Rojnameya Ronahî

Jin li dijî kuştinê wê di 25’ê Mijdarê de li kolanan bin

Jinên Enqereyê ku wê li dijî kuştina jinan û şîdeta li ser jinan yên di demên dawî de zêde bûne dengê xwe bilind bikin wiha gotin “Hun li ku bin, deng bidin wir. Em ê daxwaza xwe ya jiyanê di 25’ê Mijdarê de li her derê bilind bikin. Em ê kolanan bi serhildana xwe bihejînin.”

Li navçeya Çankaya ya Enqereyê, li Parka Ahmet Arîf, jina bi navê Fadîme tekîn ji aliyê Remzî Işik yê dest jê berdabû ve, bi giranî hatibû birîndarkirin û li Mamakê jî mêrê bi navê N.G, jina pê re zewicandî M.G bi çekê qetil kir. Jinên Enqereyê ku piştî Fadîmeyê daketin kolanan, diyar kirin ku ew li dijî kuştina jinan ya sîstmatîk in, heta 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hember Şîdeta li Ser Jinê bi bername û çalakiyan li kolanan bin.
Ji Wekheviyê Aybuke Duzgun û ji Tora Parastina Jinan Aysun Gençtanir, der barê zêdebûna kuştina jinan û li dijî vê dikare çi bê kirin, de axivîn.
‘LI PIŞT KUŞTINAN, AKP HEYE’
Aybukeyê diyar kir ku li pişt kuştina jinan desthilatdariya AkP’ê ya 17 salan heye û bi polîtîka muhafazakarkirinê, hewl didin jiyana jinê bikin bin zextê û wiha got “Em ji xwe behsa civakeke ku jinên hepsê malê dike, dikin. Ligel vê bi polîtîka muhafazakariyê ya AKP’ê re jin bi giştî hepsî malê tê kirin û em di pêvajoya ku her cureyê şîdetê li ser jinê pêk tê re derbas dibin.”
‘GELEK JIN HATIN QETILKIRIN’
Aybukeyê bi lêv kir ku daxuyaniyên paşverû yên diyanet û oldaran didome û ev tişt anî ziman “Herî dawî daxuyaniyek bi vî rengî ‘Jin ji 90 km zêdetir nikare bi tena serê xwe bi wesayîtê biçe’ hat kirin. Bi vê jî jin hedef tên girtin. Di heman demê de piştî evqas kuştinan, kujerên Şule Çet, salek û nîve hîna tên darizandin. Dîsa doza xwendekara zanîngehê Ceren Damar ya 27’ê îlonê de hat qetilkirin û Dongu Şengul heye. Gelek jin tên qetilkirin. Di 2019’an de gelek jin hatin qetilkirin û di meha tebaxê de 49 jin hatin qetilkirin.”
‘JI BO JIYANÊ EM LI KOLANÊ NE’
Aybukeyê destnîşan kir ku pergala heyî teşvîkî kuştina jinan dike û wiha dawî lê anî “Kujer piştî cînayetan li derve digerin. Kravatan girê didin, bi cil û bergan li xwe dikin û cezayên wek xelat digirin. Em ji bo van biguherin têdikoşin, li kolanan e. Em şûnde gavê navêjin. Em ji bo civakek wekhev û adîlane, ji bo wekheviya civakî, têkoşîna xwe didomînin.”
‘MÊR JI HEV HÊZÊ DIGIRIN’
Aysun Gençtanir jî bi lêv kir ku kuştina jinan ne tesadufe û wiha pê de çû “AKP û Erdogan 17 salan li dijî jinan dijminahî kir. Yekser dîktatoriya xwe ji vir ava kir. Em niha bandora vê pir zêde dibînin. Mêr ji hev hêzê digirin. Ev rewş ji qada taybet û cemawerî bigire li her derê hatiye avakirin. Em ê jî li dijî vê rewşa ku ne tesadufe, têkoşînax we bidomînin, daxwaza jiyana xwe bînin ziman. Em daxwaza jiyana xwe bi hev re bilind bikin. Em heta 25’ê Mijdarê li her derê dengê xwe bilind bikin.”