Monday, June 8, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Ciwan dînamîkên pêkanîna serkeftina entegrasyona demokratîk in’

07/06/2026
in ROJEV
A A
‘Ciwan dînamîkên pêkanîna serkeftina entegrasyona demokratîk in’
Share on FacebookShare on Twitter

Ronahî Sadûn

Endama Tevgera Ciwanên Şoreşger li Rojava Dilxwaz Hemê da zanîn ku ciwan hêza dînamîk a guhertin, veguhertin û nûbûnê ne, bi îrade, perwerde û rêxistinbûnê, ew dikarin civakê ber bi azadî, demokrasî û jiyana komînal ve bibin û got, “Tevlîbûna ciwanan di pêvajoya entegrasyona demokratîk de, bingeha serkeftinê ye.”

Di demeke ku tevahî xaka Rojavayê Kurdistanê di nava pêvajoyeke nû ya entegrasyona demokratîk re derbas dibe, ev pêvajo beşdarbûn û tevlîbûneke xurt ji hemû gelên herêmê hewce dike. Di asta yekemîn de, da ku ev pêvajo bi ser bikeve û encamên wê bandorê li hemû Sûriyê bike, divê piştgiryeke mezin ji vê yekê re hebe û bi taybet rolîstina tevgerên ciwan di vê merheleyê de. Di rêveçûna xalên entegrasyonê gelek zehmetî, nerazîbûn û needaletî derdikevin holê, lê ya girîng ku ev pêvajo di dîroka xaka Sûriyê de pêvajoyekî nû ye ku tu carê nehatiye jiyankirin. Gelê Kurd di guhertina dengeyên dîrokî de bi rêya vê entegrasyonê, rolekî mezin dilîzin. Ji lewra biserxistina vê pêvajoyê bi tevlîbûna hêza ciwanên Kurd dikare hîn zêdetir bi wate bibe.

Derbarê rola ciwanan di entegrasyona demokratîk de, endama Tevgera Ciwanên Şoreşger Dilxwaz Hemê ji Rojnameya me re axivî.

‘Ciwan hêza dînamîk a guhertin, veguhertin û nûbûnê ne’

Dilxwaz Hemê di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser guhertina pêvajoyê û erka ku Rêber Apo da ye ser milê ciwanan û wiha got: “Ez dikarim bêjim ku ev pêvajo pêvajoyekî giran û hesas bû. Lê di heman demê de ji bo me wekî ciwan pir girîng bû, ji ber di nav kêliyekê de gelek guhertin û veguhertinên girîng çêdibûn. Herwiha piştî qonaxa duyemîn ji pêvajoya Aşîtî û Civaka Demokratîk ya ku bi navê “Entegrasyona Demokratîk” tê nasîn, di xebatê me de gelek guhertinên girîng çêbûn. Em weke ciwan ya ku hiştiye em her hêz bigrin û bi îradeya xwe, xwe ji nû ve ava bikin Rêber Apo bû, peyamên ku me ji Rêber Apo digirt hem hêz dida me, hem jî me bi hezkirinekî mezin xebatê xwe bi guhertinên girîng dewam kir.

Em ji bîr nekin ku Rêber Apo di peyama xwe de jî wiha dibêje; “Ciwan hêza dînamîk a guhertin veguhertin û nûbûnê ne, yê ku dikare ji civakê re pêşengtî bike û civakê bi rê ve bibe ciwan bi xwe ne,” ji ber vê yekê me bi destpêkirina xebatê xwe yê ji nû ve avakirin, gelek guhertinên mezin bi dest xistin. Ji xwe ya ku hişt di demeke wiha kurt de em gelek guhertinan çêkin jî Rêber Apo bû, ji ber ew her tim rêya serkeftinê nîşanî me dide. Lewra ji ber vê yekê di xebatê me yê înşayê de xala herî girîng û esasî ku li ser wê tevahî xebatê me tê meşandin “Avakirina Komînaye” em weke ciwan me hemû hêza xwe da vî xebatî, li ser vê bingehê jî em derbasî hemû gund û bajaran bûn, ji bo ku em xebatên komînan bidin meşandin, ev proje yek ji projeyên Rêber Apo ye, ji ber ku di peyama xwe de jî wiha dibêje; “Ê ku karibe pêvajoyê  bi rêve bibin û bighîne asta serkeftinê ciwan bi xwe ne, ji ber vê me pir girîng dît ku em xebatekî wiha bidin destpêkirin. Di heman demê de sedem ne tenê ev yek bû, lê ji bo ku em karibin jiyaneke azad, demokratît, wekhev û komînal bi hev re jiyan bikin, ancax bi avakirina Komînan ev yek mumkin bibe, ji ber vê yekê me ve xebat û guhertin ji bo xwe pir girîng û esas dît.”

‘Bi tevlîbûna hemû pêkhateyan, entegrasyona demokratîk pêk tê’

Dixwaz di domdariya axaftina xwe de bal kişand ser serkestina pêvajoyê ku ew bi tevlîbûna hemû pêkhateyan e û wiha pê de çû: “ Dema ku em dibêjin entegrasyona demokratîk, ew li ser esasê ku hemû pêkhateyên li Sûriyê jiyan dikin, cihê xwe di nava vê entegrasyonê de bigrin. Em jî weke ciwan, me xwest ku hemû pêkhateyên li Sûriyê jiyan dikin cihê xwe di nava xebatê me de bigrin û rola xwe bilîzin. Li ser vê bingehê di perwerdeya me ya înşayê de, hemû çalakî û xebatê ku di çarçoveya entegrasyonê de hatin meşandin, pêkhateyên Kurd, Ereb, Ermen, Suryan û hwd… cihê xwe di nav de digrin, bi avakirina vê re entegrasyona demokratîk dikare pêk were û biserbikeve, ji ber ku her kes di nav vê entegrasyonê de rol û misyona xwe dilîze.”

‘Divê li ser Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk perwerde bên dîtin’

Dilxwaz di dirêjahiya axaftina xwe de ev yek anî ziman: “Divê li hemû qadan perwerde werin vekirin, di rêya van perwerdeyan de em ciwan di destpêkê de Manîfestoya Aştî û Civaka demokratîk bixwînin û li ser her beşekî nîqaşên berfirh werin meşandin, ev yek jî wê bihêle ku em gelek encamên girîng bigirin, da ku di pêşerojê de jî em ciwan ji civaka xwe re bibin hêza çareseriyê. Herwiha li ser vê eseasê hemû pêkhate dikarin bi ziman û çanda xwe adet û teqalîdê xwe jiyan bikin. Ji ber ku li ser esasê jiyana komînal û azadîxwaz wê entegrasyona demokratîk bighêje wateya xwe ya herî rasteqîn.”

‘Em bi hemû hêza xwe tevlî entegrasyonê dibin’

Dilxwaz diyar kir ku her çiqas dewlet şaş û li gorî berjewendiyên xwe nêzî pêvajoyê dibe, lê ew bawer in bi entegrasyona demokratîk a ku Rêber Apo destpêkiriye û got: “Herî zêde em ciwan bi hatina HTŞ’ê re li ser desthilatê, di heman demê de êriş û kiryarên wan yên hovane li ser Rojava û giştî Sûriyê bandoreke pir mezin da avakirin, ji ber ku bi rêbazên xwe yên hovane xwestin ku gelê Kurd tune bikin û bê maf bihêlin. Ev yek jî sûcekî pir mezin bû, lê ne tenê gelê Kurd li Beravên Sûriyê û Siwêda jî ev komkujî li serê gelê Elewî û Durzî hatin kirin.

HTŞ’ê her çiqas bêje ku em tevî vê entegrasyonê bûne, lê bi zihniyeta xwe ya qirêj û dagirker, her hewldana binpêkirina vê entegrasyonê dike, ji ber ku ji xwe re entegrasyon bi rêbazekî pir cuda pênase dike. Lê em jî dibêjin ku em tevlî entegrasyona ku Rêber Apo behs dike bûne. Dewlet jî tu bikî nekî ev dewlet her wê zihniyeta wê dagirkirin be. Lewra baweriya me bi hêza hegemon ango sîstema desthiladar nayê, ji ber muzakerevanê vê pêvajoyê Rêber Apo ye, em jî dibêjin em ê bi hemû hêz û îradeya xwe destekê bidin entegrasyona demokratîk ya ku Rêber Apo daye destpêkirin.”

‘Ji bo ku em destê Rêber Apo xurt bikin em xwe birêxistin û perwerde bikin’

Endama Tevgera Ciwanên Şoreşger li Rojava Dilxwaz Hemê axaftina xwe bi dayîna vê peyamê bi dawî kir: “Peyama min ji bo hemû ciwanan ew e ku her xwe perwerde û rêxistin bikin û heya dawî xebatê xwe bidin meşandin, ji bo ku em destê Rêber Apo xurt bikin û ez dibêjim; êdî pêwîst e em Rêbetriya xwe bi awayekî azad di nava xwe de bibînin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

150 Malbatên Êzîdî yên li kampên Başûr diman vegeriyan Şengalê
NÛÇE

150 Malbatên Êzîdî yên li kampên Başûr diman vegeriyan Şengalê

08/06/2026
Perwîn Yûsif: Banga aştiyê banga sedsalê ye
NÛÇE

Rêber Apo: Entegrasyona demokratîk bi demokrasiya xwecihî bi wate dibe

08/06/2026
Ji Rojavayê Kurdistanê şermezarkirina gotinên nijadperest ên Rehmî Koç
NÛÇE

Ji Rojavayê Kurdistanê şermezarkirina gotinên nijadperest ên Rehmî Koç

08/06/2026
Li wanê Mehrîcana Keda Jinan a Berhemdar
JIN

Li wanê Mehrîcana Keda Jinan a Berhemdar

08/06/2026
Ji Bakurê Kurdistanê Kampanya “Ciwanên komînal li dijî Şerê Taybet li qada ne”
JIN

Ji Bakurê Kurdistanê Kampanya “Ciwanên komînal li dijî Şerê Taybet li qada ne”

08/06/2026
YRJ’ê; Êrişa li ser Ajansa Nûçeyan a Jinê hewldana bêdengkirina dengê rastiyê ye
JIN

YRJ’ê; Êrişa li ser Ajansa Nûçeyan a Jinê hewldana bêdengkirina dengê rastiyê ye

07/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.