Rojnameya Ronahî

Jina bi keda destê xwe têkoşîna jiyanê dide

Di encama pêşketina wekheviya di nava civakê de û bi naskirina hêza jinê re, êdî her jinek li gorî derfetên xwe, debara xwe ya jiyanê bi xwe dike û aboriya xwe pêş dixe. Jinan rola ku civaka baviksalar li wan birî darbas kirin û bi keda destê xwe têkoşîna jiyanê didin. Mînaka wê jî jina bi navê Gulîstan Hemdo ya 35 salî ya ji gundê Mîrkan yê Efrînê ye û tevî zarokên xwe koçî bajarê Helebê bûye li taxa Şêx Meqsûd bi kadeyên çêdike debara xwe dike. Gulîstan yekem jina xwaringiheke kade(Fetayir) li taxê vekiriye ye. Gulîstan ji me re axivî û nêrîna xwe derbarê jiyanê de parve kir.
‘DEBARA JIYANÊ ZEMET E, DIVÊ EM KEDÊ BIDIN’
Gulîstan despêkê qala projeya xwe ya vekirina vê xwaringehê kir û wiha got: “Piştî şerê Efrînê em ji malên xwe derketin, debara jiyanê zehmet bû. Ji bo ku ji nû ve debara mala xwe bikim û aboriya xwe zindî bikim, min xwest ez ji xwe re xwaringehekê vekim û têde bixebitim. Bi vî karî ez debara xwe û zarokên xwe dikim û hewcekarî tu kesî nabim. Debara jiyanê zehmete divê em kedê bidin.”
‘DIVÊ JIN XWEDÎ LI ÎRADE Û KEDA XWE DERKEVIN’
Di dewamiya axaftina xwe de Gulîstanê qala karê xwe yê rojane dike û got ku ew Ji seetên serê sibê v radibe û berê xwe dide xwaringeha xwe.
Di dawiya gotina xwe de Gulîstan bang li tevahî jinan kir ku li vîna xwe xwedî derkevin û ev tişt go: “Em di rojên zehmet de dijîn, divê em bi xwe jiyana xwe rêve bibin. Eger her kes ji aliyê xwe ve jiyanê bide rawestandin wê kêf dijminan li me were. Divê em hemû jin berpirsiyartiya jiyanê bidin ser milê xwe û xwedî li ked û vîna xwe derkevin û di nava pêşveçûnan de bin.”