Kurdistan Yûsiv
Di odeyeke reş û tarî de
dergehê jiyanê li canê min digrin
Qeyd û henasan
li ser singa min giran dikin
Ji bêdengîyê
Ez ji sed salî ve mirî me
Deftera min spî ye
destê min di lerize
Bi fermana wan
qelema min
di nav tilyên min de
di bû textekî zuha
Di pencereyekê re
Ew roja ku ba hûr rabû
ba rengê gulan jibîr nekir
Û dengê min weke koçberekî bê rê
Bi bêdengiyeke ker xeniqand
Û buhara min
Stiran û hêsirên min belav dike
Û ji nû ve
Ez xwe li ser deftereke kevn dinîvisînim
Ez jineke xewnandî me
û şerm digel min di nav pencerayan bilind bû
Ez jineke dilê xwe zindan kiriye
Di nav ava bîra xwe de bin av kiriye
Ezê herdû baskên xwe jê re vekem
pênosa xwe
Bi rengê şîn
bi rengê agir
Ezê bifirim ezmanekî
bê dawî
Û li ser agir dîlan bikim
dilê min ew helbijartiye
Ew qedera qedexe
Li ser textê rewanekî
ji nihên û tirsê
Ezê bi destê xwe bînim xwarê
wan tiliyên nerm û agirê
bê rehem
Li qirika wî bigerînim
Bê hizir
bê puşmambûn
Ezê wî bi dawî bikim
Û dilopên hêsrê xwe nadim paş
Bi hinek sî
Û bi dengê xwe
yê yekem
û dawî
Ezê hemû zivstanan
bişkînim
Laşê min deftereke têr hêlîn e
pênosa min bazekî bilind di ezmane xewnên min de di fire..
Hey, henara dilê min
Ew baxê qedexe
navê min li ser texterewanekî ji bêdengiyê hatiye nivîsîn
Ji min bawerke
ez nikarim helbijêrim
Ez ta dilopa dudiyan ji bêdengiyê di kûrahiya agir de
Ezê dev ji xwe berdim
Ji ber ku ez ne palewaneke serbaz im
Ez tenê perwaza qelemeke şermezar im
Pişt re ezê herim esmanan
Tevî şînbûn û ewran bibim
Û
Bibarim ..
Ji nû ve..
Li ser erda xwedê ..ys bê sînor..
Ezê bibarim
Bibarim.






