Tuesday, July 14, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Sihet Xweş Berhem Salih!

28/09/2019
in QUNCIK NIVÎS
A A
Ol û Civak -2-
Share on FacebookShare on Twitter

Sîpan ŞÎNDA

Serok Komarê Federasyona Êraqê birêz Berhem Salih di roja 25 î heyîva Îlona 2019 an de li bajarê Emerîka New York ê di komcivîna Netewên Yekbûyî ya giştî de axavtinek kir. Rêzdar Berhem Salih di wê axavtina xwe de peyameka dîrokî da him gelê xwe û him ji Netewên Yekbûyî. Ewî got: “Ez gelê me, ciwanên me, malbatên me yên cangoriyên gorên komî û yên di qetlîama dîktatoriya Enfalê de hatîn qetilkirin silav dikim. Ez we ji ber tekoşîna we ya ji bo jiyaneke azad û xweş, destxistina aştî û ewlehiyê pîroz dikim. Hêvî û daxwazên we bi cih anîn peywira me ye. Rêye me zehmete, lê daxwazên me yên herdem û bi desteka civaka navnetewî emê di vê rê de serbikevin.” Belê birêz Berhem Salih ev gotinên henê di axavtina xwe ya li New York ê di civîna Netewên Yekbûyî de weke serok komarê Federasyona Êraqê anîn ziman. Him ji bi Kurdî! Bi zimanê xwe yê dayîkê. Di civata hemû mezinên cîhanê de, ev gotinên henê li rûyê qirkerên Kurda û qirkerên zimanê Kurdî da. Rastiyek bi Kurdî anî ziman; lewma bala mêvanan û çapemeniya cîhanê kişand. Gelik li zora çapemeniya qirkerên zimanê Kurdî ji çû ev axavtina Kurdî ya di civata mezinên gerdûnê de. Mehd û mirûçê wan tirş û tehl kirin evan gotinan. Tu dibêjî qey malê babê wan ji wan stand birêz Berhem Salih. Ewqas li wan nexweş û xerîb hat kû, gelek televizyon û rojnameyên wan ev axavtin weke nûçe weşandin. Lê bila em bînin bîra wan, zimanê Kurdî li Federasyona Êraqê de zimanekî fermî ye. Çawe serok komar dikare bi Erebî biaxeve, ewqas dikare bi Kurdî ji biaxive. Çawa mafê serok komarên dewletên din heye û ew dikarin bi zimanê xwe yê netewî di civînên civaka navnetewî de biaxivin, heqê serok komarê Êraqê yê Kurd ji heye û ew ji dikare bi zimanê xwe di wê civatê de biaxive. Ev ne ecêbe ji. Ma Kurdan tira reş kiriye?! Jixwe ev ne cara yekem bû kû serok komarek di civîna civaka Netewên Yekbûyî de diaxivî. Di sala 2005 an de rehmetiyê Mam Celal Talabanî ji weke serok komarê demê yê Federasyona Êraqê di civîna civata Netewên Yekbûyî de bi Kurdî axivî. Ewî ji wiha gotibû: “Pêşketina Kurdistana Êraqê ya him di warê serhatiya demokratîk, him ya aborî, him ya çandî û him ji ya civakî, weke modelekê ji bo me çavkaniya serbilindî û serfiraziyê ye.” Belê ev cara yekem bû kû serok komarek di civîna civaka Netewên Yekbûyî de bi Kurdî diaxivî. Heke axavtina bi zimanê netewî serbilindiyek be, Kurd ji vê serbilindiyê heq dikin. Spas rêzdar Berhem Salih; ji bû “çil saniyên” kû tu di nava civata mezinên dinyayê de bi Kurdî axivî! Spas ji bû wê şemaqa te li rûyê qirkerên zimanê Kurdî dayî! 26.09.2019

 

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû
NÛÇE

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû

14/07/2026
Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn
NÛÇE

Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn

14/07/2026
Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
JIN

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin
ROJEV

Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin

14/07/2026
Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.