Idrîs Henan
Dema em têgeha Qirkirinê dibihîsin, derhal wêneyên kuştina girseyî, komkujî û şerên ku dibin sedema tunekirina komên mirovan tên bîra me. Bûyerên dîrokî yên mezin ên sedsala 20’an vê têgihaştinê xurt dikin ku êdî çi nîqaşên li ser têgeha Qirkirinê dibin, bi tunekirina fîzîkî re tên girêdan. Tevî girîngiya vê yekê, lêbelê têra vegirtina tevayiya şêweyên wêrankirina mirovan nake.
Mirov ne tenê hebûneke beolojîk e ku dijî, dizê û dimire. Lêbelê hilgêrê bîra giştî, ziman, çand, dîrok û pergala nirx û sembolên ku wateya hebûna wî ava dikin e. Di çarçoveya vê pênaseyê de girîngiya têgeha “Qirkirina Nerm – Qirkirina Çandî” derdikeve holê ku pala xwe daye ramana ku dibêje: Tunekirina gelekî ne tenê kuştina fîzîkî ye, lêbelê hilweşandina şert û mercên razber ên domandina nasnameya serbixwe ye.
Tu komeke mirovan hebûna xwe tenê ji faktorên beolojîk nagire; berevajî vê, ji toreke mezin a hêmanên razber pêk tê ku nasnameya wê ya cuda ava dikin. Ziman ne tenê amûrek veguhestinê ye, lê di heman demê de hafîzeya bîr, bawerî, zanîn û ezmûnên dîrokî ye. Dîrok jî ne tenê bûyerên borî ye, lê bingeha hişmendiya têgihaştina giştî û hestên şêdarê ye. Çand jî çarçoveya ku di hundirê wê de nerîna ji cîhanê û têgihaştina ji xwe û ji yên cihêreng re ye. Ji lew re jî, dema desthilatî zimanê gelekî hedef digire, nahêle zarok bi zimanê xwe perwerde bibin, an jî navên wan diguhere û hewl dide sembolên wî yên çandî asîmîle bike, di cewherê xwe de bingehên hebûna wê koma etnîkî û neteweyî armanc digire. Asta xeteriya wê jî bi operasyona pratîzekirina wê ya nerm re diyarker dibe.
Qirkirina fîzîkî pir beloq û eşkere ye û bala cîhanê leztir dikişîne. Lê qirkirina nerm giran e, salên dirêj dajo û bê reaksiyon e. Bi wê yekê re hewl didin têgihaştin, bîr û aidiyeta civakê asîmîle bikin ku êdî nifşên werin dûrî rehend û kokên xwe yên resen bibin. Di vê çarçoveyê de, xala guherîna demografîk, bêwatehîştina pêşengan, sixêfkirin û biçûkkirina destkeftiyan amûrên qirkirina nerm tên hesibandin. Li kêleka van hemûyan, hewldanên lawazkirina nasnameya neteweyî, parçekirina civakî û çandî û nexşeyên siyasî û çandî yên herêman ji nû ve tên xêzkirin. Li ser van bingehan nasnameya yek netewa serdest li ser pêkhateyên din tê ferzkirin ku tekane nasnameya rewa ya dewletê ye. Paralelî wê jî hemû nasnameyên din tên paşguhkirin û weke gefekî ku divê were rakirin têne hesibandin. Di encamê de civak di hundirê yek çarçoveya neteweyî de homojen û yekreng dibe.
Pirsgirêka exlaqî ne tenê binpêkirina mafê kesan e, lêbelê tadeya li ser mafê komên mirovî ya hebûn û berdewamiyê ye. Çawa ku mafê mirov ê jiyan, azadî û rûmetê heye, mafê gelan jî heye ku ziman, çand, bîr, dîrok û nasnameya xwe biparêzin. Parastina pirrengiya çandî ne kapasîtekarin û dijatiya ji kesekî re ye; berevajî wê, zengînbûneke exlaqî û şaristaniyê ye. Bi naskirina pirrengiyê re, dadmendî, wekhevî û azadî bi wate dibin.
Pirsa ku mirov bike ew e: Zindîmayîna mirov têra parastina hebûna wî dike yan na? Mirov an gelên ku ziman, çand, bîra giştî, nasname û şiyana xwe ji dest dabin, dikarin idîa bikin ku zindî ne?
Bersivên ku werin dayîn dikarin heta radeyeke baş şêwazê fêmkirin û nihêrandina me ji têgehên edalet, azadî, mafê gelan û pirrengiya nasnameyî û çandî diyar bikin.






