Monday, June 8, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Zindawerên çand û hunera Kurdî

24/05/2026
in ÇAND Û HUNER
A A
Zindawerên çand û hunera Kurdî
Share on FacebookShare on Twitter

Can Yûsiv

Helbestvan Yûsif Berazî; Bejnek wêjeyî ya bilind û berz, û fenerek afirîner a geş û ronak.

Helbestvan Yûsif Berazî yek ji sembolên herî diyar ên wêjeya Kurdî û yek ji stûnên helbesta klasîk tê dîtin, wî jiyana xwe û xîmava pênûsa xwe terxan kir bû ji bo xizmeta gelê xwe û doza wî, ew dengek bû ji bo nasnameyê diqêriya û şahidê serdemekê bû ku edebiyat li hemberî bêdengiyê rawestiya, da ku bimîne parêzvanê ziman û bîra Kurdî.

Helbestvanê Kurd Yûsif Elî Şêxo Berazî, bi nasnav (Bêbuhar), di sala 1931’an de ji dayîk û bavek Kurd (Elî û Xedîce) li gundê Til Cerciyê, li bakurê bajarê Babê li parêzgeha Helebê hatiye dinyayê, lê koka wî vedigere gundê Til Xezal yê girêdayî bajarê Kobanê ku bapîrên wî jê koçî herêma Babê kirin, ew di nava malbateke Kurdperwer û kedkar de mezin bû, ku ji çar birayan (Mihemed, Bîlal, Îsmaîl û Yûsif) û  xwişkekî bi navê Emîna) pêk dihat, ew biçûkê birayên xwe bû .

Dê û bavên wan ew bi nirxên resen ên kurdewarî, dilsoziya bi welat û wefadariya bi nasnameya neteweyî re mezin kirin, di dilê wan de hezkirina axê, rastiya xwedîbûn û rêzgirtina peyvê çandin.

Yûsif Berazî li ser destê yek ji xizmên xwe ku navê wî Xelîl  bû fêrî xwendin û nivîsandina bi zimanê erebî bû, paşê jî hînî zimanê dayika xwe Kurdî bû, herweha wî zimanê Tirkî jî baş dizanî, paşê bû helbestvanek xemê gelê xwe hilgirt û peyvê kire peyamek û helbest jî kire bîranînek zindî ku qet navemire.

Di sala 1947’an de tevî malbata xwe koçî bajarê Minbicê kir û piştre malbat di sala 1956’an de li bajarê Serê Kaniyê bi cih bû.

Li wir, Yûsif saloneke berberiyê vekir, ku ne tenê cihê debara jiyanê bû, lê bû cihêkî zindî ji bo gotûbêjên ramyarî û siyasî, û minberek ji bo guhertina raman û xemên neteweyî.

Vê çalakiya çandî û civakî ew kir cihê baldariya hêzên desthilatdariyê û ew xiste ber çavdêriya domdar ji aliyê dezgehên ewlehiyê ku di wê demê de hişmendî wek sûc dihat dîtin û peyv wek kiryarekî berxwedana bêdeng bû.

Meyla wî ya hunerî, hezkirina wî ya ji bo stran û muzîk û helbesta Kurdî di temenekî biçûk de dest pê kir, di bin bandora stranên destanî û folklora kurdî ya dewlemend a ji asta hunerî û bedewiyê ve.

Ev mîrateya bihîstinî û helbestî ya destpêkê, bû bingeha yekem a hişmendiya afirîner a wî, û kilîla têketina wî ya nav cîhana peyv û awazê.

Yûsif Berazî di warê helbest û mûzîkê de pir şehreza bû , bi xwendina dîwanên helbestvanên mezin ên wek Melayê Cezîrî, Ehmedê Xanî, Şîrazî, Fîrdewsî û yên din, wî bedewiya helbesta kevneşopî girt û  ji mîrateya wan a zimanî û ramyarî fêr bû, û di heman demê de zanyariya wî ya rast û kûr hebû di warê deryayên helbestî û pêlawazên wan de , evê yekê hêzek da ezmûna wî ku di navbera resenî û hişmendiya hunerî de hevsengiyekê çêbike,  û him di navbera kelepûr û nûjeniyê de pêwendiyekê ava bike, û helbestê bike berdewamiya zindî ya bîranîna hunerî ya rakûr.

Destpêka rêwîtiya wî ya hunerî ji muzîkê  dest pê kir , wî li alavên muzîkî yên kurdî wek bilûr û tambûrê dixist, û demekê wî wek sazvan û bestekar berdewam kir, berî ku riya xwe ya kûr û berfireh di helbestê de bibîne. Di wê qonaxê de, wî helbestên xwe bi awaz kirin , hevahengîyek di navbera peyv û awazê de çêkir, û di heman demê de dîtina xwe ya hunerî û neteweyî bi hev re îfade kir.

Di destpêka rêwîtiya xwe ya wêjeyî de, ketibû di bin bandora nifşê helbestvanên Kurd ê serdema xwe de, bi taybetî jî  helbestvanê nemir Cegerxwîn, ku wî wek mamoste û rêber ji xwe re didît ,û ew teşwîqî nivîsandina helbestê kir, vê yekê bandorek kûr li ser pêşxistina jêhatîbûna wî û xurtkirina ezmûna wî ya klasîk kir.  Her weha bandora kesayetiya edebî û siyasî ya Osman Sabri jî pir lê bû , wî ew wek nimûne û pêşeng ji xwe re didît.

Di bîst û pênc saliya xwe de li ber destê nivîskar û zimanzanê Kurd Reşîd Kurd fêrî rêzikên zimanê kurdî , pêlawaz û kêşeyên helbesta Kurdî bû,  ev zanîn û fêrbûn bingeha xurt a rêwîtiya wî ya wêjeyî ya paşerojê ava kir, û di bilindkirina cihê wî de wek helbestvanekî jêhatî roleke girîng lîst.

Yûsif Berazî di sala 1963’an de bi Qadriya xanim re dizewice û şeş zarok ji wan re çêdibin, du kur (Xusro û Behram) û çar keç (Jîna, Nazdar, Ahîn û Nîgar) ,bi wî re malbateke xurt ava kirin, piştgirî dan karê wî yê edebî û hunerî.

Yûsif Berazî ji destpêka xortaniya xwe ve di nava refên tevgera siyasî ya netewî ya Kurd de têkoşiya, di sala 1960’an de tevlî refên Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê ( El-Partî) dibe.

Di heman salê de bi birayê xwe Îsmaîl Berazî re yekemîn rêxistina partiyê li bajarê Serê Kaniyê damezirand ,ku bû destpêkek ji bo xebata wî ya siyasî û neteweyî di wê qonaxa hestiyar de.

Di encama çalakî û helwestên wî yên neteweyî yên bi wêrekî de,ew çend caran di salên 1962, 1966, 1970 û 1975’an de hat girtin, lê baweriya wî bi rêbaz û ramanên Barzanî bû ronahiyek ji jiyana wî re, ev yek di exlaq û têkoşîna wî de diyar bû.

Di sala 1966’an de di gel birayê xwe Îsmaîl, tevî tekoşerên mîna Hemze Nûyran , Bobo Kinê û Xalid Daşî yên ji bajarê Serê Kaniyê, di çarçoveya kampanyayeke berfireh a ji bo armancgirtina kesayetên tevgera Kurdî de, hatin girtin. Di wê demê de jî hejmarek ji têkoşeran hatin girtin, di nav wan de Dihamê Mîro, Ebdul Hamîd Derwêş, Kenan Egîd û Mecîd Haco û yên din jî hebûn.

Di zindanê de, Yûsif Barazî helbesta xwe ya navdar “Hebs û Zindan ” li ser dîwarên girtîgehê nivîsî, û tê de êş û janên xwe diyar kir û sekna xwe ya giyanî û hêza biryardariya xwe îfade kir.

Helbestvan Yûsif Berazî hemû rengên  helbesta kurdî nivîsandiye, ji helbesta kilasîk ya terazû ya bi kêşe û rêzbend, heta bigihê helbesta nûjen , azad û pexşan nivîsîye.

Wî pênc dîwanên helbestan bi zimanê kurdî çap kirin:

1-Zindan- sala 1988

2- Bang – sala 1997

3- Raperîn – sala 2002

4- Serxwebûn- sala 2006.

5- Pêşketin – sala 2007

Herwiha çend berhemên wî yên ku ronahiyê nedîtine, wek:

1-Pirtûkek bi navê “Pendên felsefeya kurdî” ji du beşan.

2- Ferhenga Kurdî-Erebî.

3- Sê dîwanên helbestan ji bo çapê amade ne, ji wan: (Serkeftin, Azadî û Aramî).

Ev berhem û karên wî cihê pirrengiya ezmûna wî ya afirîner nîşan didin, û jêhatîbûna wî di hevgirtina mîrateya klasîk û hişmendiya nûjen de diyar dikin, ku di navbera huner û helwesta neteweyî ya berxwedêr de hevsengiyek çêdike.

Helbestên wî mijarên cûrbecûr digirin nav xwe, wî li ser welat û xerîbiyê , li ser Kurdistan û bedewiya wê, li ser şoreş û pêşengên wê, li ser xweza û bedewiyê nivîsîye, her wiha wî li ser evîn û hezkirinê, û li ser azadî û rûmetê helbest nivîsîne.

Şarezayiya wî tenê bi nivîsandina helbestê re sînordar nema , ew di heman demê de sazvan, bestekar û dengbêjek bû, xwedî dengek germ û hestiyariyeke nazik bû, ku ew kir beşekî bingehîn ji dîmena muzîka kurdî.

Bi giştî hejmara helbestên ku ji gotin û awazên wî hatine gotin, gihişte 54 stranan û gelek hunermendên Kurd ew  strandine , ji stranên  wî yên herî navdar  :

1- Habs û Zindan

2- Rabe ji Xewê

3- Derdan çi ez dil jarkirim .

4- Gulîzar Şînbû Rîhan

5- Ey Bilbilê Dilşadî (Gotin: Sidayê Tîrêj)

6- Pervîn Keç nûgihişti (Gotin: Omar Lalê)

Di van berheman de têkeliyeke bêhempa ya helbest, stran û muzîkê pêk dihat, û bûn dengvedanek zindî ya hest û hişmendiya gelê kurd, û bangek hunerî ku debirîna nasname, girêdan û azadî dike.

Yûsif Barazî helbestên klasîk ên bi kêşe û rêzbend nivîsandine , ev yek bû sedema baldarî ya hemû hunermendên kurd ku gotinên helbestên wî

bikin awaz û bi strînin.

Helbest wî jî ji aliyê gelek hunermendên mezin ên kurdên Rojava hatine strandin.

Ji nav wan , hunermend Mihemed Şêxo gelek stran û helbestên wî gotine , mîna:

1-  Hebs û zindan

2- Ez bûm Firar

3- Rabe ji xew

4-Eman eman

5- Derdan çi diljar kirim.

6- Welat welat

7- Eman dilo

Di heman demê de hunermend Mehmûd Ezîz Şakir jî gelek gotine wek :

1- Hebs û zindan

2- Were were

3- Gulîzarê

4- Eman dilo

5- Şêrîn tu cîrana minî.

Her wiha Hunermend Seîd Gabarî jî ji helbestên wî gotine wek:

1- Koçê me barkir

2- Hat xweş buhar

3- Bê bext Felak

4- Di tariyê de.

Herwiha jî çend hunermendên din ên kurd jî ji helbestên wî stran gotine, wek Zubêr Salih, Husên Salih, Mistefa Xalid û hwd.

Yûsif Berazî ne tenê nivîskar û helbestvan bû, lê semboleke neteweyî û çiraxeke geş bû li ser riyên çanda kurdî , wî peyv kir helwest, helbest jî kir amûra parastina mîrat û nasnameyê.

Helbestvan Bêbuhar di 15’ê Çileya 2009’an de, piştî têkoşîneke dirêj a bi nexweşiyê re, di heftê û heft saliya xwe de, bê deng koça dawî kir, û li bajarê Serêkaniyê, di merasîmeke bi heybet, bi beşdarbûna hezkirî û hevalên wî, hate oxirkirin.

Wekî rêzgirtin ji bo bîranîna wî ya nemir re, rêhevalên wî komeleyek çandî bi navê wî li bajarê Amûdê damezrandin, her weha, ofîsa Partiya Demokrat a Kurdî li Sûriyê li Hesekê li ser navê wî binavkirin , wek rûmetek ji kar û xebat û têkoşîna wî re. Herwiha dezgeha Rudaw berhemên wî yên helbestî yên giştî di du cildan de çap kir, da ku mîrateya wî ya wêjeyî her dem di nav nifşan de bimîne.

Wî herwiha xelata sedsaliya helbestvanê kurd Cegerxwîn wergirt, wek pênasîndek ji cihê wî yê wêjeyî û ramyarî , û beşdarbûna wî di parastina zimanê kurdî û xurtkirina nasnameya neteweyî de.

Bi çûyîna wî re neteweya Kurd yek ji stûnên wêjeya Kurdî winda kir û stûnek çandî ya ku bi gotinan hişmendiyek sazkir, bi helbestê re bîranînek afirand, û bi helwêstê re hebûnek naye cîgirtin ava kir.

Yûsif Barazî li paş xwe mîrateyek edebî ya dewlemend hişt, ku tijî ji jiyan û peyva rast,wî pirtûkxaneya wêjeya kurdî bi xezîneyên wate û nîşaneyên dewlemend kir,wî şopeke mayînde li ser wijdana nifşên paşerojê hişt û gelek helbestvanên kurd ji kaniyên wî yên wêjeyî û çandî vexwartine û ji serpêhatiya wî , hişmendiya peyvê û rastiya xweparêziyê îlham girtine.

Wê her dem wek stêrkek ronîdar di ezmanê wêjeya kurdî de bimîne, û wek Kaniyek ku qet namiçiqe û mîna buharek ji helbestan qet naçilmise ,ku ruhê peyvê nû dike, bîrdankê zindî dihêle, û ji nifşan re wateya xwedîbûn û bedewiya mayînê vediguhêze.

Ji ruhê wî yê pak re, rûmet û mandarî.

Û ji têkoşîna wî, mîrasa wî ya wêjeyî û çandî mayînde û domdarî.

ShareTweetPin

Herî Dawî

150 Malbatên Êzîdî yên li kampên Başûr diman vegeriyan Şengalê
NÛÇE

150 Malbatên Êzîdî yên li kampên Başûr diman vegeriyan Şengalê

08/06/2026
Perwîn Yûsif: Banga aştiyê banga sedsalê ye
NÛÇE

Rêber Apo: Entegrasyona demokratîk bi demokrasiya xwecihî bi wate dibe

08/06/2026
Ji Rojavayê Kurdistanê şermezarkirina gotinên nijadperest ên Rehmî Koç
NÛÇE

Ji Rojavayê Kurdistanê şermezarkirina gotinên nijadperest ên Rehmî Koç

08/06/2026
Li wanê Mehrîcana Keda Jinan a Berhemdar
JIN

Li wanê Mehrîcana Keda Jinan a Berhemdar

08/06/2026
Ji Bakurê Kurdistanê Kampanya “Ciwanên komînal li dijî Şerê Taybet li qada ne”
JIN

Ji Bakurê Kurdistanê Kampanya “Ciwanên komînal li dijî Şerê Taybet li qada ne”

08/06/2026
YRJ’ê; Êrişa li ser Ajansa Nûçeyan a Jinê hewldana bêdengkirina dengê rastiyê ye
JIN

YRJ’ê; Êrişa li ser Ajansa Nûçeyan a Jinê hewldana bêdengkirina dengê rastiyê ye

07/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.