Rojnameya Ronahî

Loriya dayîka min

Sîpan ŞÎNDA

Loriya te bû giyan berda li ser wî kelexê min ê kiçik û nesebiqî di wî betnê te yê ji hemû kelehan û hêsaran ewletir ji bo min. Loriya te bû hêlîna jîna min. Dema ew galgala te dihat guhên min, aram dibû hemî êş û janên laşê min. Ew loriyên ji wî dengê te yî melûl derdiketin bûn derman û narqoza janên min yên ku nedihêlan hedarî li min bikeve û xew biçe çavê min. Ele eleyên te bûn ji bilûr û mey û lîr û kemanan bandorkartir û di wê bêhedamiya min de weke sêhrê ez noqî kûrahiyên xewa şêrîn dikirim. Ne şirobên bijîşkan, ne derziyên hemşîran bû ez ji wan nexweşiyên giran û yên bêmical radikirim; ew hembêza te ya ji hemû nexweşxanan bi ewletir û ew loriyên te yên ji hemî stranên hozanan nermtir û xweşiktir bûn dermanê êşa min. Erê ew deng û loriyên te bûn, bê wan hedar û tebata min nedihat û çavên min nediketin ser hev ji bêyî wan. Tu bûyî serdarê hemî hozanan ji bo min. Dengê ewan gewlazên gûz û behîv û moriyên te bi destên xwe hûnandîn û bi mehdika min ve dikirin bûn ji hemû enstrûmanan xweşiktir ji bo min. Ne dengê kemanê, ne ji yê fîq û neyê, ne yê lîrê û ne ji yê bilûra serzenda wan enstrûmanan hemiyan bû weke dengê wan gewlaz û loriyên te xweşik û melîl. Belê ew bazbendên bi gulîvand yên te bi tiliyên lingên xwe digirt û bi dest û tiliyên xwe yên zêrîn dihûnandin û landika min ve dikirin û ez pê girêdidam di wê dergûşê de û ez dispartim wan bûn ji hemû xwedî û leşkeran bi ewletir. Ji ber kû te bi wan loriyên xwe yên nazenîn ew dergûş û bazbend şîret dikirin û qewitiya parastina min li wan dikir, te ez bi wan hiçik girêdidam û ez dispartim wan û ber bi xewa şêrîn ve hêdî hêdî rêdikirm. Payîzûk û serêliyên te bûn ez mest dikirim di wê dergûşê de. Ew mehdika zêrîn a te bi wî dilê xwe yî şewat bi risim kirî û kezeba xwe bi wê re parve kirî. Ew dergûşa bi wan loriyên te hatî terbiye kirin bû ez hembêz dikirim bi dilovanî û melûliya loriyên te. Ew landik bû ji min re ji hemû qesr û qonaxan xweştir; lê ya ew dergûş ji min re dikir qesra xweşiktirîn ya li ser rûyê gerdûnê dîsa ew loriyên te bûn. Nema disekinî giriyê min û ez di nav tirs û xofê de bûm dema ez ji wan loriyên te bêpar dimam; çawa dengê loriyên te yên melîl li ber guhê min diketin tirs direvî, birçî bûn ji bîra min diçû. Belê dengê te yî melûl û loriyên te yên mestar bûn ku min ji  nav hemû deng û qerebalixê de ew bi yek derbê de nasdikirin; ji ber kû ew ji bo min notayên cîhanê yên herî xurt û cuda bûn. Erê loriyên te bûn di wê hembêza te de ez afirandim xwedawenda min.