Ayşa Silêman/ Dêrik
Helbestvan Ayjan Gorî diyar kir ku jina helbestvan di civaka Kurdî de parêzvana ziman, çand û mîrasa gelêrî ye û got, “Pênûsa jinê îro bûye amûreke herî xurt a berxwedana li hemberî zilmê û avakirina civakeke azad.”
Rol û bandora jinê di dîroka helbesta Kurdî de mîna çirayeke geş e ku tevî hemû astengiyên civakî û siyasî, hîmên wêjeya Kurdî bi hest û ramanên kûr dewlemend kiriye. Jinên helbestvan ne tenê behsa evîn û xwezayê kirine, lê di heman demê de bûne dengê şoreş, azadî, êş û berxwedana gelê xwe. Ayjan Gorî jî yek ji wan jinên ku karîbû bi pênûsa xwe êş û azarên gelê xwe bîne ziman, bû.
Di derbarê kurtejiyan û berhemên wê de, helbestvana jin Ayjan Gorî ji Rojnameya me re axivî.

‘Ziman, asoyên vegotinê li ber min vekirin’
Ayjan Gorî di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Ez di 10’ê Adara sala 1991’an de li gundê Kêşikê ya girêdayî bajarê Dêrikê jidayîk bûme. Ez di nav malbatekê de mezin bûn ku bi çand û mîrasa Kurdî ve girêdayî bûn û ev yek ji bo min bû bingehek ku ez jî xwedî li kurdewariya xwe derkevim. Ji zarokatiyê ve, nîşaneyên hestê edebî di hundirê min de çêdibûn, ji ber ku meyla min ya wêjeyî di sêzdeh saliya min de dest pê kir. Bi derbasbûna demê re, min dest bi nivîsandina kurteçîrokan kir, di hivdeh saliya xwe de bi awayekî rastîn min dest bi karê xwe yê wêjeyî kir. Herwiha min hişmendiya xwe ya wêjeyî û çandî jî ji çîrokên dapîrên xwe yên ku di şevên tarî yên zivistanê de vedigotin digirt. Min di destpêkê de berhemên xwe yên wêjeyî bi zimanê erebî dinivîsand û dest bi nivîsandina helbest, gotar û çîrokan kir. Ji ber hestên min yê netewî û girêdana min bi nasnameya kurdewarî ve, êdî min xwe fêrî zimanê kurdî kir, hem xwendin hem jî nivîsandin.”
Zimanê kurdî rihekî nû afriand ji bo Ayjan Gorî
Ayjan Gorî di berdewamiya axaftinên xwe de wiha got: “Zimanê Kurdî ji bo min bû vegera li kok, nasname û bîra kûrdewariyê, derfetek firehtir da min ku ez hest û tecrûbeyên xwe bi zimanekî xweştir bihûnînim. Min li gundê Kêşikê dibistan xwendiyê û piştî qedandina dibistanê min li Hesekê salek parêzerî xwend lê min bi dawî nekir. Di sala 2015’an de piştî vegera min ji Başûrê Kurdistanê ez tevlî qada perwerdeyê bûm û wek rêvebera dibistanê xebitîm û çend salan mamostetî jî kir. Di vê qonaxê de, min di warê çandî û zimanî de xwe li pêş xist, di zimanê Kurdî de xwe kûr kir û dest bi nivîsandina helbest û çîrokan kir. Êdî min hemû hestên di hundirê xwede, wêne û asoyên xwe kirin nivîs û ew rê û resmên civakê yên ku jinê qyed dikin min şikandin.”
Berhemên Ayjan Gorî
Ayjan Gorî bal kişand ser berhemên xwe û wiha got: “Di 27’ê Mijdara 2025’an de yekemîn dîwana min ya helbestan a bi navê “Nevhat Elrûh” bi zimanê erebî hat çapkirin. Ew serpêhatiyek e ku ez tê de gihîştina hestyarî û dîtinek helbestî ya taybetî nîşan didim, herwiha pênc destnivîsên min yên helbestî hene ku di navbera zimanên erebî û Kurdî de ne, lê hîn belav nebûne, dîwanên min yên bi zimanê erebî evin: ‘Sîcaretî, Kurdistan bi hibir elcebel û romana Elixit elkebîra’. Yên bi Kurdî nivîsandîn jî evin: ‘Dara berû û Li xwe bigere’. Di heman demê de hin helbestên min ên herî navdar bi zimanê erebî hene wek helbesta; Bîranînke ku nayê jêbirin, Êşa vegerê, Bermayên evînê. Her wiha yên bi zimanê Kurdî jî evin: ‘Eşqa îlahî û Destê te’. Helbestên min tenê di rûpelan de sînordar neman, lê derbasî wargehên berfireh bûne, hin berhemên min hatine veguherandin û bûne stranbêjî, wek ‘Dîroka Kurd’, ‘Mela Mistefa Barzanî’ ‘Vegere’, ‘Windame’ û ‘Ez im Kurdistanim’. Her wiha ez endama Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê me jî û tevlî gelek festîval, çalakî û şevbuhêrkên wêjeyî jî bûme.






