê ve bigihîne pêvajoya aşitî yan jî entegrasyonê.

Lê li gorî tê fêmkirin di çend salên dawî de di stratejiya Three Pillars-Sê Stûn de hin guhertin pêk hatiye.

Berê sala 2020’an, Amerîka di gotin de ji bo pêvajoya reformê gotina Demokrasiyê gelek bikardianî. Yanî di gotin de jî be her tim di bin navê mafê mirovan, adalet û wekheviyê de digot ‘‘emê demokrasiyê bînin Rojhilata Navîn’’. Lê ji 2020’an şûnde edî ji gotina Demokrasiyê jî dûrket. Ji bo guhertina rejîman û avakirina rejîmên nû pergalên otokratîk esas girt. Ji hêzên demokratîk zêdetir hêzên tundrew, yek kesî û cîhadîst ji bo xwe kir bingeh. Efxanîstanê ji Talîban re hişt. Li Surî HTŞ ji bo Şamê amade kir, niha li Îranê dixwaze bi hin guhertinên şiklî ve bi rejîma molla ya Îran ê ve li hev bike. Pêwendiyên xwe bi Qatar û Sûdî Erebistanê re pêşxist. Û di vê çarçoveyê de xwest bi pêşxistina rejîmîn otokratîk ve hemu erdnîgariya Rojhilata Navîn derbasê pêvajoya entegrasyonê bike.

Niha Tom Barrack nûnertiya vê stratejiyê dike. Ji xwe Barrack ev yek di pêvajoya derbasbûyî de gelek aşkere anîbû ziman. Li gorî têgihîştina Amerîka û nûnerê wî ya bi navê Barrack li Rojhilata Navîn demokrasî ne guncav e û nayê pêkanîn. Li gorî wan, civaka Rojhilata Navîn encax bi rejîmên otokratîk dikarin werin bi rêvebirin. Lewma berê xwe dan rejîmên navendî û desthilatdariyên hişk.

Ji nû ve erkdarkirina Barrack weke nûnerê Irak û Surî tê vê wateyê ku hem li Irakê hem jî li Surî pêvajoya Reformê ji aliyê avakirina rejîmên navendî û otokratîk hin xurt û leztir bimeşe. Ev yek yekser li ser Kurdan bandorê bike.

Kurdan heta niha li Iraqê weke fermî di pergaleke federasyonê de hebûna xwe berdewam dikin. Ev yek destkeftiyeke statûya Kurdan e. Lê ger guhertina rejîma Iraqê were rojevê wê demê li ser statûya Herêma Federal a Kurdistanê bikeve xeteriyê de.

Dîsa li Surî û Rojava piştî şerekî dijwar bi lihevkirina 29ê Çileyê ve di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê ve pêvajoyeke entegrasyonê hatibû destpêkirin. Lê ev pêvajo weke tê xwestin nameşe û entegrasyon pêk nayê. Niha ger Barrack di rejîmên navendî de israr bike, dibe ku hikûmeta Şamê pêvajoya entegrasyonê bi Rêveberiya Xweser ve bide sekinandin û ev yek jî pêşî li şerekî nû veke.

Li Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê jî pêvajoyeke Aşitî û Civaka Demokratîk ji aliyê Rêber Apo ve hatiye destpêkirin. Ji ber ku mejiyê bingehên ya dewletê, xeteriyên li ser xwe dibînin û dixwazin ev pêvajo bê qeza û bela bimeşe. Lê di demên dawî de daxuyaniyên Hakan Fîdan û Tom Barrack di heman çarçoveyê de gumanan di serê herkesî de çêdike. Gelo dewleta Tirk çiqas dikare li hember projeya Amerîkayê di projeya aşitî û civaka demokratîk de bi israr be. Ger ev israr bişkê xeteriyê şerekî mezin li ser Tirkîye li ber derî ye.

Di encam de di destpêka sedsala bîstûyekemîn de li pêşiya Kurdan gelek derfetên mezin derket. Li gorî wan derfetan jî gelê Kurd hin destkeftiyan bi dest xistin. Niha Amerîka û Îsraîl dixwazin li herêmê di çarçoveya projeyên xwe de destkeftiyên kurdan bixe bin xeteriyeke mezin. Ji ber ku Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê jî doza adalet, wekhevî û demokrasiyê dike. Ji bo parastina destkeftiyên Kurdan jî pêwîstiya stratejiyeke sê stûn heye. Stûna yekemîn Parastina Hebûna Xwe, stûna duyemîn Avakirina Pergaleke Demokratîk, stûna sêyemîn jî Yekîtiya Kurdan e.

ShareTweetPin

Herî Dawî

150 Malbatên Êzîdî yên li kampên Başûr diman vegeriyan Şengalê
NÛÇE

150 Malbatên Êzîdî yên li kampên Başûr diman vegeriyan Şengalê

08/06/2026
Perwîn Yûsif: Banga aştiyê banga sedsalê ye
NÛÇE

Rêber Apo: Entegrasyona demokratîk bi demokrasiya xwecihî bi wate dibe

08/06/2026
Ji Rojavayê Kurdistanê şermezarkirina gotinên nijadperest ên Rehmî Koç
NÛÇE

Ji Rojavayê Kurdistanê şermezarkirina gotinên nijadperest ên Rehmî Koç

08/06/2026
Li wanê Mehrîcana Keda Jinan a Berhemdar
JIN

Li wanê Mehrîcana Keda Jinan a Berhemdar

08/06/2026
Ji Bakurê Kurdistanê Kampanya “Ciwanên komînal li dijî Şerê Taybet li qada ne”
JIN

Ji Bakurê Kurdistanê Kampanya “Ciwanên komînal li dijî Şerê Taybet li qada ne”

08/06/2026
YRJ’ê; Êrişa li ser Ajansa Nûçeyan a Jinê hewldana bêdengkirina dengê rastiyê ye
JIN

YRJ’ê; Êrişa li ser Ajansa Nûçeyan a Jinê hewldana bêdengkirina dengê rastiyê ye

07/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.