Tuesday, July 14, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Divê rêveberiya Esed derî li faşîzma Tirk veneke

24/09/2019
in QUNCIK NIVÎS
A A
Rihê 8’ê Adarê, rihê Leylayan û Avesta ne
Share on FacebookShare on Twitter

Zekî BEDRAN

 Civînên ku di navbera Erdogan, Pûtîn û Rûhanî de, di 16’ê îlon`ê de li Enqerê pêk hatin, mirov dikare ji gelek milan ve nîqaş bike û li ser raweste.

Erdogan li ber çavên cîhanê got, ezê têkevim erdê Bakur -Rojhelatî Sûriyê û dagir bikim , dest bi  paqijiya etnîkî bikim. Herwiha wî diyar kir ku, ew cihên ku wan paqij kirine wê penaberên ku birine Tirkiyê li wan deran bi cih bike.

Pûtîn û Rûhanî, ku li kêleka wî rûniştî bûn, negotin ku hûn kê li axa kê bicih dikin? Di heman civînê de, qaşo her sê welatan li ser yekîtiya  xaka Sûrî hemfîkirin. Ew çawa yekîtiya erdê bû ku Tirkiye dibîje, ezê hîn zêdetir herêmên din dagir bikim!

Dema Hîtler êrîşî Polonya kir, dagîrkir û dest bi şerê cihanê kir, Hîtler ne ewqas bêtirs bû.

Vekirî ne got ezê biçim dagîr bikim. Wî bi komplo û bi dek û dolaban dest bi şerê Polonya kir. Erdogan jî di sedsala 21-an de vekirî bêyî tirs û xof , li pêş çavên cîhanê dibêje, ez ê êrîşê Bakurê Sûriyê bikim û dagîr bikim. Yên ku cesaretê didine Erdogan ewên ku li kêleka wî rûniştine. Heya ku Rûsya û DYE bêjin na, Erdogan nikare têkeve Sûriyê.  Eger Rusya Efrîn pêşkeşê Tirkan nekiriba, Tirkiye nikarîbû biketa xaka Efrîn.  Niha jî ger Rusya qada hewayê bigre Tirk nikarin li wî derî bisekinin û nikare sûçên giran ê dij mirovahî pêk bînin.

Di rojên pêşiya vê civînê de, rêveberiya Şamê serî li Neteweyên Yekbûyî da û daxwaz kir ku QSD wekî terorîst were pejirandin. QSD ku bi salane li hember DAIŞ şer dikir, wî tiştek wisa ji bona QSD nexwest. Niha çima dikin? Herwiha Erdogan di civîna ragihandinê de got ku ezê Bakûrê Sûriyê dagir bikim, Ruhanî jî dibêje di “Rojhilatê Firatê de grûbên terorîst hene “ Pûtîn nekarî wan rawestîne, lê Şam nikare bê wî biryareke wisa bistîne. Tê xûya kirin ku bi

Tirkiyê re li hev hatine. Ew dext li Kurdan dikin ku li eniya berovajî bisekinin, an jî ew vê yekê wekî berjewendiyên xwe dibînin.

Zimanê Erdogan nagere ku bêje El Nusra terorîst e. Dibêje li Idlibê tevlîhevî heye. Dema mijar tê Kurdan û QSD`ê xwîn ji devê wî dibare. Xeteriya DAIŞ nema, sor dibe û dibêje xeteriya rastîn YPG û QSD ye. Wî bi dijminatiya bêsînor û bi hestek kûr axivî. Kurdan ti xirabî li Erdogan û rêveberiya wî ya faşîst nekiriye û Tirkiye ne aniye ber bi hilweşînê.

Ew bi salane Rêber Apo li Îmraliyê hewil dide ku bi rêbazên siyasî çekan ji hole rake û pirsgirêkan çareser bike. Kurd ji aşitî û çareseriyê nerevîyan. Yên ku şer dixwazin Ergenekon û yên ku bi MHP re îttîfak kiriye Erdogan e. Erdogan vekirî projeya Komkûjî pêk tîne. Her çend Rûsya û Îran vê yekê dizanin, lê berjewendiyên dewletê ji bona wan girînge.

Pêwîste Şam bi makezagonek nû bi hêzên Rojhelatê Sûriyê û derdorên demokratîk re li hev bê û aştiya navxweyî çêke. Şam  pêwîste bi hemwelatiyên xwe re li hev were. Bi dewletên gel xwe nikare yekîtiya Sûriyê pêk bîne.

Dewletên heyî wê berjewendiyên xwe tim pêş de bigrin. Yekbûna xaka Sûriyê bi li hev hatina Tirkiyê û gelê xwe perçiqandinê re pêk nayê. Erdogan jibo na Tirkiyê û ji bo heremê bûye wekî bela û veguheriye faşîzm û zordestiyê.

Ew dewleta ku bi DAIŞ re kar dike çawa hatiye bîrkirin? QSD li hember DAIŞ şer kir bi hezaran şehîd dan. Eger ku ew fedekartî neba Sûriye wisa ser piya nedima. Yên ku digotin em ê biçin Şam`ê li mizgefta Emewiyan nimêj bikin, rêveberiya Esed çawa jibîr kir!

Erdogan ji bona herêma qada ewlehiyê ya bi DYE re kirine pişman bû ye. Derdê wî ne parastina sînor bû,  vekirî dixwast kûmkûjî li ser Kurdan pêk bîne û herêmê dagîr bike. Li ser sînorê Tirkiyê çi gef nîne û xwediyê artêşeke mezine.  Ew bi xwe gefan li ser gelên Sûriyê dike.

Efrîn ji bo Tirkan çi gef didan avakirin? Lê Tirkiye ketê û vekirî komkûjî pêk anî. Niyeta Erdogan çiye tê xûya kirin. Pêwîste rêveberiya Şam`ê xeteriyê bibîne û ji bo faşîzma Tirk helwestekî dayne. Yên dixwazin Esed ji deshilatdariyê daxînin û İxwanil  Muslimîn ji bo na anîna deshilatdariyê rêxistin dikin, Erdogan bi xwe ye. Pêwîste hemû hêzên ku yekîtiya Sûriyê dixwazin û doza demokrasî û azadiyê dikin bibin yek û li dijî faşîzma dagîrkeriya Tirk bisekînin û tekoşîn bikin.

 

 

 

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû
NÛÇE

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû

14/07/2026
Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn
NÛÇE

Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn

14/07/2026
Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
JIN

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin
ROJEV

Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin

14/07/2026
Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.