Rojnameya Ronahî

Xebatên şaredariyê li kampan berdewam dikin

Şaredariya Gel a Herêma Efrînê dest bi xebatên xwe yên ji bo amadekariya zivistanê kir. Şaredarî qîrkirina rêya di navbera Dêrcemal û Kefernaya de ya bi dirêjahiya 1 km û kêmberiya 6 m û stûriya 10 cm didomîne.
Li rexê jî rêya sereke ya nava navçeya Kefernaya ya bi dirêjahiya 500 metre û kêmberiya 6 metre sererast dike. Li aliyekî din jî kortên li rêyên di navbera Kefernasih û navçeya Fafînê de sererast dike.
Şaredariya Gel a Herêma Efrînê, pêşniyar kir ku hin bîrên din li kantona Şehbayê bikolin da ku pêwîstiya şêniyan dabîn bikin. Her wiha her 15 rojan li Nexweşxaneya Avrîn a navçeya Fafînê rewşa avê tê çavdêrkirin.
Şaredariya gel alîkariyên ji bo sererastkirina malên wêrankirî pêşkêş kirin.
Rêveberê şaredariyê Mihemed Elo got ku dê li xebatên xwe yên xizmetguzarî yên li kampên Şehbayê beriya ragihandina bidawîkirina wê, vegerin. Her wiha dê parkekê li kampa Efrînê ava bikin. Dê xebatên li kampên Efrîn a navçeya Ehdas û Vegerê ya Ziyaretê ya girêdayî navçeya Şêrawa û Şehbayê ya li bajaroka Dêrcemal, bidomînin.
Şaredariya gel, di hefteyên borî de torên kanalîzasyon li kampên Serdem û Berxwedanê, rêyên sereke û şaxî sererast kirin.
Girêdayî mijarê, rêveberê şaredariya gel a Herêma Efrînê Mihemed Elo got bi awayekî bênavber li gund, navçe û kampên li kantona Şehbayê dixebitin ku amadekariya zivistanê bikin. Elo teqez kir ku çembera ferzkirî ji hêla rejîma Sûriyê ve, xebata şaredariya gel û dabînkirina xizmetguzariyên şêniyan asteng dike û wiha bal kişand ser ku şaredariya gel madeya çemento ji şêniyan re peyda dike ku malên wêrankirî sererast bike.
Şêniyê bi navê Idris Umer jî ku li Kampa Berxwedan dimîne, spasiya şaredariya gel kir û got bi saya kedên şaredariyê dê zivistan baş be.”