Rojnameya Ronahî

Li Minbicê 2’mîn Pêşangeha Şêwekariyê

Li bajarê Minbicê bi boneya Roja Aştiyê ya Cîhanê bi dirûşma “Huner ji bo aştiyê ye” duyemîn Pêşangeha Şêwekariyê hate vekirin.
Pêşengeh di çarçoveya pêngava “Aştiya bêsînor” de ya ji aliyê Gerînendeya Huner û Şanoyan a Komîtya Çand û Hunerê ya Minbic û Gundewarê wê û Meclisa Jinan a Sûriyê ve hate organîzekirin.
Bi dehan şênî, di nav de endamên saziyên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundewarên wê amade bûbn.
Çalakiya vekirina pêşangehê bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir. Paşê endama Komîteya Têkiliyan a Melisa Jinên Sûriyê Rula Osman got: “Belavkirina aştiyê di nava civakê de armanca sereke ya meclisê ye. Jin aktora aktîv apêkanîna aştiyê di rewşên şer de ye. Lew re azadkirina jinan mijareke cewherî ji bo serxistina keda navdewletî ya parastina aştiyê ye.”
Bi navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundewarên wê hevseroka Meclisa Rêveber Nezîfe Xelo jî Roja Aştiyê ya Cîhanê li gelên herêmê pîroz kir û got: “Çeteyên DAIŞ‘ê cûreyên herî qirêj ê şîdetê der heqê gelên herêmê de pêk anîn. Bi boneya Roja Aştiyê ya cîhanê em peyama hezkirin û aştiyê ji tevahî mirovahiyê re rê dikin, tê de em teqez dikin ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hevkirina xwe teror têk bir û aştî li herêmê me û tevahî cîhanê pêk anî.”
Piştre bi navê Meclisa Jinan a Minbicê endama Komîteya Têkiliyan a meclisê Tehanî El-Lezîz jî rola jinên berxweder di pêkanîna aştiyê û rizgarkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de diyar kir, “Jina berxwedêr ew e ya ku koletiyê red dike û ji bo azadî û jiyaneke bi rumet têdikoşe, her wiha ew jina ku banga pêkanîna aştî û azadiyê dike ye.” Tehanî banga piştgiriya bi jinan kir da ku rola xwe di rêveberiya civakê de bi azadî pêk bîne û ev tişt anî ziman: “Em ê têkoşîna xwe berdewam bikin heta herêmên dagirkerî ji Tirkiyê werin rizgarkirin.”
Piştî axaftinan helbestvan Ehmed El-Yûsif û Îbrahîm El-Mustefa helbest xwendin. Her wiha şanoyeke bi navê “Ber bi Ewropayê ve” hate pêşkêşkirin ku behsa azarên penaberên Sûriyê yên çûne welatên Ewropayê û bîrîkirina li welêt dike.
Komên zarokan jî hin stran gotin.
Di dawiyê de deriyê pêşangehê hate vekirin, beşdaran derbasî hola pêşangehê bûn û wêneyê wê temaşe kirin.