Rojnameya Ronahî

Yekemîn akademiya Hêzên Xweparastinê-Jin hate vekirin

Yekemîm akademiya Hêzên Xweparastinê-Jin li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bajarê Amûdê hate vekirin û dewreya yekemîn a perwerdeyê hate destpêkirin.
Ji bo jinên ku bi dildarî beşdarî Hêzên Xweparastinê bûne, yekemîn akademiya perwerdeya leşkerî û bîrdozî bi merasîmekê li navçeya Amûdê ya girêdayî kantona Qamişlo hate vekirin.
Şandeyek ji rêveberiya xweser ên herêmên Firat û Cizîrê, fermendarên Hêzên Xweparastinê, QSD, YPG, YPJ, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, endamên saziyên civaka sivîl yên Amûde û Qamişlo, nûnerên hindek partiyên siyasî û malbetên şervanên tev li akademiyê bûne di merasîmê de amade bûn.
Endama Desteya Serokatiyê ya Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Emîne Osê axivî û got: “Vekirina akademiyê di dîroka têkoşîna jinê de gavek pîroz e. Her wiha ev gav di dema ku em banga aştiyê dikin ruxmî gefên li dijî herêmê, gavek girîng e. Em bi rêya wê tekez dikin ku em aştîxwaz in lê em amade ne li hember her gefekî li dijî ax û gelê me bisekinin.”
Paşê hevseroka Meclisa Sûriye Demokratîk (MSD) Emîne Umer û hevseroka Meclisa Rêveber a herêma Cizîrê Nezîra Gewriye jî axivîn.
Piştî axaftinan gelek komên hunerî stran pêşkêş kirin. Di dawiyê merasîmê de beşdaran û şervanan xelekên govendê gerandin.
Bi vekirina akademiyê re, dewreya perwerdeyê ya yekemîn destpê kir. Dewre dê 6 mehan bidome.