Ayşa Silêman/ Dêrik
Jina nivîskar Zelûx Bekir ne tenê çîrokan vedibêje, lê di heman demê de bûye dengê kesên bêdeng û guherînera hişmendiya civakî. Pênûsa wê amûreke hêzdar e ji bo têkoşînê. Ew bi nivîsên xwe sînorên kevneperestiyê derbas dike, nasnameya jinê ava dike û hestên kûr ên mirovahiyê bi zimanekî estetîk tîne ziman.
Di dirêjahiya dîrokê de, peyv her tim bûye sîper û stargeha mirovahiyê. Lê gava ku ev peyv ji dil û hişê jineke nivîskar derdikeve, vediguhere ronahiyeke wisa ku tarîtiya herî kûr a civakê ronî dike. Jina nivîskar ne tenê kesek e ku rûpelan bi tîpan dixemilîne; ew parêzvana heqîqetê, dengê bêdengan û afirînera cîhaneke nû ye.
Nivîsandina jinê, serhildanek e li dijî sînorên ku hatine xêzkirin. Ew bi pênûsa xwe dîwarên zilmê dihejîne û rûmeta windakirî ya mirovahiyê ji nû ve ava dike. Di her hevokeke jina nivîskar de, hûn dikarin hestiyariyeke kûr, daxwazeke mezin a azadiyê û berxwedaneke bêhempa bibînin. Ew êşên civakê di hundirê xwe de dipejirîne, wan di parzûna hiş û hunerê re derbas dike û wekî dermanekî wêjeyî pêşkêşî xwendevanan dike. Yek ji jinên nivîskar ku pênûsa xwe kiriye amûreke hêzdar ji jib o têkoşênê; Nivîskara jin Zelûx Bekir e.
Kurtejiyana jina nivîskar Zelûx Bekir

Zelûx Bekir di sala 1982’an de li bajarê Efrînê jidayîk bûye, wê zarokatiya xwe li kolanên bajarê Efrînê derbas kiriye. Di heman demê de xwendin û fêrbûna xwe jî li wir qedandiye û du salan li Şamê li zanîngeha Şerîa xwendiye, lê ji ber pirsgirêk û kiryarên ku rêjîma Baas ji bo gelê Kurd derdixist ew neçar ma dev ji zanîngehê berdê û vegeriya bajarê Efrînê. Wê qonaxa zarokatiya xwe di nav malbateke têkoşer de derbas kir.
Di nav malbata wê de pêwîste kes xwedî kesayet be û divê di hemû cûreyên jiyanê de xwedî li xwe derkeve û bibe xwedî rol, lewma piştî vegera Zelûx Bekir ji Şamê nikarî di hundirê malê de rûnê ji ber kesê ku fêr bûyî bi derdorê re di nav dan û standina de be. Ji ber vê yekê berê xwe da mamostetiyê û sê salan li gundewarên Efrînê bû mamoste lê mixabin ev yek jî neçû serî û rêjîma Baas bi kiryarên xwe yê qirêj ew ji mamostetiyê dûr xistin, ji ber ku ew keçke Kurd e. Piştî vê qonaxê êdî Zelûx Bekir biryar da ku malbatekî veke û heya sala 2011‘an jiyana wê bi mijûlbûna bi malbatê ve bû û di milê kar û xebatê de tevizandinek çêbûbû.
Nivîs û hest
Ew û x wîşkên xwe çanda xwendina pirtûkan ji bavê xwe girtbûn, lewma dema ew refa 9’an bû hevteyê carekî berê xwe didan çand û hunera li Efrînê û pirtûk tanîn da ku bixwînin. Ji wê demê ve hestên nivîsê wek çirûskê di dilê wê de diberiqand. Ev xwendin wek dendikekî ku mejî di milê wêjeyî de vejîn bibe û dest bi nivîsa kurteçîrok, helbestên kurt û hestên xwe bîne ziman. Di sala 2011‘an de dema Şoreşa Rojava dest pê kir, ew bi awayekî ferm tevlî kar bû di saziyên ku hatine rêxistin kirin ji bo xizmetên gel û wê cihê xwe di hevseroka meclisa taxa Eşrefiyê di Efrînê de girt. Tê de gelek kar û xebat dan meşandin û dan û standinê wê bi civakê re çêbû, ev yek hêlişt ku bêtir xwesteka nivîsa hestan li gel wê çêbibe. Zelûx Bekir tê naskirin ku kesayeteke ku hertim pênûs û lênûsa wê rêhevala wê ye bi ku ve biçe pêre ye.
Kar û xebatên Zelûx Bekir
Bi destpêka avabûna TEV-DEM’ê li bajarê Efrînê Zelûx Bekir cihê xwe têde girt û bû rêvebera saziya TEV-DEM ya bajarê Efrînê û heft navçeyên wê. Di sala 2014’an de dema Rêvebriya Xweser hatî ragihandin Zelûx Bekir yek ji damezrînerê ragihandina wê bû û cihê xwe têde girt wek cîgira desteya kar û barên civakî, ev yek hîlişt ku di milê nivîsê de kê bimîne lê dîsa jî hewildanên wê hebûn ku bîranîn û cîrokên ku bi wan re derbas dibe binvîse, ji ber ku qonaxa ku ew têre derbas dibûn dîrok bû bi taybet ji bo jina kurd. Sala 2017’an de dema hevpeymana civakî hat guhertin Zelûx Bekir yek ji endamên wê guhertinê bû û ew bû hevseroka komîteya şopandinê ya bajarê Efrînê lê mixabin dema hilbijartin bidawî bûn şerê Efrînê dest pê kir, êdî herkes ket rewşa ewarte û destek dan gel û piştî berxwedaniyeke mezin gel ji Efrînê koçber bû û berê xwe dan Şehba.
Ked û têkoşîna Zêlûx Bekir
Kesên wek Zêlûx ku li Efrînê xwedî ked bû helbet wê ev keda xwe li Şehba jî berdewam bike û bû berdefka perwerdeyê ya herêma Şehbayê. Di wê demê de hizirê Zelûx mîna bîreke dagirtî av lê hat hewceyê derketinê bû, ev qonax ji bo wê gelek girîng bû ji ber ku hertim hîs dikir ku mêjiyê wê pirçiye da ku pirtûkan bixwîne û hewildanên nivîsê jî dikir. Lê ji ber ku ew bû hevseroka kantonê ev yek zextek li ser çêkir ji ber ku kar giran bû nêzî du sal û nîvan ev kar berdewam kir. Her wiha cihê xwe di hevserokatiya desteya perwereyê û hevseroka desteya abûrî de jî li herêma Şehba girt. Êdî di salên dawiyê de biryar da ku li ser nivîsa xwe raweste û dest bi nivîsandina kurteçîrokan kir li ser jiyana gel li Şehba bi taybet berxwedaniya ku jin dike, wek tabloyên jiyanî bû bi şêwazekî wêjeyî di nivîsandin. Di sala 2024’an bi awayekî fermî bû endama Yekîtiya Rewşenbîran jî û ev kurteçîrokên ku nivîsî amade kir da ku wek pirtûk were çap kirin, lê mixabin şerê Şehba dest pê kir û ew êş û keda ku dinvîsand li Şehba ma. Ev yek bû êşek ji bo wê jî ji ber ku dema mirov tiştekî dinivîsê bi hemû hest û xeyalên xwe dinivîse lewma ew nivîsên wê yên ku li Efrîn û Şehba mayîn ji bo wê bû birînek.
Dema derbasî milê Cezîrê bû biryar da ku careke din wê êşa ku tê jiyan kirin binvîse, her wiha 6 mehan cihê xwe di desteya perwedeyê ya bajarê Dêrikê de girt û dest bi xwendin û nivîsandinê kir. Hemû endamên Yekîtiya Rêwşenbîran a Efrînê yekser bûn endamên Yekîtiya Rewşenbîran a herêma cizîrê û wê jî cihê xwe di navenda bajarê Dêrikê de girt, paşê biryar derket ku bibe rêvebera Yekîtiya Rewşenbîran a bajarê Dêrikê êdî jiyan, hizir, hest, pênûsa xwe xist di bin xizmeta nivîsê de. Tevî ku gelek gotar, nivîs, kurteçîrok û helbest nivîsandibûn jî lê berê xwe nadabû tu cihan ku pirtûk û nivîsên xwe çap bike û biweşîne.
Berhemên Zelûx Bekir
Ev berhem, ne tenê encama xebateke pênûsê ye; ew dilopek ji deryaya raman û hestên jineke ku baweriya xwe bi hêza guherînê aniye. Di nav sînorên rûpelan de, hûn ê rastî ne tenê çîrok an ramanan bên, hûn ê rastî giyanekî azad û pênûseke wêrek bên ku ji bo heqîqetê li ber xwe dide. Niha jî dîwanek helbestî amadeye û li ber çapiyê. Li ser berxwedaniya şehba wek pirtûkekî amadeye têde kurteçîrok nivîsandine. Romanek li ser jiyana gel li Efrînê ji sala 2017’an heya sala 2026’an ew jî amadekarî tên kirin da ku were çapkirin. Niha jî amadekarî tên kirin ku romanekî binvîse bi taybet li ser jinê ye. Gelek xeyalên ku Zelûx Bekir jiyan dikir li ser nivîsan man û pêk nehatin, her kes rewşenbîre lê kesên ku bikaribin hestên xwe derxînin kêmin.






