Rojnameya Ronahî

Nimûneyeke xweparastina civakî

Berxwedana taxa Şêxmeqsûd ku ji sala 2012’yan heya 2016 li hemberî komên çete û rejîma Sûriyê pir bi dijwarî pêk hatine di aliyê xweparastinê de yek ji wan nimûneyên xweparastinê ne.

Di dîroka mirovahiyê de xweparastin ji bo kes û civakan wek erkeke exlaqî ya sereke hatiye dîtin û ji bo wê jî bi şêwazên cuda hewl hatiye dayîn ku nirxên xwe li hember êrîşan biparêzin.
Her zindiyek di xwezaya xwe de li hember xetere û êrîşên li beramberî xwe, xwedî helwest û pergaleke xweparastinê yê. Di dirêjahiya dîrokê de kes û civak jî erka xweparastinê wek erkeke exlaqî dîtine û ji bo ku hebûn û nirxên xwe biparêzin, her tim di nava têkoşînekê de bûne.
Berxwedana taxa Şêxmeqsûd ku di sala 2012’yan heya 2016 li hemberî komên çete û rejîma Sûriyê pir bi dijwarî pêk hatine di aliyê xweparastinê de yek ji wan nimûneyên xweparastinê ne.
Di dirêjahiya êrîşên ku rastî bajarê Helebê hatine de, şêniyan taxa Şêxmeqsûd ji bo ku xwe biparêzin gelek rêbaz bi kar anîn. Hema bibêje hemû civak ji bo parastina xwe kete nava liv û tevgerê.
Di vê dosyayê de em ê hewl bidin têkoşîna şêniyên Şêxmeqsûdê ku ji aliyê Ajansa ANHA’yê ve li ser bingeha xweparastinê li hember çeteyên dewleta Tirk a dagirker û hêzên rejîma Sûriyê û alîgirên wê bi pêş ket, raxin ber çavan.
KURTEDÎROKA ŞÊXMEQSÛDÊ
Taxa Şêxmeqsûd li ser gireke stratejîk cih digire û piraniya taxên Helebê ji wir xuya dikin. Yek ji mezintirîn taxên bajarê Helebê ye. Li rex wê ji aliyê rojava ve taxa Eşrefiyê heye. Rûbera taxê ku avahî lê hene, zêdetirî 4 hezar metre çargoşe ye.
Li gorî serjimariya daîreya nifûsê ya bajarê Helebê ya sala 2010`an, derdora 800 hezar kes di her du taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de dimînin. Tevî ku di taxê de pêkhateyên Ereb, Tirkmen, Ermen jî hene lê piraniya wan Kurd in.
BIRÊXISTINKIRINA GEL
Bi destpêkirina aloziya Sûriyê re di bihara 2012`an de taxa Şêxmeqsûd rastî êrîşên hêzên rejîma Sûriyê û komên çeteyan ên girêdayî dewleta Tirk hat.
Şêniayn pê zanî ku rêgeza xweparastinê ji tiştêk sereke ya jiyanî ye. Ji ber wê jî ew êrîşên ku li beramberî wan pêk hatin, wek xetere li ser hebûna xwe hesibandin û hêzên parastinê yên taxê ava kirin.
Rejîma Sûriyê, xwebirêxistinkirina şêniyên taxa Şêxmeqsûd ji bo xwe wek metirsiyek dît, ji ber wê hindek alîgirên xwe sor kirin da ku êrîşî taxê bikin.
Bi vê armancê alîgirên rejîmê êrîşî firinekê kir. Lê ev êrîşa wan rastî berxwedana şêniyan hat. Şêniyan bi berxwedana xwe karmendên firinê parastin. Endama Yekitiya Star (Kongreya Star a niha) Gulê Selmo pêşengiya şêniyan kir û di 13`ê Adarê de ji ber guleya di serê xwe de şehîd ket.
Piştî wê bûyerê komîteyên parastinê hatin ava kirin. Lê di destê şêniyan de ji bo xwe parastinê tenê hinek çekên nêçîriyê û bombeyên destan hebûn.
Rexmî derfetên kêm jî komîteye dikarîbû ku alîgirên rejîmê biqewirîne. Ji wê dîrokê ve şêniyên taxê xwe ji tevahiya êrîşan parastin.
Ev berxwedan ji bo ku gel bi karê xwe li hemberî hemû êrîş û zextan parastina xwe bike, bû nimûne.
NIMÛNEYA BERXWEDANA GEL Û BIRÊXISTINKIRINÊ
Di dema di navbera dawiya 2012`an heya navîna Sibata 2016`an de tax bûbû armanca êrîşên çeteyan û hêzên rejîma Sûriyê.
Şêniyan ji berxwedana li hember wan êrîşan tecrube girtin û êdî zanîn ku çawa li hember hovanetirîn êrîşan bisekinin. Wê demê tax ji her aliyekê ve rastî êrîşên komên çeteyan ku bi çekên giran ên cuda û qedexekirî bi pêş diket, hat.
Li hember vê rewşê ciwan û heta kesên temenmezin tev nav refên parastinê bûn. Hemû tev li saziyên rêxistinî, sivîl, civakî û parastin bûn.
Li gel dorpêça tengav şêniyan xwe li ser bingeha şerê gelêrî bi rêxistin kirin. Ne ji dorpêçê yan jî ji êrîşên ji nişka ve tirsîn. Bi rêya rêgeza xwetêrkirinê dabara xwe peyda kirin. Şînkahî di malên xwe de çandin û genim bi amûrên destpêkê hêran û nan çêkirin.
Ji bo ku di zivistanê de xwe germ bikin li gel tunebûna sotemenî text û plastîk şewitandin.
Piştî dorpêçê êrîş li ser taxê dest pê kirin. Komên çeteyan bi awayekî hovane êrîşî taxa Şêxmeqsûd kirin û sivîl kirin hedef. Di encamê de bi dehan qurbanî hatin dayîn ku piraniya wan jin û zarok bûn. Ji aliyekî din ve YPG û YPJ û komîteyên parastinê li hember wan êrîşan li ber xwe dan û berxwedanek destanî nîşan dan.
Li ser wê Tevgera Civaka Demokratîk û şênî ji bo parastina taxê, serferberiya giştî ragihandin.
Şênî ji tevahiya pêkhateyên taxê çek rakirin û li rex YPG û YPJ`ê şer kirin.
Şêniyên taxê bi jin û mêran her yek li gorî ku dikare tev lî serferberiyê bûn û li hember êrîşan şer kirin. Hindek ji wan birîndar rakirin nexweşxaneyê, jinên ku ne dikarîn di nava şer ê germ de cih bigirin ji bo kesên ku di sengeran de şer dikirin xwarin amade kirin. Hindekan birîndar derman kirin û li gel wan hemûyan tilîliyên dayikan ji asîmana taxê qut nebûn.
TOPBARANA KÎMYAWÎ
Taxa Şêxmeqsûd sê caran di sala 2016`an de rastî topbaran kîmyawî ji hêla komên çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ve hat. Cara yekê di 8`ê Adarê de, cara din di 7`ê Nîsanê de û cara sêyemîn di 8`ê Nîsanê de.
Di encamê de gelek windahî û birîndar çêbûn lê êrîş her çiqas dijwarbun jî berxwedanî jî bi her awayî mezin dibû. Hê di roja destpêkê de berxwedana gelê taxa şêxmeqsûd navê xwe di rûpelên dîrokê de dinivîsî.
BIKARANÎNA JÊRZEMÎNAN
Şêniyên di malên ku tenê ji qatekî pêk dihat diman, ên herî zêde dibûn qurbana topên çeteyan. Ji ber ku top di ser serê wan de diketin.
Şêniyên ku malên wan wêran bûne, jêrzemîn ji xwe re wek stargeh hilbijartin. Tevî rewşa wan jêrzemînan a ne baş û zêdetirî malbatekê tê de diman, lê dîsa jî şênî bi wê awayî xwe ji êrîşan parastin.
Ji ber êrîşan malên şêniyan wêran dibûn, ji ber wê şênî ji bo ku berxwedana xwe berdewam bikin ji malekî diçûn malek din. Lê rexmî hemû êrîşan jî ji taxa xwe derneketin.
Endama rêveber a Hêzên Parastina Civakî Nesrîn Reşîd ku di dema êrîşên li ser taxê de tev li hêzê bûye, girêdayî mijarê dibêje: “Şêniyên taxê ji ber tengaviyên rejîmê û hemleyên girtinê di nav rewşa tirs û ne rehtiyê de bûn. Lê ji ber tecrubeyên ku şêniyên taxê tê re derbas bûne, karîn wê xeteriyê ji taxê dûr bixin û niha di nav ewlehiyê de ne.”
FÊRBÛNA ZIMANÊ DAYIKÊ DI JÊRZEMÎNAN DE Û DI BIN DENGÊ TOPAN DE
Bêguman berxwedana taxa şêxmeqsûd ne tenê di aliyê leşkerî de bu. Gel bi her şêwazê nirxên xwe parast. Yek ji nûmûneya herî berbiçav ew bû ku şêniyên taxê di jêrzemînan de perwerdeya zimanê dayikê berdewamkirin. Ji ber ku di bingeha êrîşên bi pêş diketin ew bû ku civakê bi her alî dîl bigirin û ji nirxên wê dûr bixin.
Di êrîşên çeteyan de navenda Saziya Zimanê Kurdî ya taxê bi awayekî zêde zirar dît. Tevî wê jî perwerdehî di şerên dijwar û dorpêçê de ranewestî. Saziyê xebatên xwe berdewam kirin û di jêrzemînan de fêrkirina tevhiya astan berdewan kirin. Di wê demê de du beş ji asta sêyemîn bi dawî kirin.
Piştî wê hejmarek ji mamosteyan berê xwe da eniyên şer û li rex yekîneyên parastinê li hember êrîşên çeteyan sekinîn. Hindek ji wan jî berê xwe dan nuqteya tendursitiyê û piştgiriya kadroya tenduristiyê di dermankirina birîndaran de kirin.
Hewldana xelkê taxa Şêxmeqsûd ji bo perwerdeya zimanê xwe ya di nava şerê germ de di asta cîhanî de nûmûneyeke ji bo parastina xwe. Lewre di zimanê xwe de israrkirin li hember dagirkerî pişaftinê şêwazek ji têkoşînê ya herî girîng e.
DI NAV NAKOKIYAN DE TAX XWE DIPARÊZE
Li gel derbasbûna salên şer, nakokiyê û bilezkirina aliyan da ku qada serweriya xwe fireh bikin, lê taxa Şêxmeqsûd xwe û rêxistina ku ava kiriye parast, atmosferek ji ewlehiyê û parastinê di hundirê taxê û derdora wê de ava kir.
Komîteyên parastinê yên komînan û girêdayî Hêzên Parastina Civakî (HPC, HPC-Jin) her kolanek ji taxê ji bûyerên tevliheviyê, dizîn diparêzin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) ewlehiya taxê diparêzin.
Di encam de tê dîtin ku, xwe parastin ji bo civakekî erka herî sereke ye. Lê divê bê zanîn ku xwe parastina li hemberî dagirkerî û hemû şerên taybet ne tenê bi şêwazê şerekî çekdarî ye.
Xwe parastin, şerê çekdarî jî di nav de di her alî de nirxên xwe yê manewî parastin, ji bo vî cûreyên cuda yên têkoşînê bi pêşxistine. Civakekî ku dixwaze li hemberî dagirkeriyê xwe bi parêze divê di serî zimanê xwe, çanda xwe, serpêhatiyên xwe yên civakî û dîrokî xwedî derbikeve. Ji bo vî jî divê saziyên xwe yên civakî ava bike.
Di têkoşîna taxa şêxmeqsûd de girîngiya van hemûyan wek nûmûneyekî di nava rûpelên dîrokê de cihê xwe girtiye.