Rojnameya Ronahî

Zarok bi kêfxweşiyekê diçine dibistanê

Dibistan vebûn, Sala nû ya xwandinê destpêkir,mamoste û şagirt kêfxweşin û malbat jî alîkarin.

Bêrîvan ÇIYA/Ronahî Heseke

Piştî ku dibistanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê deriyên xwe li xwendekaran vekirin û xwendekaran dest bi sala xwendinê ya 2019-2020’an kir, li tevayî herêmên bakur û rojhilatê sûriyê heyecaneke di nava şagir û mamosteyan de tê dîtin. Mamosteyên bajarê Hesekê ji rojnameya me re li ser atmosfera sala nu ya xwendinê axivîn.
Mamoste Medya Eyûb nûnera dibistana Ebdela Qadirî ji bo sala nû ya xwendinê wiha axivî: “Dibstan bi giştî kurdî ye,hejmara mamostên li dibistanê 22 mamosten e, hejmara şagirtan jî 350 ne. Hatina şagirtan ji bo dibistanê di vê hefteyê de bi rengekî balkêş bû, berî ku dibistan were vekirin şagirt li ber derî li hêviya vekirina dibistanê ne, ji ber xwesteka wan zimanê dayîkê ye û hezkirina wan ji mamostên wan re ye, mamoste jî ew hezkirina dayîkê dane wan şagirtan, hezkirinek bi vî rengî di navbera me de heye. Her roj 30 xwendekar tê de têne qeyd kirin. me dest bi dayîna dersan kiriye, pirtûk gihiştine destê me, li gorî wê me li şagirtan belav kirin e. ji hejmara zêde ya şagirtan me refên nû vekirin, ref zêde bûne, ev jî cihê şanaziyê ye ji bo me, û berpirsyariya me mezintir kir. Mamoste gelek perwerde dîtine, peymangeh xelas kirine û tevlî perwerda havînê dibin, asta wan gelekî li pêşketiye, ti astengî ji bo minhac nabînin. Minhac guhertinên balkêş tê de çêbûne, guhertinên ji bo pêşketina asta şagirta ne û li gorî têbiniyên ku me di dawiya sala xwendinê de didan hatine çêkirin.”

MAMOSTE BI KÊF Û XWEŞÎ PÊŞWAZIYA SALA NÛ KIRIN
Mamoste di destpêka sala nû de dest bi paqijiya dibistanê kirin mamoste Peyman Yusif got: “Di destpêka vekirina dibistanê de me dest bi paqij kirina dibistanê kir, Şaredariyê gelek alîkarî bi me re kirin, qirêja hebû li hewşa dibistanê hemû hate paqij kirin, rêgar hatin vekirin û me jî dibistan paqij kir bi vî rengî em şagirtan fêrî paqijiyê dikin. Demê ku dewama şagirtan destpêkir me ew li refê wan belav kirin, me hêvî ne dikir ku zarok bi vê hejmarê werin li ber salên çûyî lê ev cihê kêfxweşiyê bû, derfetên îsal jî ji salên borî bêtirin wek anîna pirtûkan di demek nêzîk de hatin, berê heyvek du heyv derbas dibûn heta pirtûk dighiştin destê me, lê îsal zû hatin û me jî li şagirtên xwe belavkirin. Pirtûk bi rengin ev jî kişandinekê ji aliyê xwendekaran ve çêdike, mamoste jî bi cidiyet hatine dibistanê ku karibin tiştên xweş di hundirê zarokan de biçînin û asta wan a xwendinê û zanebûnê li pêş bixin. Em bi hêvîne ku îsal em ji salên çûyî sûd bigrin û serkeftî derbas bibe.”

‘MALBAT BI ME RE ALÎKARIN’
Mamoste Xensa Ehmed Berpisiyara erşîfê li dibistanê ye, da diyar kirin ku karê erşîfê xweş tê meşandin, her tişê ku girêdayî çi mamoste û çi şagirt bin têne qeyd kirin di erşîfa dibistanê de,û çi kaxez ji midûriyetê were, mamoste werin dibistanê an jî herin dibistaneke din , ne tenê mamoste şagirt jî. Her wiha hemû amûrên dibistanê û her tiştên girêdayî maliya dibistanê, çi tê û çi diçe ev hemû dikevin erşîfê de. Xensa wiha anî ziman: “malbatên şagirtan gelekî bi me re alîkararin, çi lazmiyên ji zarokên wan re ji bo erşîfê li gorî derfetan peyda dikin. Alîkariya malbatan ji bo serkeftina şagirtan di dibistanê de bandoreke xwe ya sereke heye.”