Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Cenazeyê têkoşerê qedir bilind Salih Muslim hat pêşwazîkirin

12/03/2026
in NÛÇE
A A
Cenazeyê têkoşerê qedir bilind Salih Muslim hat pêşwazîkirin
Share on FacebookShare on Twitter

Ayşa Silêman/Dêrik

Şêniyê bajarê Dêrikê bi dilekî xemgîn û çavên dagirtî hêstir li pêşiya deriyê Sêmalkayê pêşwaziya cenazeyê Endamê Desteya Rêveber A Partiya Yekîtiya Demokrat PYD’ê Salih Muslim kir.

Têkoşer Salih Muslim 11’ê Adarê koça dawî kir û dîrokek tijî helwest û têkoşîna ji bo gelê Kurd û mafên wan li pey xwe hêlişt. Ew dengekî azadiyê bû û kesayetek bû ku jiyana xwe xistibû xizmetê ji bo parastina rûmeta gelê xwe, ji bo edalet û naskirina mafan. Ew ne tenê navekî di qada siyaset an têkoşînê de bû, lê sembola biryardarî û sebirê bû, şahîdê serdemeke dijwar bû ku tê de jiyan, hêvî û êşên gelê Kurd hilgirtibû.

Cenazeyê şehîd Salih Muslim vê sibehê bi merasîmekê ji Hewlêrê ber bi deriyê Sêmalkayê ve hatibû oxirkirin û saet derdora 11.00’an gihaşt Sêmalkayê. Cenazeyê şehîd Salih Muslim li Sêmalkayê bi girseyeke mezin a şêniyan, hevserok û endamên PYD’ê, nûnerên partiyên siyasî û saziyên Rêveberiya Xweser hat pêşwazîkirin û merasîmek hat lidarxistin.

Di destpêka pêşwazîkirinê de şêniyên bajara Dêrikê ji cenazeyê têkoşer Salih Muslim re xuleyk bêdeng li ser giyanê şehîdan rawestiyan. Paşê li ser navê Partiya Yekîtiya Demokrat PYD’ê Xerîb Hiso axivî û wiha got: “Îro Bavê Welat mêvanê me hemûyaye, rast e fîzîkî ji nav me bar dike, lê di milê rih de li her derî jiyan dike. Bavê Welat bandora xwe li seranserî Kurdistanê kiriye, em ji malbat, heval û hogirên wî re dibêjin bila serê we sax be.Ew têkoşerekî welatparêz, siyasetmedarekî binirx û bi ruhekî pak beramberî êrişên hovane bi dehên salan li ber xwe daye. Em bi têkoşîna wî serbilind in. Tu Bavê bi hezaran şervanayî, her kes xwe di kesayeta te de îro te bibîr tîne. Jiyana te dagirtî destkeftî û bi rolekî gelekî mezin te cihê xwe di nav vê partiyê de girt. Em ê şop û têkoşîna te berdewam bikin.”

Piştî dawîkirina axaftinê karwanê şehîdê nemir Salih Muslim  ber bi Qamişlo ve rê ket.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.