Monday, June 8, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Wênesaza ku tabloyên jinan saz dike  

20/05/2026
in ÇAND Û HUNER
A A
Wênesaza ku tabloyên jinan saz dike  
Share on FacebookShare on Twitter

Solîn Mihemed/ Qamişlo

Wênesaz Leyla meriyî ku ji biçûkaniya xwe ve hezkirina wênesaziyê di dilê wê da şax dayê, bi hest, raman û xeyalên xwe tabloyên jinan xêz dike.

Hunera wênesaziyê hunera derbirîna hest, raman û xeyalan e ku mirov bi riya wê hestên xwe derdixe. Yek ji wan wênesazên jin ku tabloyên jinan xêzdike; Leyla meriyî ye. Leyla ji biçûkaniya xwe ve li gundê Fayic yê girêdayî Til Berek dest bi wênesaziyê kiriye û heya ku temenê wê bûye 22’ sal jî wênesaziya xwe berdewam kiriye.

Jiyana Leyla ya wênesaziyê

Leyla wênesazeke ku bi temenê xwe 22’ salî ye. Leyla di fistîvala Bûharê ya zanîngeha Rojava de bi du tabloyên xwe tevlî bû. Tevî ku ew zewicî ye jî, lê wê hevjînê xwe û kurê xwe li Kurdistanê hêla ye û daketiye Rojavayê Kurdistanê da ku hem xwendina xwe bidawî bike û hem jî tevlî fistîvala Buharê bibe û wênesaziya xwe vejîn bike.

Leyla di wênesaziyê de gelekî jêhatî ye ku ji bûçûkaniya xwe ve û bi temenê xwe yê biçûk xwe fêrî wêneyan dikir. Ew di biçûkaniya xwe de li gundê Fayic yê girêdayî Til Berek jiyan dikir. Leyla li gundê xwe dest bi wênesaziyê kir heya ku mezin bû. Ji ber wênesazî kêfxweşiya jiyana wê bû. Ew bi riya wênesaziyê bi pêş ket ji ber wê wênesazî parçeyek ji xwe didît.

Leyla ji ber hizkirina wê ji wênesaziyê re wê destpêkê li gund bi komiran li ser dîwaran xêz dikir, ji ber di wê demê de gelekî nizanibû ku wêneyan saz bike lê tişta ku diket serê wê xêz dikir. Leyla her ku mezin dibû bêtir bi wênesaziyê ve dihate girêdan û bêtir fêr dibû. Leyla ne tenê dixwest wênesaziyê bike, lê belê bi wênesaziyê re jî dixwest ku xwendina xwe jî bidawî bike. Lê dema ku mezin bû û bêtir fêrî wêneyan bû êdî xwe tevlî pêşengeh û fistîvalan kir.

Leyla tevlî gelek pêşengehên bajarê Qamişlo yên weke pêşengehên bi navê fistîvala jinê ya 9’emîn, pêşengeha Yekpar û ya tîma Artistî de ku kar dikir bi riya wê tevlî gelek pêşengehan bûye. Lê dema ku bi wêneyên xwe yên xweşik tevlî pêşengehan dibû ya herî zêde di pêşengehê de wêneyên wê balkêş bûn. Ji ber bi hemû hêza xwe wêne çêdikirin da ku bala her kesî bikşîne. Ew wêneyên xwe herî zêde bi madeyên rûn çêdike.

Xêzkirina tabloyên jinan

Leyla ev bû mihek ku ji başûrê Kurdistanê daketiye da ku xwendina xwe ya beşê “Îdariya Malî” sala dawî bixwîne û bi dawî bike. Ew li başûrê Kurdistanê ji ber rewşa wê zehmet bû tevlî tu pêşengehan nedibû lê tevî wê jî wê di mal de wênesaziya xwe berdewam dikir. Leyla wêneyan bi giştî çêdike, lê bi tayîbet li ser jina ne, ji ber ew wek jinekê û dayikekê tenê dixwaze li ser jinan saz bike. Ji ber Leyla didît ku çawa heya niha hîna ew tundî li ser jinê tê kirin, ji ber wê di van aliyan de bêtirî wêneyên xwe li ser jinê çêdikirin.

Wêne ji Leyla re xwedî wateyeke pir kûr û girînge. Ji ber dema ku Leyla bi hestekî dihise bi riya wî hestê xwe wêneyan saz dike. Wêne li ba Leyla ne tenê gotineke lê ew wêneyê tiştekî mezin dibîne. Leyla dixwaze ku her kes ne tenê bi xwendin û karê xwe ve mijûl bibin, lê daxwaza wê ji hemû miletî re ew e ku xwe fêrî wênesaziyê jî bikin ji ber li ba Leyla wênesazî weke tiştekî pir girînge di pêşketina jiyana wê de.

ShareTweetPin

Herî Dawî

150 Malbatên Êzîdî yên li kampên Başûr diman vegeriyan Şengalê
NÛÇE

150 Malbatên Êzîdî yên li kampên Başûr diman vegeriyan Şengalê

08/06/2026
Perwîn Yûsif: Banga aştiyê banga sedsalê ye
NÛÇE

Rêber Apo: Entegrasyona demokratîk bi demokrasiya xwecihî bi wate dibe

08/06/2026
Ji Rojavayê Kurdistanê şermezarkirina gotinên nijadperest ên Rehmî Koç
NÛÇE

Ji Rojavayê Kurdistanê şermezarkirina gotinên nijadperest ên Rehmî Koç

08/06/2026
Li wanê Mehrîcana Keda Jinan a Berhemdar
JIN

Li wanê Mehrîcana Keda Jinan a Berhemdar

08/06/2026
Ji Bakurê Kurdistanê Kampanya “Ciwanên komînal li dijî Şerê Taybet li qada ne”
JIN

Ji Bakurê Kurdistanê Kampanya “Ciwanên komînal li dijî Şerê Taybet li qada ne”

08/06/2026
YRJ’ê; Êrişa li ser Ajansa Nûçeyan a Jinê hewldana bêdengkirina dengê rastiyê ye
JIN

YRJ’ê; Êrişa li ser Ajansa Nûçeyan a Jinê hewldana bêdengkirina dengê rastiyê ye

07/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.