Tuesday, July 14, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Yekîtiya Kurdan û Başûr

24/09/2019
in QUNCIK NIVÎS
A A
FÊMKIRINA RASTIYÊ!…
Share on FacebookShare on Twitter

Medenî FERHO

Li Tirkiyê, şer hebe, nebe singoyê dewletê, li devê deriyê Kurdan e. Dewşirmeyên Îttîhadî, xwedî tecrûbeyek mezin in;  wek di stranên gelerî de tê gotin, dema berxwedan çêdibe, dewleta dewşirme defterên kevin vedike û li destnîvîsên di dosyayan dinêre, bi armanca firkandina pozê kurdan êrîş  dike.

Mixabin gelê Kurd, ji berxwedanên xwe tecrûbe negirtine,  serpêhatî û notên pêşengên haraketên Kurd nînin. Tenê Rêber Ocalan not girtin, ders dan, fikrên nû vegotin, nivîsîn û paradigmeyek derxiste hole.

Li gel paradigmeyê, di 40 salî de, gelek nivîs, vegotin û pirtûk derketin holê,  magazine kultura Kurdî ava bûye.  Eger şoreşek li Kurdistanê hebe,  li ser lingan dimîne bi saya paradigmeya Ocalan, vegotinên rayedarên Haraketê, nivîs û pirtûkên divê serdemê de hatine nivîsandin e.

Para Plaza Medya azad, ku piştî 127 salan hîna li sirgunê ye, zêde heye.

Seramoniya nijadperestiya Turk-î Îslam, ji aliyê gelek Kurdan ve ne hatiye fêm kirin, gelek  Kurdên nostaljîk û romantic jî tevlî vê seramoniyê dibin.

Desthilatdariya faşîst û Ergenekona Tirk, dibin serokatiya Erdogan de,  bi xamxeyalên dîroka kevin tevdigerin.  Gelek rewşenbîr û siyasetmedarên Kurd, Erdogan, biqasî Siltanên Osmanî paşverû dibînin. Lê,  Siltanên Osmanî teva ji Erdogan bi gelekî pêşketîtir bûn. Erê,  hingî netewparêzî nebû, lê  dagirkerî, talan û wêrankirin hebû, dîse jî înkar nedikirin.

Siyaseta inkar û tunekirinê, bi Îttîhat û Terakî dest pêdike. Hîtler jî serî li vê riyê daye, lê biqasî faşîstên derşirme zedekarî nekiriye. Îttîhadî, bi armanceke  kollektîf  haraket kirine; dinava xwe de parçe bin jî (îro jî wilo ne) di qirkirina gelan de  yek in.

Kurd, mixabin ji wê armancê dûtr in. Di demeke ku faşîzma Tirk, sê parçeyên Kurdistanê dagir kirine, Kurd di nava bexilî, feodaliya nekêrî û berjewendiyên çapelî de digevizin û nikarin werin cem hev.

KNK, 20 sal in, li pey yekîtiyê dibeze, Kurd   20 sal in li nava çavên hev dinêrin û derewan dikin. Bi taybetî Partiyên Başûrê Kurdistanê, cilik dibin xwe de, dibin Kurdan de ne hiştine.
Piştî şandeya HDPê,  çû Başûr û hevdîtin kirin jî, hêviyek derneket holê. Piştî hevdîtinan jî, partiyên Başûrî, ji romantîzma dilxweşiyê  derbas nebûn. Li hemberî mikrofonên televizyonan, yekîtiya neteweyî romantîze kirin, lê di vegotinên wan de estetîk nebû.

Başûrê Kurdistanê, 28 sal in nebû desthilatdar, ji ber vê çendê jî, kete nava kaosek mezin.  Du serî ne, du paytext in, du hêzên leşkerî ne, du hêzên asayişê ne; ne haveynê mastê wan, ne hevîrtirş-xumreya nanê wan bû yek.

Aliyekî pişta xwe daye Iranê, aliyekî daye Tirkiyê!.. Vê jî bloka dagirkeriyê xurt kir, sefaleta siyasî û aboriyê zêde kir.  Serok, serokwezîr,  desteya wezîran, parlamento hebe jî nikarin bibin dewlet; dewletbûn, sîstem e, rêxistinî ye, demokrasî ye, hiquq e, desturnameya demokratîk e,  avakirina çînên hevbeş, rêkûpêkiya aboriyê, parvekirina hatina salane ye, wekheviya  gelan, çînan, civakan û avakirina şarên bi karsazî û karbidestan dagirtî ye…

Di destpêkê de Iraq dinava kaosan de dihejiya, lê îro, (!?!?) Başûr  noqî derya pirsgirêkan bûye,  biqasî dostên xwe AKPê di nava erdhejekê de ne.  Ev jî dide xuya kirin ku, her dû desthilatdarên Başûrê Kurdistanê ji tecrûbeyên berê  sûd nagirin.
Bila kes xwe ne xapîne û nebêje, PKKe li Başûr e, Tirk êrîş dikin; li Silêmaniyê PKKe nebû, lê Tirk li Başîka bi cih bûn. Eger PKK û Gerilla nebin,  hêza   şeytanî, wê di 24 saetan de, destketiyên dîrokî û defactoya Başûr  têk bibe.

Rastî yek e; Eger partiyên Başûrê Kurdistanê  tevlî KNKê nebin, ne dibine desthilatdar, ne jî  dibine dewlet. Tenê yekîtiya neteweyî dikare dagirkeriya faşîzma dewşirme ji sê parçeyên Kurdistanê  berteref bike.  Yekîtiya Kurdan, wê hem karsazî û karbidestiya Başûr bi hêz bike, hem desthilatdariya Başûr jî tekûz bike, hem wê di nava dewletê de bike dewlet.

 

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû
NÛÇE

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû

14/07/2026
Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn
NÛÇE

Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn

14/07/2026
Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
JIN

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin
ROJEV

Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin

14/07/2026
Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.