Monday, June 8, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Zindawerên çand û hunera Kurdî

03/06/2026
in ÇAND Û HUNER
A A
Zindawerên çand û hunera Kurdî
Share on FacebookShare on Twitter

Can Yûsiv

Mûzîkjen Ebdurehman Dirê’îê; Şahê bilûrê, strana afirîneriyê û evîndarê rengan.

Ne her kesê ku rîşeyek di destê xwe de digire û tabloyek xêz dike, jê re tê gotin  “wênekêş” e; û ne her kesê ku stranekê distirîne an jî awazekê lêdixe,jê re tê gotin “hunermend ” e;  ji ber ku huner di bingehê xwe de afirîneriyek taybet e, diyariyek Xwedayî ye xwe di berdê giyan û hestê vediguherîne reng û rehjenê, dibe zimanê jiyanê û dibe pirek di navbera bîr û wijdanê de.

Di vê çarçoveyê de, Ebdulrehman Dirêî weke yek ji damezrîner û pêşengên herî diyar ên hunera şêwekariya Kurdî derdikeve pêş,wî di navbera rîşe û muzîkê de hevahengiyek bêhempa çêkir, reng veguherand mûzîka dîtbarî û tablo jî kir helbesteke zindî ku bi nasname û bedewiyê dijene.

Wê çawa Ebdulrehman Dirêî ne  mirovekî afirîner û xuliqkar be, ew kurê Amûdê ye… ew bajarê ku di bin siya xaniyên wê yên heriyê de gelek efrîneran lê jiyane û di gundên xwe de zarokên himbêz kirine, piştre di asoyên edebiyat, huner û siyasetê de bûne navên ronak, wek (Selîm Berekat,  Ehmed Huseynî , Muhamed Nor Huseynî, Refet Darî, Yûsiv Çelebî û Dawud Edwanî..h.d)

Hunermendê şêwekar û muzîkjenê kurd û şahê bilûrê Ebdulrehman Dirê’î di sala 1938’an de li gundê Qezanbûkê, ji dayîk û bavek Kurd (Îbrahîm û Helîme), hatiye dinya yê di nav malbateke neteweyî ya xebatkar de ku ji pênc zarokan pêk dihat: sê xwişk (Elîfa, Bedriye û Sultan) û  du bira (Ew û Ehmed) .

Li wir, di wê devera bêdeng de, destpêkên xewnê wî geşbûn, û nîşaneyên hestê wî yê hunerî yê yekem afirîn,  çavên wî li ser xwezaya kurdî bi rengên wê yên bedew, vebûn.

Li wê derê, ku zevî bi çîrokan re hevahengin, wî pê zanî ku reng ne wek madeyek bêcan e, lê wek hestek zindî ye di tiştan de diherike û di wijdanê de di afire , û ji wê gavê ve pêde ew bû zimanê wî yê yekem di vegotina cîhanê de.

Ew derbasî bajarê Amûdê bû, li wir xwendina xwe ya seretayî qedand, berî ku derbasî Qamişlo bibe, û xwendina xwe ya amadehî bi serkeftinê bi dawî bike, paşê xwendina xwe ya bilind li bajarê Hesekê di peymabgeha Amadekirina Mamosteyan de berdewam kir, da ku bibe yek ji derçûyên beşa wê ya yekem di sala 1968-1969’an de  û li gel peyama xwe ya hunerî peyama perwerdehiyê jî hilgirt.

Li gelek bajar û bajarokan mamostetî kir, ji Qamişlo heta Dirbêsiyê û Hesekê û heta gundên dûr, ku ne tenê mamosteyek bû, lê hilgirê ronahiyê bû ku di giyanê xwendekarên xwe de hezkirina zanînê û bedewiyê bi hev re diçand.

Ji ciwantiya xwe ve huner bi hemû şêweyên xwe ve di giyanê wî de jîn dibû . Xêzkirin, lêdana sazê û afirandin , heya ku navê wî bû hevwateya pirrengiya afirîner.

Di sala 1962’an de yekem pêşangeha xwe ya hunerî li Hisiçayê li dar xist, hîn ew di destpêka ciwantiya xwe de bû.

Bandora wî ne tenê li ser kesayetiya wî mabû, lê berfireh bû û gihîşt ji bo nifşên xwendekar ên ku li ber destê wî fêr bûn ,ew dibistanek zindî bû ku li ser rûyê erdê dimeşiya, huner berî hilberînê fêr dike.

Di cîhana muzîkê de, hebûna wî ne kêmtir bû, di sala 1970 de wî  sekreteriya Komela Muzîkê li Hisiçayê kir û li wir wî ruhê xwe bi bilûrê derxist ku ne tenê amûrek bû, lê veguherî dengê wî yê hundirîn, ku hest, xewn û êşên xwe di awazên rastîn û zindî de diherikand.

Tabloyên wî mîna muzîka bêdeng xuya dibûn, û saza wî mîna tabloyên ku di hewayê de têne xêzkirin, ev yekhevîyeke kêmdar bû ku ew kir yek ji çend kesên ku di heman demê de damezrînê şêwekarî û nûjeniya muzîkê hev re girêdan.

Ebdurrehman Dirêî  di karê bilûrvaniyê de jêhatîbûnek bilind nîşan da, rêhevalekî ku heta kêliyên dawî yên jiyana xwe dev jê berneda, ji ber vê yekê jenandina wî ne tenê edakirina muzîkî bû, lê bû wergerandinek zindî ya hestên wî, û dengek durist  ku derbirîna wijdana tevahî gel dike.

Di heyama rêwîtiya xwe ya hunerî de, bi lêdana xwe ya taybet bi bilûrê re, bi komek hunermendên mezin yên kurd re, wek (Mihemed Şêxo, Şivan Perwer, Elî Tico, Mihemed Teyîb Tahir, Mehmûd Ezîz, Cemîl Horo, Ednan Dilbirîn…hwd.) re hevkarî kir û ji bilî çend komên muzîkê û hunermendên Kurd ên Çiyayê kurmênc , ew beşek çalak bû di tevgera hunerê de, û rolek girîng di parastin û dewlemendkirina mîrata kurdî de lehîst.

Dengê nalînên bilûra wî hîn jî di gelek stranên kurdî de tê bihîstin, wek: (Çemê Çetelê , Ez Nexweşim, Çeto, Lê Lê Dayikê, Lê Lê Êmê , Nisrîn…hwd.), da ku berhemên wî di bîra hunerî de zindî bimînin.

Ebdulrehman Dirêî ne tenê hunermend bû, lê deryayek ji bexşînê bû di warên civakî, çandî û mirovî de; ew alîgirê mirov û dozê xwe bû, û bawer dikir ku huner parçeyek ji jiyanê ye û ji wê nayê veqetandin.

Heya roja koça dawî jî bê navber dayîna xwe domand, lewra bandora wî di bîrdankê de ma û dengê wî di her awaz, bilûr û tabloyê de berdewam dibe..

Di jiyana xwe ya kesayetî de, Ebdulrehman Dirêî di sala 1962’an de bi Xanim Biroja Ehmed re zewicî û ji wan re heft zarok çêbûn (sê keç û çar kur) ,jii bo wî, malbat berdewamiyeke xwezayî ya rêwîtiya wî ya hunerî û mirovahî bû, bi vî awayî wî peyama hunerê bi berpirsiyariya malê re di hevsengiyek bêhempa di navbera  afirînerî û jiyanê de berhev kir.

Ji ber şert û mercên zehmet ên jiyanê û têkçûna rewşa aborî,  di sala 1973’an de tevî malbata xwe koçî Helebê kir û li wir jî peyama xwe ya perwerdehiyê berdewam kir, wek mamosteyê dersên wênesaziyê û muzîkê ji bo xwendekarên serkeftî, hevahengîyek di heman demê de di navbera perwerde û afirîneriyê çêkir .

Ebdulrehman  bavekî mehrevan û dilovîn bû, ku bi evîn, lênihêrîn û piştgirî dida malbata xwe, hevjîn û zarokên xwe, di wê baweriyê de bû ku malbat berdewamiya rastîn a mirovatiyê û peywira wî ye.

Ew di jiyana xwe ya kesayetî de ne bavekî asayî bû, lê hînkerê giyan bû berî ku bibe mamosteyê hunerê, lewra bandora wî li zarokên wî bû, nemaze keça wî Semer Dirêî,ku ne tenê jêhatîbûna xêzkirinê ji bavê xwe girt, lê peyama wî ya çandî û neteweyî hilgirtibû, û bi vî awayî bû berdewamiya zindî ya ruh û mîrata wî.

Herweha, herdu keçên wî “Ebîr û Nexem ” ji dibistana yekem a wî—dibistana malê û nirxan—bingehên edebiyata kurdî fêr bûn, û ruhê çand û nasnameyê vexwarin; û bi vî awayî ew bûn şahid wê yekê  ku perwerdehiya hişmendî dikare nifşên ku di hundurê xwe de bîranîna tevahî gel hildigirin derxîne holê.

Her wiha ji çar kurên xwe re: (Tariq, Nasir, Mecid û Beşar) jî bavekî mînak bû, ji ber ku wî hemû bi hezkirina axê, girêdana bi welat û nirxên resen ên “Kurdî” re li ser serbilindiya bi nasnameyê, parastina mîras û dilsoziya bi kokê re mezin kirin.

Ji ber vê yekê, ew ne tenê bav bû, lê ew di nav mala xwe de dibistanek jîndar bû, nirxên ku pê bawer dikir di dilê zarokên xwe de bi diçandin û ew amade dikirin da ku ew bibin berdewamiya ruhê wî û hilgirên peyama wî ya jiyanî, hunerî û neteweyî.

Ebdulrehman Dirêî ji prensîbên xwe re wefadar ma , ji gelê xwe û mîrateya xwe re dilsoz ma,  da bê rawestandin heta kêliyên xwe yên dawî . Di 22’ê Gulana 2001’an de, di şêst û sê saliya xwe de, di nexweşxaneyeke Helebê de, bê deng çû ser dilovaniya xwe.

Lê her çiqas laşê wî çû, ruhê wî maye zindî di tabloyên ku rengên wan zuha nebûne , û di awazên ku hê jî di bîranîna cih û wijdanê de vedeng dibin.

Paşê xaka Efrînê ew hembêz kir, û di nav axa wê ya pak de ew hat veşartin li perestgeha “Henan” di gundê “Kefer Cennê”,di nav darên xwe yên kevnar ên zeytûnan de, ku her tim bûne sembola berxwedan û pêdariyê.  Li wir, li kêleka kesayeta neteweyî Nûrî Dêrsimî û li kêleka dapîra xwe û bapîrê xwe ji aliyê dayîkê, di dîmenek ku kurteya vegera wî ya li ser kokên pêşîn, li ser axa ku jê hez dikir, û wê jî jê hez dikir, bi cih bû.

Bi vî awayî, dawiya wî tenê destpêkek din a hebûna wî di bîranînê de bû, hebûneke ku bi demê nayê pîvandin, lê bi bandora ku wî hiştiye, bi nirxên ku wî çandiye û bi bedewiya ku wî belav kuriye tê pîvandin,  ku dê bibe şahidê mirovekî ku ji bo hunerê… û ji bo welat jiyan kiriye.

Bi koçberbûna pêşwext ya Ebdulrehman , qada hunerî ya Kurdî yek ji stûnên xwe yên bingehîn, û dengekî ku di navbera reng û awazê de ,û di navbera afrîneriya şêwekarî û rihê muzîkê de hevbendîyek çêdikir  winda kir.

Çûyîna wî ne tenê wendabûna hunermendekî bû, lê windakirina tecrubeyeke yekgirtî û tevahî bû, ku di hunerê de peyamek dibîne, di muzîkê de zimanek ji bo giyanê vedijîne, û di afirînerê de rêyek vedibîne ji bo parastina nasnameyê,  wî valahiyek ku bi hêsanî nayê tijekirin hişt, ji ber ku ew yek ji wan kesan e ku ne tenê bi pirbûna hilberîna xwe, lê bi kûrahiya bandora xwe û berfirehbûna bandora xwe jî têne nasîn.

Di gel vê yekê jî, ew di wan tablo û awazên ku wî li dû xwe hiştin de Zindawer ma, û di hişmendî û hesta girêdayîbûnê de ku di xwendekar û zarokên xwe de çand jî berdewam bû; da ku navê wî bibe şahidek ku hunera rastîn bi koçberbûna xwediyên xwe re namire, lê dibe bîranînek zindî ku li hember jibîrkirinê li ber xwe dide û hebûna xwe bi her nifşê nû nû re nû dike.

Ebdulrehman Dirê’î bi laşê xwe koça dawî kir, lê mîraseke hunerî û çandî ya zengîn li pey xwe hişt, ku pirtûkxaneya hunerî ya Kurdî dewlemend kir û kir çavkaniyek zindî ku nifşên paşerojê ji wê wateyên bedewî, dilsozî û nasnameyê derdixin.

Hejmarek mezin ji hunermendên kurd û ereb ji çavkaniyên wî yên hunerî vexwarine, yên ku di tecrubeya wî de dibistanek rastîn dîtin; dibistanek ku fêr dike huner çawa dibe helwest, û çawa jêhatîbûn vediguhere peyamek ku di wijdana mirovî de kûr rayê xwe berdide .

Bi vî awayî, bandora wî tenê di nav tablo û awazan de nema, lê bû ronahiyek ku rêyên afirandinê ji bo nifşên pêşerojê ronî dike, û delîlek zindî ku hunera rastîn ne bi dema xwediyê xwe ve tê pîvandin, lê bi hêza mayîna wî û bandora wî di nav deman de tê pîvandin.

Bi vî awayî Ebdulrehman Dirêî dimîne: Rîşeyek ku  ranaweste, bilûrek ku bêdeng namîne, û bîranînek hunerî ku bi bedewiyê li hember jibîrkirinê li ber xwe dide.

Ji giyanê wî yê pak re rehmet û aramî, û ji mîrasa wî ya hunerî û çandî re mayîn û domdarî.

ShareTweetPin

Herî Dawî

150 Malbatên Êzîdî yên li kampên Başûr diman vegeriyan Şengalê
NÛÇE

150 Malbatên Êzîdî yên li kampên Başûr diman vegeriyan Şengalê

08/06/2026
Perwîn Yûsif: Banga aştiyê banga sedsalê ye
NÛÇE

Rêber Apo: Entegrasyona demokratîk bi demokrasiya xwecihî bi wate dibe

08/06/2026
Ji Rojavayê Kurdistanê şermezarkirina gotinên nijadperest ên Rehmî Koç
NÛÇE

Ji Rojavayê Kurdistanê şermezarkirina gotinên nijadperest ên Rehmî Koç

08/06/2026
Li wanê Mehrîcana Keda Jinan a Berhemdar
JIN

Li wanê Mehrîcana Keda Jinan a Berhemdar

08/06/2026
Ji Bakurê Kurdistanê Kampanya “Ciwanên komînal li dijî Şerê Taybet li qada ne”
JIN

Ji Bakurê Kurdistanê Kampanya “Ciwanên komînal li dijî Şerê Taybet li qada ne”

08/06/2026
YRJ’ê; Êrişa li ser Ajansa Nûçeyan a Jinê hewldana bêdengkirina dengê rastiyê ye
JIN

YRJ’ê; Êrişa li ser Ajansa Nûçeyan a Jinê hewldana bêdengkirina dengê rastiyê ye

07/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.