Monday, June 8, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Zindawerên çand û hunera Kurdî

27/05/2026
in ÇAND Û HUNER
A A
Zindawerên çand û hunera Kurdî
Share on FacebookShare on Twitter

Can Yûsiv

 Helbestvan Diya Ciwan  ” Îkona têkoşîna jinan û parêzvana nasnameya kurdî”

Edebiyat, bi taybetî jî helbest, yek ji girîngtirîn navgînên ku gelên ku li ber piştguhkirin û têkçûnê de  bi kar tînin, da ku nasnameya xwe ya çandî û zimanî biparêzin.

Di çarçoveya kurdî de, ku zimanê kurdî bi gelek dijwariyên dîrokî re rû bi rû maye, navên edebî derketine holê ku peyv kirine amûra berxwedanê û nivîs veguherandine qada parastina bîra civakî.

Helbestvana kurd diya Ciwan yek ji van dengên afirîner tê hesibandin ku bi zimanê xwe yê zelal û vegotina xwe ya kûr,

bedewî û rengdariyek taybetî li helbesta kurdî zêde kiriye.

Tevî şert û mercên çavdêriyê û qedekirine û hem jî kêşeyên ewlehiyê yên dijwar  ku gelê Kurd li deverên curbicur ên Kurdistanê jiyabû, karîbû bi awayekî bi bandor beşdarî parastina zimanê Kurdî û bihêzkirina hebûna nasnameya netewî bibe.

Tecrubeya wê nimûneyek îlhamdar bû ji bo jina kurdî ya ronakbîr , ya ku di navbera hişmendiya neteweyî û rola çandî de hevrêzîyekî çêdike, û dikare bend û sînorên dijwar bişkîne bêyî ku têkiliya xwe ya kûr bi reh û nasnameya xwe re winda bike.

Di erdnîgariyek ku bi dîrok û birînên xwe giran bûye de, helbestvana kurdî Diya Ciwan hat dinyayê, ne wek kesekî asayî, lê wek dengê ku bîra gelekî bi tevahî hilgirt. Li wir, li Botanê, ku çîrok bi dengê çiyayan re tevdigerin, taybetiyên wê yên pêşîn hatin avakirin, û tovên ziman di hundurê wê de wekî nasname û hebûnê geş bûn, ne tenê wek amûrek ragihandinê.

Zeyneb Mela Ehmed Şozî, bi nasnav (Diya Ciwan), di sala 1953’an de li herêma Sêrtê li bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye û di malbateke kurdperwer,  welatparêz û Rewşenbîr de mezin bûye ku ji biçûkatiya wê ve hezkirina ziman û hestên xweparêzî di dilê wê de çandine.

Ew li ber destê bavê xwe û hin melayan xwendiye, di nav malbata xwe de hînî xwendin û nivîsandina bi kurdî bûye û di jîngeheke dewlemend a mîrata gelêrî de mezin bûye, ku ev yek jî bûye sedema avakirina hişmendiya wê ya destpêkê.

Di sala 1966’an de diçe Rojavayê Kurdistanê û li bajarê Qamişlo bi cih dibe û li wir bi hunermend û siyasetmedar Seîd Şozî re dizewice û 6 zarokên wan çêdibin.

Paşê, di sala 1975an de, ew ligel malbata xwe ji bo peydakirina debara jiyana xwe çûye Şamê, li wir fêrî pîşeya dirûtinê bûye da ku alîkariya malbata xwe û hevjînê xwe bike di hilgirtina barê jiyanê de, di heman demê de, wê xwest ku perwerdehiya herî baş ji zarokên xwe re peyda bike, û mala wê bû dîdargeha çandî û siyasî ji bo ronakbîrên kurd.

Tevî bar û berpirsiyariyan jî, di sala 1977’an de di dema ku tîpên kurdî dihatin qedekirin û ziman dihat astengkirin, wê dest bi rêwîtiya xwe ya edebî kir, wê helbest, çîrok û şano bi kurdî nivîsiye û berhemên xwe di rojname û kovaran de weşandine û hebûna xwe wek dengekî edebî yê pabend terxan kiriye ji bo pirsgirêkên gelê xwe.

Her wiha di xebata neteweyî de jî cihê xwe girt heta ku bû yekemîn jin dinav Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistan – Sûriyê de.

Tevî zext û zordariya li ser wê hat kirin jî ,wê rêya xwe bi baweriyekî xurt bi peyama xwe re domand ,digel giranbûna şert û mercên ewlehiyê û şerê li Sûriyê, di sala 2013’an de koçî Dihokê kir û li wir jî çalakiya xwe ya çandî domand heta dawiya jiyana xwe, û mîrateyek hişt ku têkiliya di navbera gotin û nasnameyê de nîşan dide.

Helbestvana kurd Diya Ciwan, helbesta klasîk a kurdî bi kêşe û rêzbend , li gel çîrokê, nivîsandiye, bi zimanekî zelal ku tê de bedewî û rastî diherike.

Berhemên wê bo zimanê Erebî hatine wergerandin û gelek helbest û gotarên ku behsa pirsgirêkên jinan, nasnameya Kurdî û têkoşîna li hemberî zilmê dikin, li ser rûpelên kovar û rojnameyên Kurdî û Erebî hatine weşandin.

Helbestên wê bi girêdayîbûna kûr bi xemên gelê kurd ve têne nasîn, ku di wan de mijarên azadî û welat wek bingehê sereke derdikevin pêş.

Helbestên wê bûne neynika êş û hêviyên gel, û dengek ku hesreta wan a bi rûmet û azadiyê  berdewam radigihîne.

Wê mîrateyekî wêjeyî ya dewlemend hiştiye, ku di nav de bi dehan berhemên çapkirî hene, hemû bi zimanê kurdî ne, ji berhemên wê yên herî girîng:

1- Pêlek ji Deryayê Kovanên Min — Dîwaneke helbestan  (Şam, 1992).

2- Hêsrên Ziwa – Dîwaneke helbestan (Şam, 1998).

3- Bazbend– Komek çîrok (Şam, 1997).

4- Abratên Serhildêr — ji berhemên helbestî yên girîng.

5- Baran— Dîwaneke helbestan.

6- Çîrokên Kurdan – Beşa Yekem — (2004).

7- Çîrokên Kurdan – Beşa Duyem — (2007).

8- Bênder — Dîwaneke helbestan (2007).

9- Gotinên Pêşiyan — (Duhok, 2007).

10- Firmeskên Azadiyê — Dîwaneke helbestan.

Bi vî awayî, nivîsên wê ne tenê metnên “nivîsarên” wêjeyî bûn, lê belgeyên zindî bûn ku bi wijdanê gel de têne tevgerandin, û têkiliya kûr di navbera gotin û nasnameyê, û di navbera afirandin û têkoşînê de nîşan didin.

Helbestvana Kurd Diya Ciwan çendîn post û erkên çandî û yasayî “hiqûqî” girtibûn, ew endam bû di Komîteya piştgirîkirina dozên jinên Sûriyê de, û her wiha endam bû di Komîteya Festîvala Helbestê ya Kurdî li Sûriyê , her wiha beşdarî komîta xelata nivîskar Osman Sebrî  bû ,û di sala 2004’an de ev xelat pêşkêşî hevala gelê Kurd xanim Daniyal Mîteran kir. Di heman salê de, ew ji aliyê Parlamentoya Swêdê ve wek nivîskareke kurd hate pêşwazîkirin û bi wê re gelek hevpeyivînên medyayî hatin kirin li çend platformên navneteweyî, bi taybetî jî li Radyoya Stockholmê ya Navneteweyî û Radyoya Berlînê ya Navneteweyî, ji bilî kovarên erebî, kurdî û ewropî, ev hemû nîşan didin ku hebûna wê ya çandî ji sînorên welat derbas bûye û bandorek berfireh li qada edebî ya navneteweyî çêkiriye.

Helbestvana kurd Diya Ciwan ne bi tesadufî nivîsandina bi kurdî hilbijartiye, lê wê wek helwesteke hişmendî û berpirsiyariya çandî girtiye ser xwe, ew têgihişt ku zimanên bêguhdan ber bi winda bûnê ve diçin, û ku vejandina wan tenê bi riya yên ku bi wan dinivîsin û jê re jiyanek nû di nav nivîsan de didin pêkanîn .

Wê ji bo zarokê ku ji zimanê xwe bêpar maye nivîsî, û ji bo dayikê ku stranên kevn ji tirsê winda bûnê ezber dike, û ji bo welatê ku di her helbestekê de ji nû ve tê avakirin.

Zimanê wê di heman demê de bi hêsanî û kûrahîyê tê nasîn, ji ber ku ew nêzîkî lêdana dilê gel bû û bi ruhê mîrata gelêrî ve girêdayî bû, wê ne ji bo  xwepesindanê dinivîsand, lê ji bo mayîna ziman dev û dilan de zindî bimîne û mayîna nasnameyê wek bîranînek zindî di bîra civakê de bimîne.

Helbestvana Kurd Diya Ciwan, rêzdarî ji bo beşdarbûna wê ya wêjeyî û rola wê ya çandî û neteweyî, çendîn xelat û bawenameyên  pesindayînê wergirtine, ji nav wan:

1-  Xelatkirina Partiya Çep a Kurdî li Sûriyê di sala 1995an de.

2- Spasname ji Heftemîn Festîvala Helbesta Kurdî li Sûriyê sala 1997an.

3- Xelata helbestvan “Melayê  Cezîrî” li Herêma Kurdistanê.

4- Xelat ji Festîvala Navdewletî ya Jinên Aferîner, û bawernameya pesindayînê ji Wezareta Rewşenbîrî ya Tûnisê di sala 2001 de.

5- Xelata sedsaliya Barzaniyê nemir sala 2003ê.

6- Rûmetkirina ji Zanîngeha Dihokê di sala 2005’an de.

7- Xelata Festîvala Rojnamevanî ya Bêdrxaniyan di sala 2006’an de.

8- Medalyaya zêrîn ji Wezareta Çandê ya Herêma Kurdistanê di sala 2007 de.

9- Xelata Wezareta Çandê li Herêma Kurdistanê di sala 2008 de.

10- Spasname ji Wezareta Çandê di festîvala helbestan a “Akrê ” ya sala 2008 de.

11- Bawernameya  rêzgirtin û pesindayînê ji saziya “Mediya” ya Rojnamegeriyê di sala 2011an de.

12- Xelata Festîvala Helbesta Niştimanî ya Kurdî li Herêma Kurdistanê di sala 2012 de.

Her wiha şevên wêjeyî û çandî jî ji bo wê li çend welatan hatin lidarxistin, ji wan: Tûnis, Lubnan, Sûriye, Herêma Kurdistanê , Fransa, Holanda, Swêd û Almanya, ku hebûna wê ya berfireh û bandora wê di qada çandî ya kurdî û navneteweyî de nîşan dide.

Helbestvana Kurd Diya Ciwan ne tenê dengek helbestvanî bû, lê hebûnek jinê ya çalak di qada çandî ya Kurdî de nîşan da , wê parastina rola jinê di civak û çandê de dikir ,û nimûneyek pêşkêş kir ji jinê ronakbîr û têkoşer ku hevbendiyê di navbera hişmendî û afirandinê de çêdike. Her wiha di gelek rêxistinên têkildarî pirsgirêkên jinan de beşdar bûye,rolek lîstik ku hebûn û rola jinê di jiyana giştî de bihêz û berfireh bibe.

Wê jiyana xwe ji bo parastina peyva kurdî ji jibîrbûnê terxan kir, û wêje kir pirek  paşerojê bi dema îroyîn re girêdide, û hestê kesayetî bi nasnameya kolektîf re dike yek, , lewra serpêhatiya wê bû şahidek zindî li ser hêza gotinê di parastina bîra civakî û avakirina hişmendiyê de.

Helbestvan û çîroknûsa Kurd, Diya Ciwan, roja Çarşemî 26ê Sibata 2025’an, piştî nexweşiyeke giran ku pê ketibû, di temenê xwe yê heftê û du salî de, li nexweşxaneya “Vîn” a bajarê Dihokê li Herêma Kurdistanê koça dawî kir û bi merasîmeke girseyî ya bi heybet û laşê wê li goristana Delbî” li bajarê Dihokê hat veşartin.

Rehmetî , yek ji dengên jin ên pêşeng di wêjeya Kurdî de dihate hesibandin, ji ber ku ne tenê di qada afirandina wêjeyî de xebitî, lê wê xemên gelê xwe hilgirt û li hember dijwariyên siyasî û zextên ewlehiyê bi cesaret û wêrekî  rû bi rû ma, nemaze di serdema desthilatdariya Partiya Bei’s de.

Wê kar û xebatên edebî yên girîng pêşkêş kir, ku di gelek berhemên bi zimanê kurdî de xwe nîşan dan,bi riya wan berheman, wê şopêk zelal di rêwîtiya helbest û edebiyata kurdî de hişt, û gotin kir amûrek ji bo parastina nasname û rûmetê.

Helbestvana kurd Diya Ciwan mîrateyek edebî ya dewlemend li pey xwe hişt ku pirtûkxaneya edebî ya kurdî dewlemend kir û di rêwîtiya helbest û çandê de tevkariyek bi nirx pêşkêş kir.

Bi çûyîna wê re neteweya kurd yek ji stûnên helbesta jinan winda kir, û dengekî ku parêzvanê nasname û zimanê kurdî û berevanê hebûna wan di bîr û wijdanê de winda kir.

Ji giyanê diya helbestvana Kurd Diya Ciwan re rûmet û mandarî û ji mîrateya wê ya têkoşerî, neteweyî û edebî re mayînde û domdarî.

Helbestvana Kurd Diya Ciwan ne tenê dengek helbestvanî bû, lê hebûnek jinê ya çalak di qada çandî ya Kurdî de nîşan da , wê parastina rola jinê di civak û çandê de dikir û mîrateyek edebî ya dewlemend li pey xwe hişt

ShareTweetPin

Herî Dawî

150 Malbatên Êzîdî yên li kampên Başûr diman vegeriyan Şengalê
NÛÇE

150 Malbatên Êzîdî yên li kampên Başûr diman vegeriyan Şengalê

08/06/2026
Perwîn Yûsif: Banga aştiyê banga sedsalê ye
NÛÇE

Rêber Apo: Entegrasyona demokratîk bi demokrasiya xwecihî bi wate dibe

08/06/2026
Ji Rojavayê Kurdistanê şermezarkirina gotinên nijadperest ên Rehmî Koç
NÛÇE

Ji Rojavayê Kurdistanê şermezarkirina gotinên nijadperest ên Rehmî Koç

08/06/2026
Li wanê Mehrîcana Keda Jinan a Berhemdar
JIN

Li wanê Mehrîcana Keda Jinan a Berhemdar

08/06/2026
Ji Bakurê Kurdistanê Kampanya “Ciwanên komînal li dijî Şerê Taybet li qada ne”
JIN

Ji Bakurê Kurdistanê Kampanya “Ciwanên komînal li dijî Şerê Taybet li qada ne”

08/06/2026
YRJ’ê; Êrişa li ser Ajansa Nûçeyan a Jinê hewldana bêdengkirina dengê rastiyê ye
JIN

YRJ’ê; Êrişa li ser Ajansa Nûçeyan a Jinê hewldana bêdengkirina dengê rastiyê ye

07/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.