Lîloz Hisên/Kobanê
Eyşe Efendî Hevjîna têkoşerê Kurd Salih Muslim, piştrast kir ku bi koça wî ya dawî wê rêya têkoşînê neyê rawestandin herwiha soz da ku ew ê rêya wî ya parastina mafên gelê Kurd û doza wan bidomîne.
Têkoşer û yek ji pêşengên siyasî yên şoreşa Rojava û endamê Desteya Serokatiyê ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim duh êvarî li bajarê Hewlêrê ji ber nexweşiya gurçikan koça dawî kir.

Derbarê vê yekê hevjîna têkoşer Salih Muslim, Eyşe Efendî ji rojnameya me re diyar kir ku Salih Muslim yek ji kesayetên navdar di tevgera siyasî ya kurdî de bû û wiha berdewam kir: “Salih Muslim di jiyana xwe de bi salên dirêj têkoşîn ji bo doza gelê xwe kir, çalakiya wî ya siyasî ji sale 80’ê destpê kir û di wan salan de bi parastina mafên gelê kurd pabend bû.”
Eyşe Efendî destnîşan kir ku Salih Muslim têkoşer û hevalekî Rêber Abdullah Ocalan bû û çend caran jî hevdîtin pê re kiribû û got kir: “Di wan hevdîtinên bi rêbertî re, wî tekezî li ser domandina têkoşînê ligel hevalên xwe ji bo doza gelê Kurd û rizgarkirina Kurdistanê kir. Wî jiyan xwe xistibû xizmeta gelê Kurd û têkoşîna gelê xwe û mafê wan li ser hemû tiştî danî, heta berî jiyana xwe ya malbatî û zarokên xwe jî. Salên dirêj di xebatên siyasî û rêxistinî ji bo parastina doza xwe kir, bi hewildana bidestxistina xewn û xeyalên gelê Kurd di azadiyê de.”
Eyşe Efendî wiha got: “Têkoşer Salih Muslim mîrateyek girîng a têkoşînê di nav gel û rêhevalên xwe de hişt, ji ber ku ew bi biryardariya xwe ya berdewamiya têkoşînê û baweriya xwe ya bi edaleta doza ku jiyana xwe ji bo wê feda kiribû dihat nasîn. Mîrateya siyasî û têkoşînê ya ku hiştiye, dê di nav gelê Kurd de bimîne, ez soza şopandina şopa wî û pêkanîna xewnên wî yên ji bo bidestxistina edalet û demokrasiyê ji bo gelê xwe didim. Di heman demê de berpirsiyariya parastina vê rêyê niha li ser milê her kesê ku baweriya xwe bi edaleta doza Kurd tîne, ye.”
Eyşe Efendî di dawî de piştrast kir ku windabûna wî xisareteke mezin e û wiha got: “Lêbelê, rêya wî dê bi saya hewildanên rêheval û hezkiriyên wî zindî bimîne.”






