Ronahî Sadûn
Dîroka Sûriyê dîrokeke gelek dirêj û dewlemend e. Ji şaristaniyên kevnar heta împaratoriyên mezin, ji serdema Îslamî heta serdema nûjen, Sûriyê her dem roleke girîng di dîroka Rojhilata Navîn de lîstiye. Lê Sûriyê di gelek çerxan re derbas bûye, îro hewcedarî çerxa demokratîkbûnê ye.
Dîroka Sûriyê bi hezaran salan vedigere û dewlemendiya wê ya çandî û dîrokî gelek mezin e. Her çend welat di salên dawiyê de pirsgirêkên mezin jiyaye, Sûriyê hîn jî yek ji navendên girîng ên dîrok û şaristaniya mirovahiyê tê hesibandin.
Sûriyê
Sûriyê yek ji welatên herî kevin ên Rojhilata Navîn û cîhanê ye. Li ser axa Sûriyê gelek şaristanî, dewlet û împaratorî hatine damezrandin. Ji ber cihê xwe yê girîng di navbera Asya, Afrîqiya û Ewropayê de, Sûriyê her dem navendek bazirganî, çandî û siyasî bûye. Dîroka Sûriyê bi hezaran salan vedigere û di nav xwe de gelek demên girîng hildigire.
Sûriyê di demên kevnar de
Nîşaneyên yekem ên jiyana mirovan li Sûriyê ji hezaran sal B.Z têne dîtin. Di Sûriyê de bajarên kevinar wekî Êbla, Mari û Ugarit pêş ketin. Êbla di hezar sala sêyem B.Z de yek ji dewletên herî bihêz bû. Li wir bi hezaran tabletên axê hatin dîtin ku agahiyên girîng li ser aborî, siyaset û jiyana rojane bû. Ugarit jî bi alfabeya xwe ya taybet navdar bû ku yek ji destpêkên nivîsandinê tê hesibandin. Herwiha gelek dîrokzan vê alfabeyê wekî yek ji bingehên alfabeyên nûjen dibînin.
Serdema Asûrî, Babilî û Farisî
Di navbera sedsalên 9 û 6’an B.Z de, Sûriyê ket bin desthilata gelek împaratoriyan. Di destpêkê de, Împeratoriya Neo-Asûrî herêm kontrol dikir. Piştre Împeratoriya Neo-Babilî û paşê Împeratoriya Hekamenîş hatin ser desthilatê. Di vê serdemê de Sûriyê navendek bazirganî ya girîng bû û rêyên bazirganî yên mezin di navbera şaristaniyan de ji vir derbas dibûn.
Serdema Yewnanî
Di sala 333 B.Z de, Îskenderê Mezin Sûriyê dagir kir. Piştî mirina wî, herêm ket bin desthilatdariya Selçûqiyan. Çanda Yewnanî li seranserê herêmê belav bû û gelek bajarên nû hatin damezrandin. Di vê serdemê de zanist, huner û felsefe pêş ketin. Têkiliya navbera çandên Rojhilatî û Yewnanî jî zêde bû.
Serdema Romayî
Di sedsala yekem a B.Z de, Sûrî bû beşek ji Împeratoriya Romayê. Bajarên wekî Şam, Heleb û Palmîra (Tetmûr) geş bûn. Palmîra bû navendeke bazirganiya navneteweyî. Li wir, Zenobiya dewletek bihêz ava kir û li dijî Romaniyan şer kir.
Serdema Bîzantî
Piştî dabeşbûna Împeratoriya Romayê, Sûriyê ket bin desthilatdariya Împeratoriya Bîzantî. Di vê serdemê de, Xiristiyanî li herêmê bi berfirehî belav bû û gelek dêr û navendên olî hatin avakirin. Şam û Heleb bajarên girîng man.
Serdema Îslamî
Di sala 636’an PZ de, artêşa Misilmanan di Şerê Yermûkê de bi ser ket û Sûriyê ket bin desthilatdariya Îslamê. Di sala 661’an de, Xîlafeta Emewiyan hate damezrandin û Şam bû paytexta wê. Di vê serdemê de, hinekî zanist pêş ket, bazirganî geş bû û avahiyên mezin hatin çêkirin. Çanda erebî belav bû. Piştî Emewiyan, Abbasiyan desthilat girtin û paytext ji Şamê bo Bexdayê veguhastin. Di serdema Selçûqî û Xaçperestan di sedsalên navîn de gelek şer li ser Sûriyê çêbûn. Leşkerên Xaçperest gelek herêm dagir kirin. Nûreddîn û paşê jî Selahedîn, di vê serdemê de di nav kesayetiyên herî berbiçav de bûn. Selahedîn bi serketinên xwe yên li ser xaçperestan û vegerandina beşên mezin ên Sûriye û Filistînê navdar bû.
Serdema Memlûkî
Di sedsala 13’an de Memlûkan desthilat girt. Wan gelek êrişên Mogolan rawestand. Di vê demê de bazirganî, çand û zanist dîsa pêş ketin û gelek avahî hatin çêkirin.
Serdema Osmanî
Di sala 1516’an de, Sûriyê ket bin desthilatdariya Osmaniyan. Ev desthilat nêzîkî 400 sal dom kir. Di vê serdemê de, Şam navendeke girîng, xaleke destpêkê ji bo karwanên hecê û navendeke bazirganiyê bû. Lê belê pirsgirêkên siyasî dijwartir dibûn.
Mandaya Fransî
Piştî Şerê Cîhanê yê Yekem, Împeratoriya Osmanî hilweşiya. Di sala 1920’an de, Fransayê kontrola Sûriyê girt destê xwe. Gelê Sûriyê li dijî vê desthilatdariyê serî hilda. Serhildana Mezin a Sûriyê yek ji navdartirîn serhildanan bû.
Serxwebûna Sûriyê
Di sala 1946’an de, hêzên Fransî ji Sûriyê vekişiyan û welat serxwebûna xwe bi dest xist. Lê belê, piştî serxwebûnê, gelek caran derbeyên leşkerî çêbûn û gelek caran hikumet guherî.
Yekbûna bi Misrê re
Di sala 1958’an de, Sûriyê û Misir bûn yek û dewletek bi navê Komara Erebî ya Yekbûyî ava kirin. Lê ev yekîtî tenê 3 salan dom kir û di sala 1961’an de bi dawî bû.
Serdema partî yan jî rêjîma Baasê
Di sedsala 20’an de gelek guhertinên siyasî, derbeyên û pevçûnên navxweyî çêbûn. Di sala 1963‘an de, Partiya Baas a Sosyalîst a Ereb desthilatdarî girt ser xwe. Partiya Baas siyaseta neteweperweriya erebî pêş xist. Di sala 1970’î de, Hafiz Eseed bi darbeyekê leşkerî desthilatdarî bi dest xist. Wî hêza dewletê zêde kir, leşker bihêz kir, kontrola siyasî gelek xurt kir. Hafiz Eseed heta sala 2000’an serokatiya welat kir. Piştî mirina Hafiz, kurê wî Beşar El-Eseed bû serok. Di destpêka hatina Beşar El-Eseed de, gelek kes hêvîdar bûn ku reforman bike, lê pirsgirêkên siyasî berdewam kirin.
Sûriyê di nava berjewendiyên siyasî de tê teşekirin
Di van serdeman de, bi taybetî di dema rêjîma Baasê de, Sûriyê di gelek kirîz û êşan re derbas bû. Gelên Sûriyê rastî hemû cûreyên siyasî yên tund hatin. Lê pirs ev e ku gelo serdemek ji van serdeman nikarîbûn xwe li ser lingan bigre û Sûriyê ava bike? Mixabin dema mirov lêvgereke dîrokî dike, dibîne, çareserî qet ji bo Sûriyê nehatiye kirin, bi taybet weke tê zanîn; Sûriyê di hemû aliyan de cihêrengiyê vedihewîne, aliyê xwezayî yan jî mirovî be. Ji ber gelek pêkhate, ol û netewên cuda cuda li ser axa Sûriyê bi hezarên salan jiyan kirine heya roja îro jî li Sûriyê ne, lê ew di nava Sûriyê de mafekî mirovî bidest nexistine, ji ber cihêrengiya Sûriyê tê nixmandin û di nava berjewendiyên siyasî de tê teşekirin. Lewra ji ber ku ev êşa salan di dilê Sûriyan de hatibû komkirin, wan dest bi “Şoreşa Sûriyê” kirin. Lê mixabin şoreş ji dêvla ku bi ser biketa ew veguherî kirîzê, ev kirîz jî heya roja îro berdewam dike… Şerê Sûriyê ne tenê şerekî navxweyî bû, gelek welat, di nav wan de Rûsya, Îran, Tirkiyê û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, bi awayên cûda tê de beşdar bûn. Ev têkiliyên derve bûn sedema dirêjkirina şer û zêdebûna aloziya wê.
Li kêleka Şoreşa Sûriyê “Şoreşa Rojava” bi pêşengiya gelê Kurd hat destpêkirin. Şoreşa Rojava jî li ser bingeha birêxistinkirina gel, bidawîbûna siyaseta paşguhkirin, naskirina mafê jin, pêkanîna jiyana wekhev, demokrasiyê û hwd…ne.
Ketina Rejîmê û qonaxa nû ya Sûriyê
Piştî ku girîngî û rola mala Eseed li cem desthilatdarên herêmî û navneteweyî hate bidawîkirin, bi planên veşartî bi rêya hikumeta demkî ya niha li Sûriyê rêjîma Baasê hilweşandin. Di vir de kî hat HTŞ’ê hat û şûna mala Eseed girt, ji destpêkê û heya niha jî gelên Sûriyê metirsiyên wan ji vê hikumetê hebû û heye, ji ber ew dizanin dîrok çi li ser rastiya wan nivîsandiye, tenê alîgirên vê hikumetê herî zêde baweriyê bi wê tînin. Dîsa jî tevî her tiştî Sûriyê û gelên wê rûpeleke nû vekirine, hêvî ji destpêka hatina vê hikumetê û heta niha dikin ku rewşa heyî gurtinên baş bînin. Lê niha rewşa avakirina Sûriyê ne zelal e, ji ber hîna paşguhkirin û siyaseta berê tê meşandin. Em a bi hezarên salan e êş tê kişandin û çareserî pêk nehatiye. Di heman demê de Sûriyê di gelek çerxan re derbas bûye, îro hewcedarî çerxa demokratîkbûnê ye.
Rewşa siyasî, civakî, aborî, rêxistinî, perwerde û hwd… li Sûriyê
Dîroka siyasî ya Sûriyê tije guherîn, nakokî û têkoşîn e. Ji serxwebûnê heta şerê navxweyî û rewşa niha, welat di nav şert û mercên dijwar de maye. Pêşeroja Sûriyê bi asta mezin girêdayî ye bi çareseriya siyasî, avakirina aborî û peydakirina aramiya domdar ji bo hemû welatiyan.
Rewşa civakî ya Sûriyê di deh salên dawî de bi taybetî ji ber şerê navxweyî yê ku di sala 2011’an de dest pê kir, gelek guheriye. Civaka Sûriyê ji komên etnîkî, olî û çandî yên cihêreng pêk tê û ev cihêrengî di dîrokê de beşek girîng a civaka welêt bûye. Lê ji ber xizaniyê rewşa civakê xirab bûye.
Xwendin û perwerde li Sûriyê ji ber siyasetên dewletê gelek astengî kişandiye, naskirina bi mafê perwerdeyê yê hemû pêkhateyên wê nehate kirin, heya roja îro jî ev yek pêk tê. Ji ber vê rewşê û ji ber bûyerên li Sûriyê rû dan, gelek dibistan û zanîngeh hatin hilweşandin û gelek zarok ji perwerdehiyê dûr ketin û hîn jî gelek malbat di warê gihîştina perwerdehiyê de zehmetiyan dibînin.
Aboriya Sûriyê yek ji sektorên ku herî zêde ji şerê navxweyî bandor bûye; Şertên jiyanê gelek xera bûne. Bihayên tiştan bilind bûne, bêkarî zêde bûye û gelek malbat di xizaniyê de dijîn. Kêmbûna kar, elektrîk, av û xizmetên bingehîn jiyana rojane ya gel dijwar kiriye.
Digel hemû dijwariyan, heke şertên siyasî û ewlehiyê baştir bibin, derfet heye ku welat bi gav bi gav aboriya xwe ji nûve ava bike û şertên jiyanê yên gel baştir bibin.
Divê dewlemendbûna Sûriyê bi çareseriyeke mayendî bê parastin
Di encamê de em dikarin vê yekê bînin ser ziman ku îro Sûriyê hîn jî bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû ye, aborî lawaz e, gelek kes koçber in, gelek herêm zirar dîtine, avakirinên nû hewce ne. Lê her çend pirsgirêk hebin jî, Sûriyê hîn jî dewlemendiya xwe ya dîrokî û çandî diparêze.






