Rojnameya Ronahî

Yek ji girîngtirîn rêyên Qamişlo tê ziftkirin

Komîteya Şaredariyan û Hawîrdorê ya kantona Qamişlo bi koordîneya Şirketa Zagros re dest bi mezintirîn projeyên ziftkirina rêyan bi dirêjahiya 21 km kir.
Piştî ku her du şaredariyên navçeyên Rojhilat û Rojava yên bajarê Qamişlo 45 projeyên ziftkirina rêyan di nav bajarê Qamişlo de bi dawî kirin, Komîteya Şaredariyan a kantona Qamişlo dest bi ziftkirina rêya di navbera bajarê Qamişlo û navçeya Amûde de bi dirêjahiya 21 kîlometereyan û firehaiya 8 metreyan kir.
Ev proje ji mezintirîn projeyên ku dê li kantona Qamişlo pêk werin tê hesibandin. Ew rê jî yek ji girîngtirîn rêyên sereke yên kantonê tê hesibandin.
Şirketa Zagros ji projeyê re 14 hezar meter kabik zift ji bo ziftkirina rê veqetand.
Endezyarê çavdêrê projeyê yê Şirketa Zagrosê Abdulîlah Mihemed diyar kir proje dê 45 rojan bidome.
Komîteya Şaredariyan û Hawîrdorê ya kantona Qamişlo rêyek şaxî demkî ji bo derbasbûna erebeyan heya bidawîbûna projeyê vekir. Her wiha komîteyê rêyek ji bo derbasbûna erebeyên giran da ku bighêjin rêya navdewletî li gundê Girê Moza yê dîrokî diyar kir.